Rojnameya Heftane

Devê deriyê mala xwe bimale!

Seyidxan Anter

Dozgerê DOZA PALME Krister Petersson, kuştina Olof Palme xist stuyê “Skandia manen”, Stig Engstrom ê miriye. Maqamên dewletê dawî bi doza Palme anîn. Her çiqas nivîskar û rojnamevan ji vê yekê razî nebûn jî. Yek ji wan Gunnar Wall e û dibêje: “Ez wekhevbûnekê di navbera despêk û dawî lê anîn û lêkolîna vê dozê de dîbînim; her du jî bê delîl û îspat in.”

Gava ku Olof Palme ji sînemaya Grand derdikeve û peya diçe malê, li gor radyo û TV’a siwêdî, êvara 28’ê sibata 1986’an, saet 11:30 – 11:38’an de Olof Palm bi du derban birîndar dibe û saet 12:04’an de li nexweşxaneya Sabbatsbers can dide.

Van rojan kurd û rêxistinên wan ên li Siwêdê, li dijî neheqiyan li hember kurdan civîn û çalakiyan dikin. Hûn bi çîrokê dizanin. Berpirsiyarê teşkîlata polîsan Hans Holmer derew, bêbextî û çavsorî li kurdan û hin rêxistinên wan kiribûn.

- Advertisement -

Dema Olof Palme kuştin ez li bajarê rojhilatê Siwêd, Goteborgê dijiyam. Êvara şemiyê ya 28’ê sibata 1986’an, di navbera saet 07:00 – 09:00’ê êvarê de li şanoya bajêr a li Gota Platsenê, ez di pêşengeha tevgera li dijî rasîzmê de beşdar bûm. Rojnameyên bajêr agahî li ser vê çalakiyê weşandibûn. Piştre bi çendakî, gava ez ji kar hatim malê, li hundir sê qerase li benda min bûn. Ciwanmêrên hatibûn, ez bi xwe re birim îfada min girtin û ez serbest berdam wek gelek kurdên din.

Dîmenek ji ber encama huner û kirinên Hans Holmer hate ber çavên min. Melûlî, bêhêvîtî, pirs, tirsa û xofa ku li cem kurd û bêganan (xerîban) çêbûbû.

Hans Holmer gelek kambaxî bi serê kurdan anîn. Helbet hin “kovboyên” kurdan ku gef li xelkê xwarin û roj li nîvro gule berdidan xelkê, ji zû de av li aşê Hans Holmer û tîma wî kiribûn. Hinek kurd jî erzan tevgeryan, mohra terorîzmê li kurdan û nemaze li PKK’ê hate dan. Heta îro jî bi ser wê de ku Dadgeha Bilind a Belçîkaya ew îtham pûç kiriye jî kî rabe êrîşî kurdan bike ji wan re diserife. Mohre terorîzmê, li serê kurdan bûye bela reş!

Berê dewlet û hikûmeta Siwêdê serî di ber de ev mohra hanê li kurdan da. Anha, poşmaniyek fedîkoyî ji ruyên berpirsiyarên dewleta Siwêdê dibare lê hîn ew hêz û cesaretek bi xwe re nabînin ku devê deriyê xwe qenc bimalin. Ne bi tenê Swêd lê her wiha dê kengî dewletên emperyal, nemaze yên mohra xwe li peymanên Sykes Picot (1916) û Lozanê (192) dane û şişrîkê çavsorî û bindestiya li hember kurdan in, bi heft avan qirêja ber malên xwe bişon. Lewra kurdan ji zû de heq kiriye ku mîna her miletekî biryarê li ser çarenûsa xwe bide.

Li her warî çavsorî bûye para bindestan lê derew û bêbextî li gor qanûna esasî ya Siwêdê jî buhayek wê heye ku em ji parêzgeran re dihêlin. Di vê xalê de, mîna Îsa pêxember dibêje, pewîst e ku kes ji xwe dest pê bikin da ku vê toqa naletê ji stûyê wan bê avêtin. Li dor mafên gelan ên navneteweyî, li dor biryara Dadgeha Bilind a Belçikayê em dest bidin hev û bi hev re herne pêş, ji ber ku ‘dewr û dem ya me ye!’