spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Korona barê psîkolojîk ê mayînde ye

Korona her tiştî diguherîne. Qadên giştî ji şeş mehan zêdetir e kêm zêde hatine qedexekirin. Ji bo her tiştî, ji çûyîna dibistanê heya çûyîna xwaringehê rêzikên girêdêr hene. Di encamê de, mirov di rewş û tevgereke neyînî de radibin û giyanên mirovan bi taybetî ji vê rewşê êş dikişînin.

Sala 2020’an li seranserê cîhanê ji bo karmend, jin, zarok û zilaman ango ji bo tevahiya civakê sala herî streskar e.

Di encamên lêkolîna Oracleyê de ku çêkerê nermalav û alavên amerîkî li seranserê cîhanê ji dawiya tîrmehê heya destpêka tebaxa 2020’an, li ser 12 hezar û 347 kesan lêkolîn kiriye. Daneyên wan hene ku vê dadrêsê xurt bikin. Li gorî lêkolînê, nexweşiya Kovîd-19’ê li seranserê cîhanê bêtir stres û fikaran çêdike.

Dibistana Birêvebirinê ya Navneteweyî (ISM), di lêkolîna xwe ya li ser stresa psîkolojîk a pandemîk de, destnîşan dike ku rewşa heyî li ser mirovan stresek cidî çêdike û ji ber vê yekê jî derketina nîşaneyên nexweşiya giyanî, her wiha ew dikare ber bi asteke krîtîk ve bibe. Bi gotineke din, divê neyê jibîrkirin ev tişteke wisa ye ku bi paşxana takekes û genetîkî ve girêdayî ye. Ev rewş di heman demê de ji bo depresyonê zeviyekê çêdike. Pêşniyarên wekî firehkirin an ji nû ve aktîfkirina torê balkêş in.

Pandemiya koronayê li ser mirovan bandoreke pir dijwar dihêle û di mirovan de jî tevliheviyek xetere çêdike. Rewşa krîzê hema hema her kes di dereceyên cuda de bandor dike û hem jî nexweşên giyanî û mirovên saxlem jî ji stresê dikişînin. Li aliyekî din, bêewlehî, tirsa li ser tenduristiya xwe û tenduristiya mirovên din, tirsa hebûnî ya der barê pêşerojê de û nezelaliya dijwar a derheqê pêşveçûnê de, bêtir a krîzê, stresên mezin nîşan didin û bandoreke neyînî li jiyana mirovan dikin.

Di jiyana rojane de ji ber pandemiyê, têkiliya civakî ya di navbera mirovan de, pir hindik nezîkbûna laşî, guherînên girîng, bi serê xwe pirsgirêk in. Bi taybetî dema ku mirov rastî cezayek wiha tê, ev dibe sedema derketina tiravmayên tecrîda kesan e. Divê em di rewşeke wiha bikrîz de, xetereya mezin a li ser tenduristiya giyanî ya em xwe kêm nebînin, ji ber ku bilez bikêrhatî ye ku em diyar bikin hema hema tu tecrûbeyên me tune ne ku em bikaribin ji bo bi rewşeke wisa  aloz re rû bi rû bimînin û tecrûbeyên nû hewce ne. Mirovên ji bo wan empatî hêsantir e, bi gavên berbiçav ên koronayê baş dibin. Ev yek ji hêla lêkolîneke nû ya zanîngeheke danîmarkî ve hatiye piştraskirin. Wekî tê daxuyandin, rûbirûbûna bi mirovên di bin xetereya vîrusê de jî dilrehmiyê zêde dike.

Lêkolînerên ji zanîngeha Aarhus, Danîmark, di kovara “Zanista Psîkolojîk” de dinivîsin û destnîşan dikin ku gengaz e dilovaniya mirovî zêde bibe û ji ber vê yekê jî şopandina tedbîran girîng e.

Wekî din, pandemî bi xwe re hin aliyên tîpîk ên ku mirov pê re zehmetiyê dikişînin tîne. Wekî mînak tehdîdek ku em nikarin rasterast jê fam bikin û bandor bikin. Hêjayî gotinê ye ku ev bi gelemperî dibe sedema hesta wendakirina kontrolê. Ji ber ku rewşa krîzê di dereceyên cuda de hema hema li her kesî bandor dike, mirovên bitendurist û hem jî mirovên derûniya wan nebaş di bin stresê de ne.

Di heman demê de, divê em ji bîr nekin ku em di fêrbûnê de çiqas jêhatî ne û kîjan derfetên me hene ku em baştir li hember krîzan bisekinin. Bi hin mirovên ku bi nexweşiya giyan re rû bi rû mane, hate dîtin ku ji krîzek bi bandortir, ji stresên psîkolojîk ên di encama nexweşiyan de peyda dibin, wek nexweşiyên ji ber fikarê yan depresiyonê ne. Bi gotineke din, hate îsbatkirin ku pergalên parastinê yên mirovên wisa di pêvajoya pandemiyê de ji mirovên “saxlem” berxwedêrtir in. Van mirovan berê stratejiyên tenduristiya derûnî yên kesane bi dest xwe xistine û ew dikarin di jiyana xwe de bi kar bînin. Nemaze tecrûbeyên ku bi terapiyê bi destê xwe xistine. Giliyên ji kirîza koronayê dikarin bi awayên cuda pêk werin.

Pandemiya koronayê di gelek astan de bûne sedema stresê lê hêjayî gotinê ye ku berfirehiya encamên pisîko-sosyal ên demdirêj dê tenê di mehên pêş de bidin der. Ji ber şewba Kovîd-19’ê, zirara hestên mirovan, tevlihevî û nîşaneyên fikaran derdikevin pêş. Ji destpêka krîza koronayê ve, raporên nexweşiyên têkildarî teşhîsên derûnî zêde bûne.

Stresa pisîkolojîk dikare ne tenê bi nîşaneyên psîkolojîk ên wekî fikar an depresiyonê lê di heman demê de bi giliyên fizîkî de jî xwe bide der. Di heman demê de ew dikare xwe bi nîşaneyên laşî yên mîna stresa hestiyar, dilketin, kurtbûna bêhnê, tengasiya sîngê, giliyên gomestestînal, gêjbûn, serêş û nexweşiyên xewê xuya bibe.

Gava gilî tên kirin, pir girîng e ku mirov di hundirê xwe de hest bike bê ka ez çawa me û çi dikare bibe alîkar ji bo min. Bikêrhatî ye ku mirov bi hînbûnên hişmendiyê bizanibe û bikaribe bi rêk û pêk li rewşa derûnî ya berê venegere.