spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Peymana li ser Şengalê fermaneke nû ye

Di 9’ê cotmehê de di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta başûrê Kurdistanê de ji bo kontrolkirina Şengalê peymanek hatibû danîn. Li hember vê peymanê ji meha cotmehê ve gel, sazî û parlamenter û siyasetmedarên kurd ji her çar parçeyên Kurdistanê het bi Ewropayê bertek nîşan didin û nerazîbûnên xwe tînin ziman.

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ku 23’yê mijdarê bangeke lezgîn kiribû, ev hewldan weke fermaneke nû pênase kiribû û xwestibû ku her kes li dijî vê bisekine.

MXDŞ’ê duh li ser rewşa herêmê û geşedanên dawî bi awayekî awarte civiya. Piştî civînê daxuyaniyek hate belavkirin û bang li xelkê Şengalê hat kirin ku îro li ber navenedên asayîşê kom bibin.

Civîn li avahiya Meclisa Gel a Xanesorê bi beşdariya nûnerên hemû saziyên rêveberiya xweser, nûnerên YBŞ’ê û Asayîşa Êzidxan dest pêk hat.

Piştî civînê MXDŞ’ê bang li civaka Êzidî kir da ku îro li dijî planên Iraqê li ber Navendên Asayîşê yên li Şengal, Sinûn û Xanesorê kom bibin.

Gelê Şengalê li ser banga MXDŞ’ê ji şevê din ve li dora navendên Asayîşa Êzidxanê yên li navenda Şengal û bajarokên Sinûnê û Xanesorê kom bûn.  Ji nav çalakvanan şandeyek hat avakirin û bi rayedarên hikûmeta Iraqê re hevdîtinê dikin. Welatiyên li ber navendên asayîşê çalakiya xwe didomînin, piştgiriya xwe ya bi Asayîşa Êzidxanê re anîn ziman.

Şengal dorpêç kirin

Li gel van bertekan jî piştî peymana Hewlêr û Bexdayê artêşa Iraqê di 24’ê mijdarê de 2 hezar û 500 leşkerên xwe sewqî Şengalê kirin û piştî wê du rojan jî hejmara leşkeran 3 qat zêde kir. Li gor agahiyên hatine parvekirin herî dawî 8 hezar leşker hatine sewqkirin. Her çiqas hikûmeta Iraqê îdîa kiribû ku hêza leşkerî ya li Şengalê wê bê guhertin û veguhastina hêzê wê ji bo sînor bê kirin lê belê hêzên ku berê hatibûn şandin ji herêmê nehatin derxistin û di ser re yekîneyên polîsan ên nû û hêza operasyonî ya Hikûmeta Federal a Iraqê lê hatin zêdekirin.

Der barê peymana Hewlêr-Bexdayê û sewqiyata artêşa Iraqê de, em bi rojnamegera ji Başûr Leyla Lorîn re axivîn. Lorîn diyar kir ku artêşa Iraqê dest bi sewqiyata leşkerî kiriye û li hember vê yekê jî gelê êzidî bertek nîşan dide.

Armanc derxistina gelê êzidî ye

Rojnameger Leyla Lorîn di axaftina xwe de anî ziman kir ku armanca peymana di navbera Hewlêr-Bexdayê de derxistina hêzên ku ji aliyê gelê Şengalê ve hatine avakirin e û wiha got: “Demeke dirêj e ji aliyê dewletên mezin û hikûmeta herêma Kurdistanê û Iraqê ve planên qirêj li ser Şengalê, rêveberiya xweser a Şenglê tên kirin. Li gorî vê lihevkirinê dê hêzên ku di dema DAIŞ’ê de ji Şengalê reviyan û di serî de civaka êzidî, gelên wir di nav lepên çeteyên DAIŞ’ê yên hov de hiştin, careke din dixwazin vegerin Şengalê û hêzên ku ji aliyê gelê Şengalê ve hatine avakirin û ew parastine, ji Şengalê bên derxistin. Di vê peymanê de tê gotin, ew ê biçin îdare û heybeta dewleta Iraqê û hêza nûnertiya revok li Şengalê ava bikin!”

8 hezar leşker

Leyla Lorîn destnîşan kir ku artêşa Iraqê weke gava yekemîn hêza xwe ya leşkerî şandiye Şengalê û li hin deveran bi cih bûye û wiha domand: “Li gorî agahiyên rojane em digirin, hejmara wê hêzê gihîştiye 8 hezaran. Niha ev hêz ji gundê Medîban, Sîba Şêx Xidir heta çiyayê Kolik ku herêmên sînor in bi cih bûye. Dîsa li gorî agahiyên ji çavkaniyên artêşa Iraqê hatine bidestxistin, ev hêz wê heta bajarokê Rebîa bikin bin kontrola xwe. Bi vê yekê sînorê di navbera Şengalê û rojavayê Kurdistanê de bi giştî dikeve bin destê artêşa Iraqê. “

Dubare Şengal tê dagirkirin

Rojnameger Leyla Lorîn bal kişand ser fermanên ku di dîrokê de hatine serê gelê êzidî û wiha pê de çû: “Herî zêde gelê êzidî, civaka êzidî û jinên êzidî bûn hedefa êrîşên çeteyên DAIŞ’ê. Wan pes nekir û ji bo jiyan û azadiya xwe têkoşiyan. Jin û dayik bi vîn, reng, deng û tevlîbûna xwe li hemberî wan êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê fedekariyên mezin raber kirin. Ji bo wê careke din civaka êzidî ya xwe piştî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an bi rêxistin kir, jinên êzidî yên xwe bi azadiyê û bi xwebûnê ava kirine, şengaliyên xwedî şeref û rûmet, dê careke din rûmeta xwe nexin destê dagirkeriya qirker ku dixwazin welat û cihê wan, bi vê lihevkirina di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û heremê Kurdistanê de careke din dagir bikin.”

‘Fermaneke nû’

Her wiha Lorîn da zanîn ku piştî peymanê dagirkirina artêşa Iraqê ji aliyê gelên Şengalê ve rastî bertekan tê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev peymana ku bi alîkariya Neteweyên Yekbûyî jî hatiye danîn, em dikarin bêjin ku ji bêdengiya siyasetmedar û parlamenterên Başûr jî hatiye îmzekirin. Tê zanîn ku gelê Şengalê hatina artêşa Iraqê û bi taybetî jî peymanê wek fermaneke nû bi nav dike. Ji 9’ê cotmehê ve gelê Şengalê yên xwe bi vîna azadiyê bi rêxistin kiriye li dijî planên heyî di nav têkoşîn û berxwedanê de ne. Bi çalakiyên xwe bi vîna xwe, ji dagirkeran û xayînan re dibêjin, kesên ku îradeya me qebûl nekin, em wan careke din bi tu şêwazî qebûl nakin. Dîsa dibêjin xayinên ku em di lepên çeteyên DAIŞ’ê de hiştin, em ê careke din nehêlin lingên wan bê ser axa Şengalê.”