26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Guleya ku berdidin hewayê kurdan dikuje!

Li gundê Bêruh ê navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê di 30’yê mijdarê de zarokê bi navê Ozcan Erbaş ê 16 salî bi guleya leşkeran hatibû kuştin. Walîtiya Colemêrgê wek her carê dîsa xwe şaş nekir û îdia kir ku Erbaş “qaçaxçî ye” û leşkeran piştî gule berdaye hewayê jiyana xwe ji dest daye.

Şandeyak ji parêzerên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Baroya Colemêrgê çûn cihê bûyerê û ji gundiyan agahî wergirtin û lêkolîn kirin. Parêzer Eren Baskin ê endamê ÎHD’ê ku di nav şandeyê de bû, têkildarî bûyerê ji nûçegihanê MA’yê Mazlûm Engîndenîz re axivî.

Eren Baskin destnîşan kir ku wan çavdêriya wê yekê kiriye ku Erbaş bi sîlehek taybet hatiye kuştin û gule li pişta wî ketiye û di pêş de derketiye. Baskin got wan bi hin şêniyên wir re hevdîtin kirine û ji hin hevalê Erbaş agahî wergirtine.

Baskin anî ziman ku kesên ji wan re axivîne gotine di ketina gund de dema ew li ser hespê bûne dengê destek sîleh bihîstine û pişt re dîtine ku Erbaş ji ser hespê ketiye xwarê û wiha got: “Dema meriv ji wir li miqabil dinêre, di qadek ji 500-600 metreyî pêk tê de, gelek leşker hene. Piştî bûyerê leşker demildest guleyan berdidin hewayê. Hevalên Ozcan Erban hemû direvin. Hevalek wî dibêje ‘min xwest alîkariyê bidim Ozcan lê destûr nedan. Ez jî tirsiyam. Min dizanibû Ozcan li wir hatiye kuştin. Çimkî min dît ku ji bedena wî parçe derketin’.”

Baskin got ku di 40 rojên dawî de li seranserî Colemêrgê welatiyek jê ji Îranê 3 welatî hatine kuştin û 6 kes jî birîndar bûne û got: “Xelkê li herêmê vê yekê wek tehdît dibînin.”

Baskin bal kişand ser daxuyaniya Walîtiya Colemêrgê ya “leşkeran gule berdaye hewayê” û wiha got: “Ev daxuyanî rewşa giştî jî radixe ber çavan. Çimkî her tim leşker gule berdidin hewayê ango guleyek bi şaşî li yekî dikeve. Mixabin ev gule her tim rastî kurdan tê û kurdan dikuje.”

Baskin destnîşan kir ku roja bûyer çêbûye 11 leşker birine navçeya Şemzînanê, îfadeyên wan girtine û pişt re hatine berdan û wiha got: “Bêyî ku tu biryarên tedbîrê werin sepandin, hatine berdan. Bêyî lêkolîna li cihê bûyerê were kirin, der barê van leşkeran de ‘bi qisûr kes kuştin’ lêpirsîn hatiye vekirin. Me ji vê fêm nekiriye. Ev yek çawa dibe ‘biqisûr?’ Nava rojê saet li 3’yan û bi mesafeya 500 metre zarokek ji pişta xwe bi guleyê tê kuştin. Ev çawa dibe ku bi ‘qisûr kes kuştin’ doz tê vekirin. Ev li dijî aqilan e. Ev yek di hemû qedemeyên dewletê de dibe sedema bêbawerî ango bêewlehiyê. Heke ev kes neyên darizandin wê hîn bêtir kes werin kuştin û dê ev kuştin berdewam bikin.”

Komîsyona Mafê Zarokan a ÎHD’ê, Peymana Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî bi bîr xist û bang kir ku peywirdarên dewletê yên destê wan di mirina Ozcan Erbaş ê 16 salî de heye, bên tespîtkirin û der barê wan de lêpirsîn bê destpêkirin. COLEMÊRG