27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wekî pezkoviyekê dibeze…

Sorgul Şêxo

Zarokên Rojava ku di nav sanciyên şoreşê de çavên xwe li cîhanê vekirin, hînê pir rê û rêbazên şer, berxwedanî û parastinê bûn. Zarokên dibistanên xwe dixwînin û perwerdeyê dibînin, di dema vegera malê de piştî ku ew karê malê xilas dikin, li kolanê û bi zarokên cîranan û hawirdorê re, dest bi lîstokan dikin. Lîstokên zarokên Rojava û yên di nav şer de mezin dibin, cuda ne ji herêmên aram ên guleyek jî li wan nehatiye teqandin. Zarok li çi bihizirin wê di lîstokên xwe de nîşan didin.

Dema mirov li kolanan dimeşe, bandora şer û şoreşê ya li ser zarokan dibîne. Çima ez vê dibêjim? Ji ber, zarok pêwîstiya wan bi hawirdoreke aram û xwezayeke baş heye ku pêre bijîn; li ser xewn û xeyalên xwe bifikirin, da ku di jiyana xwe de çi li dibistan û zanîngehê be pêk bînin. Zarok kêfxweşiya jiyanê ne, her wiha xala gihandina civakan bi hev re û avakirina pêşerojê ne.

Li bakur û rojhilatê Sûriyeyê taybet li herêmên Til Temir û Eyn Îsayê ku herî zêde bi êrîşan re rû bi rû dimînin, gelek çîrokên sivîlên li ber xwe didin hene. Ji jinên ducanî, zarokên yekrojî, pîr û kalên ku li ruxmî nexweşiyên cur bi cur bi wan re hene, li ber xwe didin. Berxwedan wekî bingeheke sereke ya li dijî dagirkeran ji xwe re hilbijartine. Li xeta agir zarok li dibistanan perwerdeya xwe dibînin û dîroka xwe dixwînin û li hember dagirkeriyê dibêjin; çeka me ya bingehîn a li dijî dagirkeriyê zanista me ye.

Li vir ez dixwazim balê bikişînim ser çîrokeke ku ez rastî wê hatim, bi we re parve bikim. Li gundê Um El-Kêf ê 2 km dûrî rojavayê navçeya Til Temirê ye, ji salekê zêdetir e bi êrîş û topbarana dagirkeran re rû bi rû ye. Li gundê zarokeke 9 salî heye, navê wê Buşra Mihemed û ereb e. Buşra ya ji ber êrîşan ji dibistana xwe qut bûye, her roj dema ku balafirên şer û yên keşfê yên bêmirov derdikevin, dibeze kolanê û bi hevalên xwe re dilîze.

Her roj dema ku dengê balafiran tê Buşra dibeze kolanê û bi hevalên xwe re dilîze; govendê digerîne û bi lîstokên cur bi cur dilîzin. Rojekê, bala dayika Buşra dikişîne ku her wexta dengê balafirê tê, keça wê dertê derve û dilîze! Dayika wê rojekê jê dipirse: “Keça min dema balafir tên tu çima dibezî derve?” Dayik texmîn dike ku wê Buşra wiha bersiva wê bide: “Ez nizanim, dibe ku ji ber ez ditirsim” lê Buşra bersiveke cuda didê û dibêje: “Yadê ji bo balafir li mala me nexin, tu û xwişkên min û hevalên min nemirin.” Dayik şaş dimîne û dîsa dipirse dibêje çawa? Buşra wiha bersiv didê: “Ez dibezim û bi hevalên xwe re dilîzim, da ku balafir me bibînin û gunehê wan bi me were û vir bombebaran neke.”

Li ser vê rewşê heya niha Buşra ji ber ku dibistana wê li beramberî gundên dagirkirî girtiye, naçe dibistanê lê dema ku dengê balafirê dibihîze dibeze kolanê. Wekî vê û bi dehan çîrokên zarokan û jinan hene ku bi çi rê û rêbazî li hemberî dagirkeriyê li ber xwe didin. Zarokên Rojava ew zarokên bi temenê xwe biçûk in û bi ramanên xwe mezin in, pir kûr dihizirin û dixwazin bibin bendavek li hemberî dagirkeriya ku li ser hebûna wan xetere ye.

Zarokên Rojava barê ji xwe girantir rakirine, bi wê ramanê li ber xwe didin û ev berxwedana xwe hînê nifşên nû dikin. Zarokên ku bi şoreşê re mezin dibin, hişmendî û hizirîna wan pir cuda ye. Dayik di dema hûnandina keziyên wan yên gulîmor de, gelek çîrokên kurdan ên bi êş û kêfxweşî vedibêjin, lewra zarok jî li gorî wan çîrokan serpêhatî û pêşeroja xwe xeyal dikin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê