spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KNK: Hevdîtinên ji bo çareseriyê erênî ne

Dagirkirina herêmên li Başûr ên wek Zînî Wertê, Garê, Rewanduzê û herêmên din, di navbera hêzên kurd de bûbû sedema aloziyan. Ji ber vê yekê jî gelek siyasetmedar, sazî, gel û derdoran bertek nîşan dan. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser metirsiya şer û girîngiya yekitiyê şandeyek ava kir û şandeyê di rojên borî de dest bi hevdîtinên xwe yên li Başûr kir.

Şandeya ku hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs û endama şandeyê Asya Abdullah jî di nav de cih digirin, pêşî bi rewşenbîr, rûspî û xelkên herêma Raperînê re civiyabûn. Di vê hevdîtinê de xelkên herêma Raperînê gotin ku tenê yekitiya neteweyî dikare planên dijminan ên li ser gelê kurd tune bike.

Şandeya KNK’ê di 20’ê mijdarê de ji bo girîngiya yekitiya neteweyî dest bi hevdîtinên xwe kirin. Heta niha li Başûr sazî û partiyên wek; Partiya Parêzgarên Kurdistanê, Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê, Emîrê Komela Îslamiya Kurdistanê Elî Bapîr û herî dawiyê li Hewlerê jî bi Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistanê, Yekitiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurdistanê, Yekitiya Parlamenterên Kurdistanê re hevdîtinên xwe kirine.

Hevdîtina dawî ya şandeyê ya bi serokê Bizûtneweyî Demokratîk a Gelê Kurdistanê Xidir Rûsî û serokê Yekitiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurdistanê Xefûr Mexmûrî re hat kirin. Şande li Hewlêrê cara duyem serdana Yekitiya Parlamenterên Kurdistanê kir. Herî dawî şande û Yekitiya Parlamenterên Kurdistanê bi hev re şêwra pêşxistina diyaloga navxweyî bi rêya onlîne li dar xistin.

Şandeya KNK’ê daxuyanî da

Şandeya KNK’ê duh li Silêmaniyê der barê encama hevdîtinên xwe yên bi alî û pêkhateyên Başûr re, daxuyaniyek da çapemeniyê. Li ser navê şandeyê hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs û endama şandeyê Asya Ebdulhah axivîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bilî PDK’ê, wan bi hemû partiyên Başûr re hevdîtin kiriye û nêzîkatiya tevahî aliyan erênî bûye. Hevserokê KNK’ê Qeremûs got ku wan xwestiye bi PDK’ê re jî hevdîtinê bikin lê wê hê jî bersiv nedaye wan.

Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs axivî û wiha got: “Wek şandeya KNK’ê piştî ku di navbera PDK’ê û PKK’ê de alozî derket, ji bo pêşîlêgirtina aloziyê me wek erka xwe dît û bi vê armancê em hatin başûrê Kurdistanê. Di destpêkê de em bi seroka parlamentoyê re civiyan û pişt re jî ji bilî PDK’ê bi hemû aliyên din ên siyasî re civiyan. Em bi rêxistin, rewşenbîr, siyasetmedar, bawermend û piraniya çîn û pêkhateyên başûrê Kurdistanê re civiyan. Hevdîtinên me bi tevahî aliyan re erênî derbas bûn.”

Di dewama axaftina xwe de Qeremûs destnîşan kir ku wan wek KNK’ê ji tevayî aliyan re diyar kiriye ku armanca wan bidawîanîna nakokiyan e, hemû hêz vegerin cihên xwe yên berê, bi giftûgoyê pirsgirêkan çareser bikin. Qeremûs da zanîn ku hemû aliyan bi kêfxweşî piştgiriya xwe ji bo van hewildanên KNK’ê nîşan daye û diyar kirine ku ew li dijî şer in.

PKK’ê helweta aştiyê nîşan da

Hevserokê KNK’ê da zanîn wan xwestiye bi nûnerên PKK’ê re jî hevdîtin bikin lê ji ber rewşa ne guncaw şandeya wan nekariye bi awayekî rû bi rû bi wan re hevdîntin bikin. Qeremûs anî ziman ku PKK’ê bi peyamek bersiva wan daye û helwesta xwe ji bo aştiyê aşkera kirine. Qeremûs diyar kir ku PKK’ê di peyama xwe de gotiye ku ew jî dixwazin pirsgirêkê bi rêya diyaloga neteweyî çareser bikin.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya şanda KNK’ê de endama şandeya KNK’ê Asya Ebdullah jî axivî û wiha got: “Em di qonaxeke hestiyar û dijwar de ne. Destkeftên gelek mezin li pêşiya me hene. Pêwîstî bi helwesteke hevbeş heye, pêwîstî bi siyaset û hêzeke neteweyî heye da ku bikarin li dijî dagirkeran û metirsiyên li ser gelê me hene, bisekinînin.”

Her wiha şandeya KNK’ê çû navçeya Çemçemal a Silêmaniyê û destegulek danî ser Bîrdariya qurbaniyên Enfalê. Pişt re bi rewşenbîr û kesayetên Çemçemalê re civiya û di civînê de behsa yekitiya neteweyî û pêşîlêgirtina şerê navxweyî yê kurdan kirin. HEWLÊR