3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî ‘reform’a darazê binçavkirin zêde bûn

Li dijî welatî, kesayet, siyasetmedar, sazî û rêxistinên sivîl ên civakî bênavber operasyonên pêla binçavkirin û girtinê pêk tên. Bi taybetî piştî daxuyaniya serokomarê dewleta tirk R. T. Erdogan operasyonên qirkirina siyasî zêde bûn. Li ser fermana dozgeriyan li hin bajaran polîsan bi ser malan de girt û gelek kes binçavkirin. Polîsan di serdegirtina malan de kelûpelên welatiyan jî serûbin kirin, deriyên malan şikandin.

Vê sibê li navend û navçeyên Şirnexê polîsan bi ser gelek malan de girt û hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû hevseroka HDP’ê ya Hezexê Nafiye Gecgel, endamên Meclisa Giştî ya Bajêr Elfesya Nas, Asûman Kulter, rêveberê HDP’ê yê Şirnexê Sekvan Kilinc û endamê KCD’ê Ekrem Şavlûk binçav kirin.

Polîsan di çarçoveya heman operasyonê de, li navçeya Hezexê bi ser mala siyasetmedar Resûl Sadak de jî girt lê ji ber ku Sadak ne li mal bû ew binçav nekirin. Sedema binçavkirinan nehat zanîn û tê payîn ku hejmara kesên hatine binçavkirin zêde bibin.

‘Reform’a binçavkirin û girtina kurdan

Di nav hefteyê de li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê bi dehan kas hatin binçavkirin û gelek kes jî hatin girtin.

Li navçeya Hezex a Şirnexê polîsan bi ser mala rêveberê HDP’ê yê berê Husnu Babat de girtin û ew binçav kirin. Babat ê sedemê binçavkirina wî nehat zanîn birin Midûriyeta Polîsan a Hezexê.

Li Wanê polîsan di serdegirtinan de Denîz Adar Eldemîr, Dilaver Eldemîr, Ferhat Azan û Arjîn Tuncer binçav kirin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de Ferhat Eldemîr jî li Xarpêtê hat binçavkirin.

Heqaret û lêdan

Li Amedê di serdegirtinên malan de endamê rêveberiya Odeya Avahîsazan a Şaxa Amedê Azîz Yagmûr û kesê bi navê Mehmet Yalçin hatin binçavkirin. Polîsan di serdagirtina mala Yagmur de pê li pişta Çeko Mîmkara, Azîz Yagmur, Mehmet Yagmur û Fûrkan Yagmûr kirin û heqaret li malbatê kirin. Polîsan bi qûndaxa sîlehê li Umît Akbiyik dan. Akbiyik û Mîmkara ji bo rapora lêdanê werbigirin çûn nexweşxaneyê.

Li Sêrtê jî polîsan bi ser mala endama Meclisa Giştî ya Bajêr Cemîle Altan de girtin û li malê lêgerîn pêk anîn. Piştî lêgerînê Cemîle Altan binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Sêrtê.

Li Êlihê jî polîsan bi ser gelek malan de girt. Tê gotin der barê 15 kesan de biryara binçavkirinê heye û 14 kes bi îdiaya bûyerên 6-7-8’ê cotmehê yên Kobanê hatine binçavkirin.

Li metropolên Tirkiyeyê jî binçavkirin

Li Îzmîrê jî polîsan bi ser gelek malan de girt. Di serdagirtinên malan de kelûpel hatin belavkirin û dest danîn ser materyalên dîjîtal, telefon û kompîteran. Di serdagirtinan de Zerga Ozturk, Fadîme Kocakaya, Zûhal Çelebî, Hediye Tekîn û Mutaber Akgul bi îdiaya “endamtî û propagandaya rêxistinê” hatin binçavkirin. Her wiha hat zanîn ku biryara qedexeya hevdîtinê ya 24 saetan danîne ser kesên binçavkirî.

Li Enqereyê jî derdozgeriya komarê der barê gelek kesan de biryara binçavkirinê daye. Polîsan di çarçoveya lêpirsînê de bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina malan de endama meclisa HDP’ê ya berê Erol Çîftçî, endamê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Tûnahan Gozlugol, endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê Newroz Gulen, Mesût Çîftçî, Ezgî Orak û Mahmût Altan ê 73 salî yê nexweş hatin binçavkirin. Hat gotin ku bi hinceta “propagandaya rêxistinê kirine” hatine binçavkirin.

Beriya niha bi hefteyekê, parêzer jî di nav de bi dehan kes hatibûn binçavkirin û gelek kes hatibûn girtin.