spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkiliya ENKS’ê ya bi Tirkiyeyê re asteng e

Hevdîtinên di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdên Sûriyeyê (ENKS) û Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) de, herî dawî ji ber nelihevkirina li ser xalên mîna perwerdeya kurdî û hevserokatiyê xitimîbûn. Bi destpêkirina hilbijartinên Amerîkayê şandeya amerîkî ya navbeynkara diyalogên di navbera her du aliyan de, vegeriya Amerîkayê. Her wiha hat gotin ku ji ber vê yekê jî diyaloga kurdî-kurdî ji bo demekê sekniye.

Wek tê zanîn beriya sê hefteyan ENKS’ê berê xwe da Tirkiyeyê û bi Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê re hevdîtin pêk anî. Der barê vê hevdîtinê de ENKS’ê û têkiliyên wê yên bi Tirkiyeyê re, em bi berdevka PYD’ê, endama PYNK’ê û endama diyaloga kurdî-kurdî Sema Begdaşê re axivîn. Begdaş diyar kir ku têkiliyên ENKS’ê tu carî bi tirkan û bi îtîlafê re bi dawî nebûne.

Endama PYNK’ê Sema Begdaş di axaftina xwe de bal kişand ser diyaloga kurdî-kurdî û da zanîn ku bi çûyîna şandeya Amerîkayê re diyalog sekiniye û der barê rewşa dawî de wiha got: “Piştî hilbijartinên Amerîkayê dê şandeyeke nû were û diyalog ji cihê mayî bidome. Diyalogê li gorî esasên peymana Duhokê dest pê kiribû. Di diyalogê de tişta baş ew bû ku di danişîna duyemîn de Lêvegera Kurdî ya Bilind dê çi kar û xebatan ji bo gelê kurd û Sûriyeyê bike û der barê erk û xebatên hatine nîqaşkirin de (heft xalên sereke) me Lêvegera Kurdî bi dawî kiribû. Her wiha me dest bi nîqaşkirina rêveberiya xweser kiribû û bi giştî em dikarin bibêjin ku gelek gavên baş jî hatibûn avêtin. Xala dawî ew e  ku şêwazên tevlîbûna ENKS’ê ya ku tev li rêveberiya xweser bibin û hilbijartinê bidin destpêkirin. Piştî tevlîbûna ENKS’ê û pesendkirina her du aliyan dê hilbijartinên fermî pêk bihatana.”

Astengiyên li ber diyalogê

Sema Begdaş bal kişand ser sekna ENKS’ê ya di diyaloga kurdî-kurdî de û destnîşan kir ku piştî şandeya Amerîkayê çû, ENKS’ê xwestiye hin astengiyan derxîne û ev tişt anî ziman: “Vê dawiyê derket holê ENKS’ê hem bi Rûsyayê re hem jî bi Tirkiyeyê re hevdîtin kirine. Piştî hevdîtinan xwestin astengiyan li ber diyalogê derînin. Mînak di hevpeymana civakî de li ser tiştên ku me her du aliyan jî li hev kiribû, xwestin hin xalan beriya hilbijartinên Amerîkayê biguherînin. Yanî xwestin vê meselê dûdirêj bikin da ku diyalog zûbizû biencam nebe. Em di nav wê hewldanê de bûn ku beriya hilbijartinên Amerîkayê em bigihîjin encameke erênî û ji gelê xwe re ragihînin. Piştî ku ji Tirkiyeyê vegeriyan bi planên cur bi cur li ber me sekinîn. Mijarên ku me berê li ser wan li hev kiribûn ENKS’ê careke din xist rojevê û dîsa pirsgirêk derdixistin. Em wek şandeya PYNK’ê tim ji nîqaş û diyalogê re vekirîbûn di gelek xalan de em nerm bûn. Ji ber ku mesela yekitiyê meseleyeke girîng e, me dixwest zû biencam bibe. Li gor xalên mayî  (wek meseleyên leşkerî) em ê hê nîqaş bikin. Li gor rêkeftina Duhokê  em ê meselaya leşkerî nîqaş bikin. Ger pêşmerge werin dê werin nav Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), du hêz li ser vê axê nabin. Di demên pêş de jî em ê li ser van mijaran nîqaş bikin.”

Hevdîtanên bi Tirkiyeyê re

Di axaftina xwe de Begdaş qala têkiliyên ENKS-Tirkiyeyê kir û anî ziman ku çûna ENKS’ê ya Tirkiyeyê ji bo nûkirina têkiliyên wan e û wiha domand: “Em tev dizanin ku ENKS niha di hundirê îtîlafê (îtîlafa li herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî ) de ye. Dema em li sekna wan dinêrin heta niha ENKS’ê tu bertek nîşanî bûyerên li Serêkaniyê û deverên din  qewimîne nedaye. Heta niha bi wan kesên axa me dagirkirine re kar û xebatên xwe didomînin. Têkiliyên ENKS’ê tu carî ne bi tirkan re ne bi îtîlafê re qut bûne. Îro di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY) gelek dewletan bertek li hember bûyerên li Serêkaniyê û Efrînê pêk tên nîşan didin lê ji ENKS’ê me tu bertek nedîtiye. Ev yek nîşan dide ku bi talîmat û perspektîfên wan kar dikin. (ENKS di nav îtîlafê de ye, îtîlaf jî rasterast girêdayî dewleta tirk e) Di herêmên îtîlafê dagirkirine de zimanê perwerdeyê tirkî ye; pereyên Tirkiyeyê tên bikaranîn û zimanê kurdî qedexe ye. Bi hezaran kurd tên kuştin. Ji ber vê yekê jî ENKS her çiqas îro bêje ez temsîla gelê Sûriyeyê dikim, ev yek ne rast e. Ev opozîsyona heyî temsîla gelên Sûriyeyê nake! ENKS xizmeta dewleta tirk dike ku dixwaze projeya Osmaniyan pêk bîne.  Ew bi vê armancê çûye Tirkiyeyê.”

‘Xwe ji Tirkiyeyê rizgar nekiriye’

Endama PYNK’ê Begdaş destnîşan kir ku ENKS’ê di serî de di nav îtîlafê de cih digirt lê ji bo alternatîfeke rêveberiya xweser ava bikin, tev li Eniya Aştî û Azadiyê bûye ku ji ereb, kurd û suryanan pêk tê. Begdaş diyar kir ku wan ji bo vê berê xwe daye Tirkiyeyê û wiha pê de çû: “ENKS dibêje ew bi armanca ku eniya xwe bi Tirkiyeyê bidin nasîn û bibin xwedî rol, çûne Tirkiyeyê. Wan di hevdîtinên xwe de ku bi nûnerên dewleta tirk û îtîlafê re kirine, xwestine li deverên heta niha di bin kontrola îtîlafê de ne, ofîsên xwe vebikin. Tiştên ku  di ragihandinê de derketin pêş ev bûn. Yanî ENKS’ê heta niha jî xwe ji siyaseta Tirkiyeyê rizgar nekiriye. Mînak di nîqaşan de hê heta niha peyva ‘Tirkiye dagirker e’ qebûl nekiriye.

Begdaş destnîşan kir kur ENKS’ê li Tirkiyeyê bi nûnerên Amerîka û Fransayê re jî hevdîtin kirine û domand: “Wek tê zanîn serokê îtîlafê Nasir Harîrî  jî pişt re çû Başûr bi Mesûd Barzanî re hevdîtin kir. Ev hemû jî girêdayî hev in. Yanî dixwazin nakokiyên heta niha di navbera wan de derketine ji holê rakin, li hev bikin û plan û siyaseta xwe ya nû deynin. Jixwe di ragihandinê de ev yek anîn ziman. Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ji ENKS’ê re got ku fikarên wan ji diyaloga kurdî-kurdî hene; li hemberî vê  wan got ew ê bandora PYD’ê kêm bikin ku rola wan jî zêde nemîne. Li gorî agahiyên hin nûnerên ENKS’ê bi me re parve kirine, armanc ew e ku tesîra PYD’ê di nav diyaloga kurdî-kurdî de kêm bikin. Jixwe di rastiya xwe de jî dema em îro helwesta ENKS’ê ya li hember diyalogê dinêrin, em  liv û tevgera wan a ji bo berjewendiyên dewletaTirkiyeyê jî dibînin. Ev ne berjewendiyên ji bo Rojava  û gelê kurd in.”

Sedema aloziya li Başûr…

Her wiha endama diyaloga kurdî Sema Begdaş der barê aloziya li Başûr a di navbera hêzên kurd de didome, axivî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev êrîşên dewleta tirk ên li Başûr, Bakur û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi taybetî piştî diyaloga kurdî-kurdî dest pê kirin. Em dizanin ku têkiliyên tirkan û PDK’ê ev demeke dirêj e hene. Ev têkilî îro çawa dibin sedema birakujiyê? Şerekî bi vî rengî dê bandoreke neyînî li hemû perçeyên Kurdistanê bike. Îro hewce ye bi dehan partiyên kurd ên li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat, ji bo hev bibin hêz û pirsgirêkên xwe çareser bikin. Îro ruhê neteweyî di dilê her kurdî de heye. Me di ruhê Kobanê de dît ku bi sedan ciwan ji Bakur û Başûr tev li berxwedanê bûn, pêşmerge tevlê bûn. Şengal bi hev re parastin. Di şoreşa Barzanî de jî ji her çar perçeyên Kurdistanê kurd tev li şoreşê bûn. Yanî ji ber vê em mecbûr in, îro bi ruhekî neteweyî werin ba hev û hevdu biparêzin. Hêza me di yekitiya me de ye!”