2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurdî hê jî ‘zimanê nayê fêmkirin’ e!

Bi dehan salan e kurd ji bo zimanê xwe têdikoşin lê hê jî dewleta tirk zimanê kurdî nas nake. Piştî ku qeyûm tayînî şaredariyan kirin, karê wan ê ewil rawestandina xebatên kurdî û rakirina tabelayên kurdî bû.

Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya Azadiya Welat a ku bi KHK’ê hatibû girtin, Îsmail Çoban bi îdiaya “Rêzepropagandaya rêxistinê kiriye” doz lê hatibû vekirin û niha girtî ye. Der barê Çoban de ji ber 9 nûçeyên cuda yên rojnameyê bi îdiaya “Rêzepropagandaya rêxistinê kiriye” doz lê hatibû vekirin û 5 sal ceza dabûnê. Cezayê Çoban li dadgeha îstinafê hatibû xerakirin. Piştî doz hat xerakirin yekemîn danişîna dozê li Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ya 7’emîn hat dîtin. Çobanê ku niha ji ber dosyayeke din li Girtîgeha Tîpa T a  3’yemîn a Tarsusê  girtî ye, bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Parêzerê Îsmaîl Çoban Resûl Tamûr jî li salona danişînê amade bû.

Bêhûrmetiya li kurdî

Dema parêzer Resûl Tamûr, ji bo muwekîlê xwe daxwaza tercûman kir, Çoban jî li hemberî pirsên tirkî bi kurdî bersiv da. Vê carê  jî serokê dadgehê got, “Hat dîtin ku bersûc pirsên bi tirkî yên serokê dadgehê, bi zimanekî nayê fêmkirin bersivandiye” û derbasî girtekan kir.

Çoban bi kurdî xwe parast û got: “Ez sucdariya li min tê kirin qebûl nakim.” Çoban xwest wî bibin salona danişînê lê heyeta dadgehê ev daxwaza Çoban red kir.

Piştre parêzer Resûl Tamûr xwe parast û anî ziman ku muwekîlê wî xebatkarê rojnameya kurdî ye û li gorî xala TMK 7/2 nûçeyên hatine çêkirin ne sûc in. Tamûr xwest muvekîlê wî beraet bike. Heyeta dadgehê xwest pereyê tercûman ji Çoban bê standin û danişîna dozê taloqî 16’ê sibata 2021’ê kir.

Dadgehê di danişîna doza siyasetmedarên kurd de yên ji doza sereke ya KCK’ê dihatin darizandin jî kurdî wekî “zimanê nayê zanîn” derbasî girtekan kiribû û ev bûbû sedema bertekên tund. AMED