3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameya Welat dest bi weşanê kir

Rojnameya Welat ku di sala 2018’an de bi KHK’ê hatibû girtin, bi awayekî dîjîtal dest bi weşana xwe kir.

Komek rojnameger ji bo berdewama weşana rojnameya Welat li hev civiyan û bi awayekî dîjîtal bi manşeta “Dem dema azadiyê ye” dest bi weşana  rojnameya Welat kirin. Rojnameya Welat wê her roj tenê rûpela yekemîn bê amadekirin û bi awayekî dîjîtal bê weşandin. Hejmarên 2, 3 û 4’an jî bi van manşetan derketin: ‘Terora binçavkirinê’, ‘Kujeran vedişêrin’, ‘Her roj kuştin dizî talan’.

Ji dîaspora û her çar parçeyên Kurdistanê dê nivîskar ji rojnameyê re li ser mijarên cuda binivîsin. Xebatkarên rojnameya dîjîtal ragihandin ku di hejmara ewil a rojnameyê de nivîsa Gulê Algunerhan, Ahmet Aktaş, Cûmalî Dogan, Zeynep Guner û Fehîm Işik heye. Her wiha ji parêznameyên Abdullah Ocalan nivîsek hatiye amadekirin.

Dê li ser malpera rojnameyê  arşîva rojnameyên kurdî yên ji salên 1990’î heta niha hatine weşandin, bên dayîn. Di rojnameyê de nîvîseke edîtoriya rojnameyê hatiye dayîn ku tê de behsa pêvajoya destpêkirina rojnamegeriya kurdî û weşangeriya li dor navê Welat hatiye kirin.

Her wiha çend roj berê xebatkarên rojnameya kurdî ya dîjîtal e-rojnameyê ragihandin ku weşana xwe bi dawî kirine. AMED