spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwebûn bi manşeta “Fêm nakin û nezan in” derket

Rojnameya Xwebûnê ya heftane, di hejmara xwe ya 50’yemîn de û bi manşeta “Fêm nakin û nezan in” balê dibe ser nêzîkatiya dadgeha dewleta tirk a li zimanê kurdî.

Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat a bi KHK’ê hatibû girtin, Îsmaîl Çoban ê ku niha bi awayî girtî tê darizandin, xwest di danişîna Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ya 7’emîn de parastina xwe bi kurdî bike. Dadgehê parastina Çoban qebûl nekir û ji bo gotinên wî yên kurdî got, ‘Hat dîtin ku bersûc pirsên tirkî yên serokê dadgehê, bi zimanekî nayê fêmkirin bersivandiye.’

Rojnameyê bi boneya salvegera qetilkirina serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, di rûpela xwe ya yekemîn de, bi sernavê “Kujerên Tahîr Elçî tên parastin” cih daye merasima bîranîna wî ya ji aliyê Baroya Amedê û saziyên sivîl ve li ber Minera Çarling hat lidarxistin.

Xwebûn vê hefteyê jî bi nûçe û mijarên cihêrengên ên di rojevê de gihîşt xwendevanên xwe. Rojname di vê hejmarê de bi taybetî li ser aloziyên li Şengalê sekiniye û der barê mijarê de du nûçeyên taybet amade kirine. Her wiha bi wergêr û nivîskar Muhsîn Ozdemîr re, têkildarî wergêriya wî û wergerên wî yên ji soranî û farisî bo kurmancî hevpeyvîn hatiye kirin.

Nivîskarên rojnameyê vê hefteyê jî li ser mijarên cur bi cur nivîsîne. Navên nivîskar û nivîsên wan wiha ne: Munewer Azîzoglu Bazan ‘Ministra de Culturas, Despatriarcalización y Descolonización’ (Wezîra Çand, Dekolonîzasyon û Depatriyarkalizasyonê); Yaqob Tilermenî ‘Jozef Czapski: Wênesaz û Nivîskar’; Felemez Ulug ‘Civaka ji bo azadiya xwe têdikoşe’; Hisên Çatikkaş ‘Hişê azad neteweya azad ava dike’; Dr. Abdullilah Polat ‘Korona barê psikolojik ê mayînde ye’; Samî Hêzil ‘Lêgerîn’; Seyidxan Anter ‘Devê deriyê mala xwe bimale’; Mehmet Şahîn ‘Erdogan nêeşkeno reforman virazo’; Cemîl Oguz ‘Destê Homayî’; Riza Uyar ‘Tu bi çi rûyî bacê dixwazî!’; Dogan Hejar ‘Dengekî bisêhr ‘Mem Ararat’; Mefer Kurdil ‘Li ser jiyana Mihemed Arif Cizîrî çend pirs’; Agît YazarZêr zane zor zane devê tivinga mor zane!