spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di 29 salan de 20 hezar jin…

25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinan di serî de li Kurdistanê li her dera cîhanê bi çalakiyên cur bi cur hat pêşwazîkin. Wê rojê rêxistinên jinan tundiya li ser jinan û berxwedana jinan a salekê aşkera kirin.

Li başûrê Kurdistanê jî ji bo 25’ê Mijdarê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de jinan daneyên tundî û qetilkirina jinan parve kirin. Grûba Wijdanê jî têkildarî tundiya li jinan daxuyaniyeke nivîskî parve kir.

Li gorî daxuyaniya Gruba Wijdanê, li başûrê Kurdistanê ji raperîna sala 1991’ê ve, tundiya li jinan zêde bûye û zêdetirî 20 hezar jin bi hincetên cuda hatine qetilkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de bang li jinan hat kirin ku divê têkoşîna li hemberî tundiyê were xurtkirin û êdî tundî li jinan neyê kirin. SILÊMANÎ