26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî dîktatoriyê berxwedana sê ‘Perperik’an

Her sal 25’ê Mijdarê wek Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinan ji aliyê jinan ve, li her dera cîhanê bi çalakiyên cur bi cur tê pêşwazîkirin. Ev dîrok jî wekî gelek dîrokan ji aliyê jinan ve xwedî cihekî girîng e. Ev roj, hem roja qetilkirina sê jinên berxwedêr Maria Teresa Mirabal, Minerva Argentina Mîrabal û Patria Mercedes Mîrabal e û hem jî roja serkeftina têkoşîna van her sê jinên berxwedêr e.

Sê xwişkên berxwedêr ku di dîrokê de bi navê Xwişkên Mîrabal tên zanîn, bi têkoşîn û pêşengiya xwe û her wiha bi dayîna canê xwe dawî li dîktatoriyê anîn ku bi dehan salan li welatê wan serdest bû.

Komara Domînîkê

Welatê Xwişkên Mîrabalê Komara Domînîkê, nêzî 31 salan ji aliyê dîktator Rafel Trujîllo ku bi darbeyeke leşkerî dest danîbû ser welêt, hat birêvebirin.

Ji Trujîllo re ‘Şef’ dihat gotin û navên bajar, çiya û hema bêje her tiştî li gorî hişmendiya xwe guherandin. Kesên li dijî vî dîktatorî muxalefet dikirin, an dihatin kuştin an jî dihatin girtin, wendakirin. Trujîlloyê ji kuştina 50 hezar kesan berpirsyar e, hemû raperînên li dijî xwe bi qetlîman tepisandin. Gelê tehemulî dîktatoriya wî nedikir vê carê dest bi rêxistinên veşarî kir. Ji van rêxistinan yek jî Xwişkên Mîrabel e, ya bi navê ‘Tevgera Clandestine (Perperik)’ e.

Ev her sê xwişk, bi hevjînên xwe re li dijî dîktatoriya li welatê xwe bi awayekî veşarî gel bi rêxistin dikirin. Ev pêşengî, rêxistinkirina gel a ji aliyê her sê xwişkan ve û têkoşîna wan a li dijî dîktatoriyê her diçû mezin dibû û ev yek jî bû sedama ku ji hêla Trujîllo ve wek ‘terorîst’ bên îlankirin. Xwişkên Mîrabel bi gotinên ‘xayinên welat in’, ‘dê zirarê bidin wekhevî û yekitiya welat’ gelek caran tên girtin û îşkencekirin. Heta hemû mal û milkên wan ji destê wan hatin girtin lê tevî vê yekê jî dest ji têkoşîna xwe ya azadiyê bernedan. Êdî hatibû wê astê ku dîktator Trujîllo digot ‘Pirsgirêka herî mezin a welat dêr û Xwişkên Mîrabel in’.

Qetilkirina sê xwişkan

Piştî vê axaftina Trujîllo, di 25’ê Mijdara 1960’an de Xwişkên Mîrabel dema ji hevdîtina hevjînê xwe vedigeriyan, wesayîta wan ji hêla hêzên dîktator ve hat sekinandin. Her sê jinên berxweder ji wesayîtên xwe hatin peyakirin û rastî tecawiza hêzên dîktator hatin û piştre jî bi hovane hatin qetilkirin. Hêzên dîktator ji bo ev her sê jinên berxwedêr, ne ji aliyên wan wekî di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dane bidin nîşandan, Xwişkên Mîrabal dîsa siwarê wesayîta wan dikin û wesayîtê ji zinar diavêjin.

Salek piştî qetilkirina jinên berxwedêr tevgera gel ku tu carî bawer nekirin her sê xwişk di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dane, dawî li dîktatoriya Trujîlloyê anîn. Roja ku sê Xwişkên Mîrabal hatin qetilkirin, di heman demê de bû roja serhildana li dijî dîktatoriyê û di Komara Domînîkê de bû rojeke dîrokî.

Di sala 1981’î de, Komxebata Jinan a Amerîkaya Latînî li Kolombiyayê hatin lidarxistin û di vê komxebatê de 25’ê Mijdarê roja qetilkirina her sê xwişkan wek Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Jinan hat aragihandin. Neteweyên Yekbûyî (NY) jî di sala 1999’an de, 25’ê Mijdarê wek Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinan a Navneteweyî qebûl kir.

Perperik

Nasnavê yek ji Xwişkên Mîrabel Perperik bû. Ji wê rojê şûn de ji bo her sê xwişkan ‘Perperik’ hat gotin. Her sal roja 25’ê Mijdarê sê ‘Perperik’ ji aliyê jinên cîhanê ve tên bibîranîn. Her sal jinên cîhanê roja qetilkirina her sê jinên berxwedêr dadikevin qadan û li dijî tundiyê dengê xwe bilind dikin.

Îsal jî dê hemû jinên cîhanê dakevin qadan; dê hem Xwişkên Mîrabal bi bîr bînin û hem jî li dijî her cure tundiyê bibin yek. Jinên Kurdistanê jî bi taybetî jinên bakurê Kurdistanê bi dirûşma ‘Em xwe diparêzên’ ku çend meh berê Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî her cure tundî, tecrîd, qeyûm û hwd. dabû destpêkirin, 25’ê Mijdarê pêşwazî bikin.

Biryardariya Xwişkên Mîrabal

Ev gotinên Xwişkên Mîrabal ên li dîrokê hatin nivîsîn û ji jinan re bûn mîrate, biryardariya wan a azadiyê nîşan didin:

-Dibe tiştê herî nêzî me mirin be lê ev min natirsîne, em ê ji bo her tişta mafdar têbikoşin. (Maria Teresa Mîrabal)

-Ji ber welatê me tije êş e, kirina hinek tiştan kêfxweşî ye. Mirov nikarin destê xwe bidin ser hev û rûnin. (Minerva Argentina Mîrabal)

-Em ê destûr nedin ku zarokên me di vê pergalê de ku ji rê derketiye  bijîn. Em neçar in li dijî vê pergalê têbikoşin. Ez li ser navê xwe amade me ku her tiştî bikim.

(Patria Mercedes Mîrabal)