Rojnameya Heftane

Femîsîda li ser jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Femîsîd çi ye? Dema ku jin ji ber tundiya mêran jiyana xwe ji dest bidin, ev yek dikare wek femîsîdê bê pênasekirin. Femîsîd, sûcekî nefretê ye ku ji bo ravekirina vê yekê tê bikaranîn

Cîhan Bîlgîn

25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinan a Cîhanê nêz dibe û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê çalakî bi pêngava ‘Ji qirkirin û dagirkeriyê re na, em bi hev re jin û jiyanê biparêzin’ pêk bên. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ên li dijî hişmendiya çeteyên DAIŞ û dewletên dagirker li ber xwe dan/didin gelek êş kişandin, berdêl dan û bi têkoşîna xwe rê nedan zilmê. Cîhan ji reşbûn û tarîtiya DAIŞ’ê xilas kirin û wekî stêrka herî geş ronî dan lê jinên cîhanê zêde li têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî derneketin. Çima ez vê dibejim; li ber çavê cîhanê jin li herêmên dagirkirî wekî Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî tên qetilkirin, tecawizkirin û firotin lê ji aliyê femînîstên cîhanê û kesên ku dibêjin em mafê jinan diparêzin ve tu bertekên tund nayên nîşandan û ev cihê şermê ye.

Tundî çiqas ji dagirkeran ne dûr be, nedîtina tundiyê jî ji hevkariyê ne dûr e. Hovîtiya leşker û çeteyên girêdayî dagirkeran a li warên dagirkirî, ne fîlmeke trajedî, tirs ne jî honak e. Tiştên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk tên femîsîda li ser jinan e.

Femîsîd çi ye? Dema ku jin ji ber tundiya mêran jiyana xwe ji dest bidin, ev yek dikare wek femîsîdê bê pênasekirin. Femîsîd, sûcekî nefretê ye ku ji bo ravekirina vê yekê tê bikaranîn; ji embriyoyê heta cenînê, ji pitikatiyê heta zarokatiyê, ji ciwaniyê heta pîrtiyê, hemû ferdên xwedî zayenda jinê, bi tenê ji ber zayenda xwe yan jî bi hinceta têgihana nasnameya zayenda civakî, ji hêla mêrekî ve yan jî bi motîvasyona mêrekî bê kuştin an jî ji bo ku xwe bikuje, zor lê bê kirin. Femîsîd ango kuştina jinan, demek dirêj ji bo tunekirina civakan, komên etnîkî yên civakan taktîkek bingehîn e. Mîna tundiya li ser jinê û guhertina demografîk, ew beşên domdar ên pratîka jenosîdê ne.

Ne tenê bajarên dagirkî, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên bi paradîgmaya civaka demokratîk, xwezayî û azadiya jinê rêxistina xwe mezintir dikin hedef in. Çi bi rêya êrîşan, gefan çi bi rêya şerê taybet ev tê kirin. Bi êrîşan nasname, ked, têkoşîna jinan dikin hedef û gef li sembola afirandina jiyana azad dixwin, bi şerê taybet jî teşhîr û xirabkirina civakê bi rêya sîxuran dikin.

Di demên dawî de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinên pêşeng, têkoşer bi awayekî hov bi sûîkastan hatin qetilkirin û hîn di ajandaya dagirkeran de hedefgirtina jinan xala yekem e. Gelek jinên sîxur li herêmê hatin girtin ku bi taybetî ji bo ser fuhuşê ew hatibûn erkdarkirin. Dagirker her çiqas dibînin bi êrîşan nikarin vê vînê têk bibin êdî hewil didin di hundir de têkoşîna jinan têk bibin. Ev jî rêbazek ji rêbazên femîsîdê ye.

Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî warê ku li ser paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinan hat avakirin piştî dagirkirinê rewşa jinan li wir çawa ye, li warê dagirkirî  çi diqewime?

Kêm be jî em hinekî behsa hovîtiya leşker û çeteyên girêdayî dewletên dagirkeran ên li warên dagirkirî bikin. Warê ku ji çeteyên DAIŞ’ê hatibûn rizgarkirin dîsa yekser ji hê        la dewletên dagirker ve hatin dagirkirin. Piştî dagirkirinê çeteyan sazî, sembolên jinan hilweşandin. Li bajarê Serêkaniyê ala DAIŞ’ê aşkera hatibû hildan, çarşefa reş li jinan dikin, servekiririna jinan hatiye qedexekirin û jin tên firotin. Li Girê Spî jina ku neynûkên wê xuya kiribûn bi pensê bi awayekî hovane neynûkên wê hatin rakirin. Li Efrînê bi sedan jin hatin tecawizkirin, îşkencekirin û firotin. Yek ji mînaka qurbaniya hovîtiyê Nergîz Dadu, jinek êzidî (23) ji gundê Kemar ê girêdayî Efrînê bû. Nergîz 17‘ê mijdara 2019‘an bi awayekî hovane hat kuştin û şopa zêdeyî deh guleyan li ser canê wê hat dîtin.

Dema mirov van hevokan dinivîse dicemidê lê cîhan bi israr çawa van pêkanînan nabîne? Di sedsala 21’emîn de ev bêdengî pêşeroja mirovan dixe bin metirsiyan. Ji destpêka dagirkirina Efrînê ve ya di sala 2018’an de, heya niha zêdetirî hezar û 564 jin ji hêla dewleta tirk û komên çeteyên cîhadîst ve rastî êrîş û tundiyê hatin. Li gorî rapora Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, ji zêdetirî hezar revandin û windakirinên jinan, bi kêmanî 290 bûyerên girtina kêfî yên hem jin û hem jî zarok hatin belgekirin. Li Efrînê 37 malên fuhuşê hatine vekirin.

Her roj jin li wan herêmên dagirkirî tên qetilkirin. Jinên cîhanê çima bêdeng in? Ev bêdengî dihelê ku mirov bifikire gelo ev jinên tên qetilkirin ne di heman cîhanê de ne û gelek pirsên cuda. Heya niha derheqê van jinên ku rastî zilma dagirkeran tên jinên cîhanê bertekek tund nîşan nedane, bi taybetî jinên femînîst lê ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinan a Cîhanê ez bawer im wê çalakiyan li dar bixin. A girîng di van çalakiyan de dê zilma li jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cih were veqetandin? Femînîstên cîhanê û kesên ku dibejin em mafê jinan diparêzin diyar e ku xwe ji pergala dewletan nikarin xilas bikin.

Ne hêsan e li dijî hovan bi awayekî bixwe bawer û serbilind têbikoşin. Ne hêsan e tevî bêdengiya cîhanê ya li hember qetilkirina jinan, civakeke demokratîk, ekolojîk û bi azadiya jinan hûnandî bê avakirin. Nivîsandina vê her çiqas hêsan be jî dayîna têkoşîn û têkbirina dagirkeran kedek mezin dixwaze. Her çiqas hewildanên femîsîdan li ser jinan hebin jî wê têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hîn zêdetir tarîtiyê ronî bike.

Di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinan a Cîhanê de, haylêbûna tundiya li jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê hişmendiyeke rast û baştir ava bike.