26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gel dikare pêşî li şer bigire

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Li herêma başûrê Kurdistanê geşedanên siyasî û leşkerî êdî hatine radeyeke pir xeternak. Tevî hemû hewildanên partî û aliyên siyasî yên li Başûr û çar perçeyên Kurdistanê PDK di ya xwe de israr dike.

Bi taybetî piştî derketina DAIŞ’ê û êrîşên 2014’an, PDK ji xeta neteweyî dûr ket û bi temamî ket bin kontrola dewleta tirk. Niha li herêmê li şûna rayedarên PDK’ê endamên MÎT’a tirk biryarê digirin û li gor wê jî PDK tevdigere.

Ji ber hewildanên PDK’ê her diçe rewş xeternaktir dibe. Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Mûrad Karayilan bang li Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî kir û jê xwest li hemberî vê rewşa heyî têkeve dewrê lê Barzanî li şûna avê li agir bike, agir gur kir.

Barzanî di daxuyaniya xwe de PKK’ê bi dagirkeriya xaka Herêma Kurdistanê sûcdar dike lê di şerê li dijî DAIŞ’ê de ji bo parastina Herêma Kurdistanê PKK’ê rolek diyarker lîst. PKK ev nêzî 40 sal in li herêma Behdînanê heye. Li vê herêmê xwedî ezmûneke xurt û mezin e. Di nav van salên dûr û dirêj de bi gelê herêmê re tekiliyeke xurt ava kiriye. Lewma şêniyên herêmê tu carî ji hebûna PKK’ê aciz û nexweş nebûne. Bêguman rayedarên PDK’ê vê yekê baş dizanin. Lewma di vî şerê neheq û bêwate de nikare ji xwe re hevalbendan peyda bike. Di vî şerî de yekane hevkarê PDK’ê dewleta tirk e.

Li gorî agahiyên fermî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê Tirkiye 40 kîlometreyan ket nav axa Herêma Kurdistanê. Erdogan jî dibêje; “Me li ku derê xwîna xwe rijandibe, ew der axa me ye.” Piştî vê daxuyaniyê ev pirs tên kirin, gelo wê rayedarên Herêma Kurdistanê bersiva Erdogan bidin an na? An jî sedema hebûna baregehên artêşa tirk ên li herêma Kurdistanê ji ber vê nayên valakirin?

Ji sala 1990’an û vir ve Tirkiye li başûrê Kurdistanê baregehan ava dike û bi cih bûye. Li gorî çavkaniyên Tirkiyeyê û çavkaniyên fermî yên Herêma Kurdistanê heta niha ji 40’î zêdetir baregeh û navendên Tirkiyeyê li ser axa başûrê Kurdistanê hene. Her wiha li gorî agahiyên Lijneya Parlamentoya Herêma Kurdistanê artêşa tirk bi kûrahiya 40 kîlometreyan bi dirêjiya 200 kîlometreyan axa başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Ji vê demê ve bi sedan welatiyên Herêma Kurdistanê şehîd û birîndar bûne lê rayedarên PDK’ê li himberî vê dagirkeriyê bêdeng û bêhelwest in.

Li ser vê mijarê çend pirs tên hişê mirov. Dema DAIŞ’ê êrîşî herêma başûrê Kirdistanê kir PDK û Barzanî ji PKK’ê alîkarî xwest. Di navbera PKK’a 2014’an de  û PKK’a niha de çi cudahî heye? Di rojên teng de xwe bavêje bextê PKK’ê û dema rewş aram bû û şûn ve bi hevkarên xwe ve êrîşkirin dikeve kîjan exlaqî?

Ev hevkariya PDK’ê û dewleta tirk di rojên wisa de hîn pirtir derketiye pêş û ger pêşî lê neyê girtin wê gelê kurd gelek destkeftiyên xwe ji dest bide. Ji bo gelê kurd destkeftiyên xwe ji dest nede û bikaribe pêşî li vê xiyaneta mezin bigire pêwîstî bi ruhekî neteweyî heye. Ev ruh û helwesta neteweyî dikare PDK’ê bi temamî bikişîne ser xeta rast û kurdistanî.

Lewma di serî de gelê başûrê Kurdistanê û her çar perçeyên welat pêwîst e gel dakeve qadan û ji partiyên siyasî daxwaza yekitiyê bike da ku bikaribin pêşî li vê xiyanetê bigirin. Di halê heyî de pêşveçûnên li herêmê diqewimin, bi çend nirxandinên baş û şîretên êrênî nayên sekinandin. Ji ber ku hevkar bi temamî xwe ji hemû bang û nêrînan re girtiye!

Tevî van hemûyan jî berpirsên PKK’ê û KCK’ê banga aştiyê û diyalogê kirin û gotin, “Em şerê navxweyî naxwazin” lê li dijî vê yekê Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî daxuyanî da û li dijî PKK’ê peyama şer da.

Li hemberî vê daxuyaniya Barzanî ji çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat bertek hatin dayîn. Ev jî asta ruhê neteweyî ya gelê kurd nîşan dide. Ger ev bîr û baweriya gel hebe wê hevkar li ser axa Kurdistanê nikaribin xwîna kurdan birijînin.

Ji ber PDK naxwaze were ser xeta yekitiyê ku gel vê dixwaze û piştgirîdayîn di vê siyaseta pûç ya şer de ew bi tenê dimîne. PDK û rêvebiriya wê ger di vê şaşitiya de israr bikin, wê gelê kurd bersiva herî mezin bi helwest û îradeya xwe ya li dijî şerê kurd bi kurd nîşanî wan bide.

Çi dibe bila bibe pirsgirêk çiqas mezin be bila bibe, ne gengaz e ku bi riya diyalogê neyê çareser kirin. Berpirsên PKK’ê di her daxuyaniya xwe de îşaret bi diyalogê kirin û gotin: “Em amade ne ku meseleyê bi riya diyalogê çareser bikin.”

Pêwîst e meseleyên Kurdistanê di nav hêz û partiyên Kurdistanê de bên çareserkirin. Ji bo vê yekê banga Mûrad Karayilan bi wate û girîn bû. Mixabin aliyên PDK’ê ne xwedî heman hestiyariyê ne.