Rojnameya Heftane

Jozef Czapski: Wênesaz û Nivîskar

Dema mirov endamê civakeke bindest be û li gorî pergala serdestên xwe di çerxa perwerdeyê re derbas bûbe, bivê nevê ji hişmendiyê bigire heta tevgerên xwe yên jiyanî li gorî wê pergalê teşe digire. Ger mamoste be weke mamosteyekê/î wê pergalê, ger karsaz be weke karsazekê/î hewcedarê zagonan, ger avahîsaz be weke avahîsazekê/î bi regezên diyarkirî re guncandî û ger hunermendek be weke hunermendekê/î bi agahiyên ji zimanê fermî gihîştî afirîneriya xwe û hilberîna xwe dike. Bi tenê kesên ku bi hewldaneke dijrêzî derketibin derveyî rê û rêçikên jiyana serdestan û di ser zimanên dîtir re xwe bi pêş xistibin, ne ji sedî sed be jî bi rêjeyeke erênî dê karibin weke şeydayên ji komeke dîtir di nav hilberînekê de cih bigirin.

Dibe ku li hemberî tesbîteke wiha gelek dengên dijber bilind bibin, lê rastiya jiyanê û jiyînên mirovên ne ji koma serdestan dikarin weke mînakên şênber xwe bidin selmandin.

Bi qasî 25 salan e di nav seqaya kurdînûsiyê de cih digirim û bi esehî hewl didim ku xwe ji pest û bandora civaka serdest biparêzim, lê zimanê serdest ê hem min perwerdeya xwe pê kiriye û yê min hewl daye di ser re xwe bigihînim qad û quncikên hunera cîhanî, her tim ez di nav qefeseke tengik de zevt kirime û her astengî ji min re çêkiriye ku xwe bi her awayî bigihînim agahiyên rasteqînî yên cîhaneke dîtir. Ji lew re min karibûye di ser zimanê serdestî re xwe bigihînim wêjeya cîhanê û bi tenê berhemên ku li vî zimanî hatine wergerandin bûye para xwendina min û para xwepêşxistina min. Li vir mînaka “min”ê weke kirde ne ez bi tenê me, yek ji nimûneyan e ku zehfên hevalbendên me dikarin ji bo xwe jî guncav bibînin. Çimkî, piştî salan ku ez ji nav seqaya serdestiyê hinekî bi dûr ketim, çêtir têgihîştim ku di qada wêjeyê de jî û di qada hunera cîhanî de jî çiqasî ji dewlemendiyeke bêhempa bêpar mame. Min fam kir ku xerabiyên pergalên totalîter dîsa bi pênûs û firçeyên hunermendan dikarin werin aşkerakirin.

- Advertisement -

Ger tesbîta xwe bi mînakekê berbiçav bikim, qest û mebesta min ji “bêparmayînê” hinekî din dê baştir were famkirin. Welatê ku ez lê dijîm, li her quncik û kenarên wê cihên weke çandxanê û muzexane zehf in. Jixwe hejmarên galerî û kargehên hunermendan bêhejmar in. Ger mirov bixwaze, dikare her rojê xwe bigihîne cihekî cuda û bi agahiyên nebihîstî bîra xwe ya rewşenbîrî dagire.

Bi vê mebestê ez li gel malbata xwe bi çûna saeteke rê li cihekî wiha pirçandî bûm mêvan û min bi gera xwe ya li nav galeriyeke taybet ji bo temaşekirina wêneyên hunermendekî gewre cehd da. Hem hêwanên pêşangehan, hem pirtûkxaneya pêncqatî ya bi mîmariyeke resen avakirî, hem odeyên xebatê yên nivîskaran û hem jî kafeya xwarin û vexwarinê li nav gundekî ancax di xeyalên mirovên hunerhez de dikarin cih bigirin.

Di serencama cehda xwe de jî pê hesiyam ku mirovek heye ku bi qasî sedsalekê mohra xwe li jiyan û cîhana hunerî daye. Jixwe ev naskirin jî bi saya zanîna hinekî bi zimanê fransî û li welatekî weke Swîsreyê bû para min. Li gundekî biçûk, di pala çiyê de cihekî berfireh ê li ser çend donim erd ku tenya ji bo karên hunerî terxankirî û ji bo xwegihandina hêsan, derfeta dîtin û şahidiya mirovekî nû da min: Jozef Czapski.

Mirovê bi navê Jozef Czapski (1896-1993) ku li Pragê li qesra apê xwe yê bi navê Franz von Thun und Hohenstein hatiye dinê, zarokiya xwe li Minska nêzîkî sînorên rojhilata Polonyayê jiyaye (Rûsyaya Spî ya îro) û ji ber awustiryayîbûna dêya xwe, almanîbûna bavê xwe û polonîbûna pîrika xwe li nav malbateke arîstokrat mezin bûye. Ew weke ciwanekî bûye şahidê torinîbûna ewropî ya li nav siyasetmedar û dîplomatan jî. Serdema ew tê de jiyayî, bi şer û peymanên aştiyê, guherînên sînoran û dîrokeke nû re li hev zêde bûye. Ji ber ku ew di 96 saliya xwe de li Fransayê çûye ber dilovaniya Xwedê, di heman katê de weke aktorekî û çavdêrekî sedsala 20’emîn de jî jiyaye. Wî Rûsyaya împeretoriya kevin jî dîtiye, şahidiya şoreşa 1917’an jî kiriye û di nav leşkerên polonî de gihîştiye mertebeya serbaziyeke bilind jî û bi veqetîna ji leşkeriyê bi xweseriya xwe ya resen hesiyaye û li gel hin hevalên xwe komeke pasîfîst a hunerî damezirandine.

Ji ber avabûna welatê Polonyayê derbasî wir bûye û ji naçarî di karekî leşkerî de peywir girtiye. Peywira wî, peydakirina serbazan bû ku ji ber tawanbariya sixurtiyê ji teref Bolşevîkan dihatin girtin û kuştin. Bi derbasbûna xwe ya nav Rûsyayê derfeta naskirina nivîskarên navdar ên weke Merejkovski, Hippius, Filosovof, Crapski, Inco û gelek kesên din bi dest xistiye. Sala 1923’yan di binê hîmayeya mamostayê xwe Jozef Pankiewicz de bi hevalên xwe re Komîteya Parîsê ava kirine ku xwendekar karibin li Fransayê bi fonekê perwerdeya xwe bikin û weke rêberê komeke 12 kesên wênesaz gihîştine Parîsê.

Jiyana wî ya têkelî wênesaziyê bi vî awayî dest pê kiriye û li gelek navendên Ewropayê yên weke Cenevre, Parîs, Varşova, Cracowê pêşangehên xwe vekirine. Pê re jî di kovarên hunerî û wêjeyî de dest bi nivîsîna gotaran kiriye. Bi Şerê Cîhanê yê Duyemîn re ku Polonya ji teref Sovyetê ve hatiye bidestxistin, Czapski û bi hezaran hevalên xwe di kampekê de weke dîl hatine mehkûmkirin. Wî ji bo ku di kampê de êşên hevalên xwe bitemisîne, dersên fransî daye wan û di ser berhema Li Ser Şopên Demên Wendayî ya Marcel Proust re konferansên wêjeyî pêşkêş kirine û ev konferansên wî li ser kaxizan bi pênûsa rijî di sala 1941’ê de (Proust contre la déchéance) hatine nivîsandin.

Bi peymana Alman-Sovyetan bi serbestberdana girtiyan a biryara Stalîn re ji bo azadkirina Polonyayê li gel sergordên rûsî dest bi xebatan kiriye. Piştî ku bihîstiye Stalîn biryara kuştina 20 hezar hêsîran daye, xwe ji nav wan leşkeran rizgar kiriye û bi vî awayî li jiyanê maye. Van bîranînên xwe di pirtûka xwe ya bi navê Souvenirs de Starobielsk et Terre Inhumaine (Bîranînên Starobeilskê û cîhana dermirovî) de nivîsandine (1944). Digel ku Yekitiya Sovyetê ev qirkirin red kiriye jî Czapski her tim bîranîna wan serbazan zindî hiştiye û tim tûşî tawanên Sovyetê hatiye.

Jozef Czapski ji Meşeda Îranê, di ser Iraq, Felestîn û Misirê re ji bo şer çûye Îtalyayê. Li wir bûye serokê Saziya Enformasyon û Propagandayê ya Cîhana Duyemîn. Pirtûkên nivîskarên mixalif weşandine û çalakiyên hunerî li dar xistine. Li ser fermana Stalînî li Polonyayê îlankirina pergala Komunîzmê, Czapski weke mirovekî xayin hatiye binavkirin. Li Romayê di bin banê Enstîtuya Wêje û Kulturê de kovareke bi navê Kultura bi hevalên xwe yên navqedexe weke Milozs, Gombrowicz, Boris Pasternak, Aldous Huxley, Soljenitsyne derxistine. Kovar ji ber dijberiya Stalînî tim gef û gurr xwarine û bi saya nivîskarên weke Andre Malraux, Daniel Halevy û Albert Camus li ber xwe daye. Kovarê di sala 1947’an de navenda xwe biriye Fransayê û heta dawiya sedsala 20’emîn jî weşana xwe berdewam kiriye. Czapski di ber re jî nîgarkêşiya xwe ya wênesaziyê berdewam kiriye û di gelek pêşangehan de cih girtiye. Digel ku bala wî bêtir li ser wêneyî bûye, wî dest ji nivîsînê jî bernedaye û bûye weke kesekî herî mezin ê nivîskariya Polonyayê. Di maleke yekodeyî ku weke kargeha hunerî bi kar aniye, bi jiyaneke mutewazî konferans dane, qurs û semîner pêşkêş kirine û li dijî totalîterîzma Sovyetî xebat meşandine. Di Kongreya Çanda Azad de weke aktîvîstekî cih girtiye û raya xwe ji bo girtiyên siyasî û qurbanên binê zilmê bi kar aniye.

Berhemên Jozef Czapski bi taybetî li galeriyên Parîs, Londra û Swîsreyê têne pêşandan. Swîsre ji bo wî cihekî taybet e: Li vir bi feylesof Jeanne Hersch û hunermend Thierry Vernet û Florsitella Stephani re hevaltiyên xurt kiriye. Weşanxaneya L’Âge d’Homme ya ku wergerên pêşîn ên ji fransî weşandine, li Swîsreyê ye. Dîsa weqfa Jan Michalski ya li Swîsreyê xebata weşandina teksta li ser kaxizê ya bi pênûsa rijî nivîsandî (Proust contre la déchéance) dimeşîne ku wê ji rizandinê biparêze. Di sala 1985’an de Czapski ji bo Nouvelle Biennale de Parisê hatiye vexwendin; li wir weke mirovê herî temendirêj ê xwedî rûmetê hatiye pejirandin. Ew di 12’ê çileya 1993’yan li Maisons-Laffitte ya Fransayê çûye ber dilovaniya Xwedê.

Helbet Jozef Czapski û gelek hunermendên cîhanî hem bi afirîneriya xwe û hem jî bi aktivîstiya xwe rengvedaneke bêhempa dane jiyana hunerî û pê re jî bûne weke wijdanê mirovatiyê ku xerabiyên pergalên totalîter aşkera kirine. Jixwe ji bo naskirina jiyana wan bi giştî pêdivî bi hezaran rûpel dokumentan heye. Belkî bi çend gotinên hêsankirî min xwest ez wî bi xwînerên kurd bidim naskirin û helbet ji bo ku ez mirovekî wiha xwedî jiyaneke sedsale nas bikim, diviyabû min xwe ji zimanekî serdest bi dûr bixista û zemanekî nêzîkî nîvsedsalekê li dû xwe bihişta. Bi hêviya ku rojekê berhemên wî ji bo zimanê kurdî jî werin wergerandin.