5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mistefa Emîn: DAIŞ dê li Ewropayê êrişan bike

Pisporê kar û barên terorê Mistefa Emîn diyar kir ku DAIŞ dixwaze bi hêz vegere, ji ber wê êrişeke wisa mezin li Moskovê kir û got: “Îhtîmal heye DAIŞ êrişan li Ewropayê bike.”

Pirsporê kar û barên terorê yê ji Misirê Mistefa Emîn ji nûçegîhanê ANHA’yê Yahya El Hebîb re axivî  û diyar kir ku piştî êrîşa li Moskovê aşkera bû ku komeke girêdayî DAIŞ`ê navê “Şaneyê Tîmsahên Rêxistinê” li xwe kiriye û got: “Dibe ku DAIŞ`ê dest bi stratejiyeke nû kiriye, ew jî jinavbirina artêşan e, mîna ku li Sûriye û Iraqê dike û kontrolkirina bajaran bi awayekî demkî mîna li Lîbyayê û rojavayê Afrîkayê kiriye. Li kêleka vê stratejiyê şaneyên bi navê Tîmsahan ên girêdayî DAIŞ`ê hene û xwedî li fikrên wê derdikevin û li gelek dewletan êrişan dike. Em dikarin bibêjin ku li dewletên DAIŞ`ê êriş dike, alîgirên wê hene.”

Li gorî Emîn li Rûsyayê komeke misilman hene ku hinek ji wan ji “dewleta îslamî yên Asyaya Navîn” in, xwedî li fikrên DAIŞ`ê derketin û xwestin bi vê êrişê girêdana xwe bi DAIŞ`ê re aşkera bikin û wiha domand: “Wan deverên li dora Moskovê hilbijart, ji ber ku ewlehî hinekî li wir sist e û dikarin êrişî kombûnên mezin bikin mîna ku DAIŞ dixwaze bi rêya wê balê bikişîne ser xwe.”

Mistefa Emîn ev li gotinên xwe zêde kir: “DAIŞ`ê careke din vedigere qada terorê ya cîhanê, şiyanên xwe ji nû ve diyar dike ku dikare endamên din bi xwe ve girê bide ji bo ku di nava dewletên ku bi dewletên kafir bi nav dike de êrişan bike. Propaganda dike ku ew ji bo tola welatiyên Xezayê û muslimanên li cîhanê ji dewletên rojavayî hilîne, van êrişan dike.”

Der barê nîşaneyên vê êrişê de Mistefa Emîn got: “Gelek nîşaneyên girîng hene. Ew jî vegera DAIŞ`ê ye lê vê carê bi hêztir û dikare endamên din û komên din di hundirê dewletên rojavayî de bi xwe ve girê bide. Her wiha cografiya êrişên xwe firehtir kir. Di nav de Rûsya heye. Ev tê wê wateyê ku DAIŞ`ê berê xwe daye dewletên din. Heke bi rêya telegramê gelek kes girêdana xwe bi DAIŞ`ê ve ragihand, wê demê DAIŞ dikare bi hêz vegere qadê.”

Li gorî Emîn gelek encamên girîng ji vê êrişê hene ku sîstema ewlekariyê ya Rûsyayê hatiye têkbirin û ji bo Pûtîn derbeyeke û wiha axivî: “Encama duyemîn jî, ew e ku DAIŞ xwe bi pêş dixe û hêza wê ya leşkerkirina endamên din zêde bûye û cografiyaya wê firehtir bûye.”

Der barê êrişên muhtemel ên DAIŞ`ê de Emîn got: “Dê êrişên din hebin ji bo ku bala komên din ji gelek dewletan, di serî de Ewropayê, bikişîne. Dê bi rêya “gurên bi tena serê xwe” bigihêje vê armancê ku bûyerên kuştinê, teqînên diyar û êrişî dêran bikin. Ev hemû bi şiyana DAIŞ`ê ve girêdayî ye ku endamên din bikişîne cem xwe û bikare êrişên wiha bike.”

Emîn hişyarî da ku divê cîhan baldar be û divê stratejiya sekna li hemberî DAIŞ`ê biguhere û heke wisa neke, dê qurbaniyên din çêbin ji ber ku DAIŞ bi hêz, tundî û bi awayekî xwîndar êrişan dike û tenê sivîl berdêla paşguhkirina civata navneteweyî didin û wiha domand: “Divê hêzên navneteweyî piştgiriya şirîkên xwecih bikin, ji bo ku şerê terorê bikin û DAIŞ`ê li Sûriye, Iraq û Afrîkayê tune bikin. DAIŞ berfirehtir bûye û êdî sekneke cîhanî ya giştî pêwîst dike ji bo ku ji holê bê rakirin.”

Di dawiyê de Emîn got: “Rewş li Afrîkayê derfetê dide ku hêza DAIŞ`ê zêdetir bibe, ji ber ku derbeyên leşkerî li wir berdewam in. Aborî û siyaseta Sûriyeyê ya xirab jî, rê li pêşiya wê vedike ku bimîne û mezin bibe. Li Efganistanê şer berdewam e. Bêaramî li cîhanê belav dibe. Ev jî dibe sedem ku DAIŞ careke din vegere. Ji ber wê divê civata navneteweyî roleke rastîn li hember DAIŞ`ê bilîze.”