spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MKG’ê Lîjneya Giştî ya Yekemîn li dar xist

MKG bi Lîjneya Giştî ya Yekemîn reveberiya xwe ya nû diyar kir

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) yekemin civîna xwe ya Lijneya Giştî li avahiya komeleya xwe ya li nevçeya Yenişehir a Amedê pêk anî. Gelek rojnameger tev li Lijneya Giştî ya Yekemîn  a MKG’ê bûn. Ji bo diwanê Berîvan Altan, Şîlan Çîl û Nafiye Bal hatin hilbijartin.

Rojnameger Bêrîvan Altan beriya ku rêveberiyê diyar bikin bal kişand ser girîngiya Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê û ev tişt anî ziman: “MKG di têkoşîna li dijî zimanê mêrperest yê çapemeniyê de xwedî cihek girîng e. Pênûsa ku ji Gurbetelliyan hat wergirtin îro ji aliyê Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê ve tê parastin.”

Piştî axaftinê Bêrîvan Altan endamên rêveberiyê hatin hilbijartin. Rêveberiya nû wiha ye;

Endamê rêverberya Lijneya Giştî: Sultan Mercan, Arjîn Dîlek Oncel, Safiye Alagaş, Pinar Ural, Derya Ceylan.

Endamê Cîgir: Ceylan Akbaşli, Aysel Işik, Bahar Bal, Nurcan Yalçin, Derya Us.

Lijneya Çavderiyê : Asli Erdem, Rozerîn Gultekîn, Solîn Alphan.

Endamê Cîgir ê Çavderiyê: Berîvan Kayi, Lorîn Baran,  Gulçîn Şanli.

Endama Damezrîner a MKG’ê Roza Metîna piştî hilbijartina endamên rêveberiyê wiha axivî: “Em hêvîdar in ku ev lijne ji bo rêxistinbûna jinên rojnameger bibe gavek. Têkoşîna ku bi salane em li dijî zimanê zilamtî û zîhniyeta mêranî didin meşandin wê mezin bibe. Bi salan e bi polîtîkayên şerê taybet êrîşî rojnamegerên jin û Çapemeniya Azad dikin. Em hêvîdar in ku gavên îro tên avêtin bibe bersiva hemû êrîşan.”