28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêwîstî bi konferanseke ziman heye

Pêwîstî bi konferanseke rêziman a bi tevlêbûna zimannasên di nav hemû saziyên li ser ziman xebatê dikin heye û ev yek divê ji siyaset, partî, bîrdozî û berberiyê dûr be. Ziman zimanê giştiya civakê ye.

Gelo li nav kurdan keseke/kesekî pirtûkeke li ser rêzimana kurdî nenivîsiye maye? Kî du peyvên kurdî hîn bibe, kî du rojan perwerdeyeke kurdî bibîne, kî were ser saziyeke bi kurdî mijûl dibe, kî çend şagirt an pirtûkan li derdora xwe bibîne, te dît dest pê kir, pirtûkek li ser rêzimana kurdî nivîsî.

Yanî camêr/ciwanîk bi gotarekê jî qayil nabe, yekser dest bi nivîsîna pirtûkê dike. Yên miletên din heta pirtûkeke rêziman dinivîsin bi salan gotarên wan di rojname û kovaran de tên nîqaşkirin, ên me, em navên wan bi nivîsna yekser a pirtûka rêziman hîn dibin. Ji bo me kurdan jî her pirtûka nû were nivîsîn tê wateya redkirina pirtûkên berê hatine nivîsîn, ji ber ku di her pirtûka nû de sedî sed em li tiştekî nû rast tên. Ew kesa/kesê hinekî kurdî hîn bûye, bi gumaneke mezin ji xwe re wisa dibêje; ‘Ji xwe ez ji filankes û bêvankes çêtir ji vî îşî fêhm dikim, erk jî di destê min de ye, derfet jî li ber min hene, tişta filankes nivîsiye ne rast e, ez ê ya rast binivîsim’ û dest bi nivîsînê dike. Niha tê bibêjî; ‘Ma ger dizane, bila binivîse, çi xem e?’ Rast e, ger dizane, bila binivîse, lê ger nizane çima dinivîse?

Ez dihizirim, gelo gava Celadet û Leskot dest bi nivîsîna Gramera Kurdî kirin, di navbera xwe de çend caran peyivîn, çend rojan plansazî çêkirin, çend caran bi hev şêwirîn, çend caran an rojan lêkolîn kirin? Gelo Celadet hema wisa wek Muhamedê misilmanan wehî jê re hat, got, Iqra bi ismî allah û dest pê kir Gramera Kurdî nivîsî, yan li Kurdistanê, li nav mirovan geriya, li devokan û mirovan guhdarî kir, hizirî, lêkolîn kir, şêwirî, pirsî, hilanî û danî û piştre nivîsî?

Xwezî Celadet sax ba

Gelo gava Celadet dest bi nivîsîna gramerê kir, berî wê fikra xwe, yan zanîna xwe li ciyekî weşand, da ku mirov bixwînin, bibînin, rexne bikin, lê hema rahişt qelemê, nivîsî û got: “Aha ji we re gramera kurdî, ji îro û pê ve vê esas bigirin û her tiştê hûn dizanin ji bîr bikin?”

Bê îstisna her kesa/kesê li nav kurdan pirtûkeke rêziman nivîsiye devoka xwe derxistiye pêş û parastina wê kiriye. Dîsa her kesa/kesê rêzimana kurdî nivîsiye çûye çend pirtûkên rêziman peyde kiriye daniye ber xwe, li hin rûpelên wê nêriye û bi hêza xweîknakirina di hundirê xwe de qelema xwe livandiye. Divê ji wan pirtûkan tiştekî cudatir binivîse, ku bibêje, ya esasî ya min e. Ger wek wan binivîse, wê demê wê mirovên din bibêjin, ma ji xwe pirtûkên din jî wisa dibêjin, te çima wek wan nivîsî?

Divê cuda binivîse!

 Di romanekê, çîrokekê, gotarekê de dikare kêmasî heta şaşitiyên rêzimanî hebin, lê di pirtûkeke rêzimanî de gelo divê hebin, an çima hebin?

Lê tu li pirtûka rêziman dinêrî û tu difikirî, gelo ez japonî hîn dibim an kurdî? Dibe ku dayik û bavê te bi te re wisa axivîne, lê ew nayê wê wateyê ku tu bixwazî kurdên her çar parçeyî wek te û dayik û bavê te biaxivin. Dibêje; “Jixwe li Kurdistanê devoka herî rast a herêma me ye!” Her bijî! Te çend salan ev lêkolîn kir? Deh, bîst, sih, çel? Jixwe temenê te di navbera 20 û 30’î de ye. Em bibêjin, derfeta te ya lêkolînê tune ye! Wê demê tu çend salan bi ziman xebitî? Mînak te çend salan dersên kurdî da zarok an mezinên ji herêmên cuda, ji ber ku pirsgirêkên rêzimanî herî çê di dema perwerdedayînê de derdikevin pêşberî mirov.

Ê, dibêje; ‘Li welêt zimanê kurdî qedexe ye, derfeta min û perwerdeyê bidim tine ye». Ji xwe tu pirî caran bi hevalên xwe û malbata xwe re jî bi tirkî diaxivî. Gava tu gotarekê dinivîsî avahîsaziya hevokên te jî bi tirkî ne, lê çi nabe dilê te bi kurdî re ye! Tu dikarî pirtûkeke rêziman binivîsî û serê xwendekarên kurdan tu jî tev li hev bikî, ma wê çi bibe?

Li aliyê din dibêje, «Ji xwe ev çend sal in ez perwerdeya kurdî didim», an «ez berpirsyarê saziyeke, dibistaneke kurdî me» ji bo wê tu jî dikarî hema dest bi nivîsîna rêzimana kurdî bikî, tevî bingehekî te yê rêzimanî tine ye, lêkolîn jî zêde pêwîst nake, ji xwe tu berê vî îşî dizanî û gava tu bibêjî rastî ev e, ma kî dikare dilê te bihêle û li dij te derkeve?

Rêzimaneke Mîr Celadet heye

Xwedê aqilekî bide me kurdan. Rêzimaneke Mîr Celadet heye, hîn me bi hûrgulî nexwendiye, li ser lêkolîn nekiriye, nirxandinek erênî yan neyînî li ser nenivîsiye û nedaye nêrîna raya giştî, em dest bi nivîsîna rêzimana xwe dikin û piştre jî bi serbilindî propagandaya wê dikin, dibêjin: Rêzimana herî çê ya min e, werin tev lê bibin. Em nabêjin, «Min rêzimanek nivîsiye, berî ez çap bikim, ez bidim kesên zimanzan, saziyên zimannas, lêkolînêrên ziman, nêrîna wan bistînim, gelo min rast nivîsiye, şaş nivîsiye, bê ku hay û bayê kesî jê bibe, camêr dide çapê, derdixe piyasayê û dibêje, min rêzimaneke delal derxist, werin sêvan, sêvên gundê me buha ne, werin sêvan!’

Gava mirov pirtûkeke rêzimanê civakekê binivîse, bêguman xebateke hêja û bêhempa ye, lê ma navê ku berî çapkirinê mirov nêrîna hin kesên ji wê civakê jî bistîne û bibêj; ‘Kesino, gelo nêrîna we li ser vê mijarê çi ye?’

Niha ger em dest bi jimartina pirtûkên rêziman bikin, bawer kin, jimara wan nediyar e. Êdî navê pirtûkên rêziman jî wisa bûne: Rêzimana filankes, rêzimana bêvankes, rêzimana vê saziyê, rêzimana vî parçeyî, rêzimana vê televiyonê, ya vê rojnameyê, ya vê weşanxaneyê, bûye çirika rêzimanan.

Kesek, hêzek, saziyek, otoriteyek jî dernakeve, nabêje, xwişkino, birano wisa em bi ku ve diçin, em çi xweliyê li serê xwe û rêzimanê xwe û zimanê xwe dikin! Ka rawestin, li şûna em her yek ji xwe re bircekê lêkin, werin em hêz û zanebûna xwe bikin yek û ji civaka xwe re kelehekê ava bikin. Keleheke li ser bermayiyên Mîr Celadet û Hawarê. Çima nebe?

Pêwîstî bi konferansekê heye

Ji bo vê pêwîstî bi konferanseke rêziman a bi tevlêbûna zimannasên di nav hemû saziyên li ser ziman xebatê dikin de heye û ev yek divê ji siyaset, partî, bîrdozî û berberiyê dûr be. Ziman zimanê giştiya civakê ye. Yekî faşîst jî, yekî komunîst jî wê bi kurdî biaxive, ji ber zimanê dayika wê/wî ye. Ji bo wê divê herkes di konferansê de were bicîkirin. Konferans nebe konferansa filankes, bêvankes, herçendî filankes û bêvankes pêşengî û amadekariyê bike jî. Di vê konferansê de em ê karibin gelek pirsgirêkên xwe yên rêzimanî, perwerdeyî, çapgerî, weşangerî û yên din çareser bikin an herî kêm gengeşe bikin û nêrîna hev zanibin.

Em kurd her yek bi serê xwe ne, her nivîskarek dewletek e, her saziyek împaratoriyek e, her kurdîzanek komarek e û tev serbixwe ne. Serbixwebûn xweş e, lê ziman ê civakê ye, ne yê kom û kesên serbixwe ye, ji bo vê divê bangî hemû civakê bike, ev jî bi tevlêbûna hemû beşên civakê dikare riya xwe sererast bike.

Hîn ku yên bê rêzimana kurdî mane jî dest bi nivîsîna rêzimana kurdî nekirine, divê bi lez û bez amadekariya konferanseke ziman were kirin. Vê yekê enstîtuyên kurdî dikin, rojnameya Xwebûn dike, radyo û televizyon dikin, partî û rêxistin dikin, xwendegehên kurdî dikin, kî dest pê dike bila bike, lê divê bi rastî êdî were destpêkirin, yan na em ê di nav rêzimanan de riya xwe winda bikin û bê ziman û rêziman bimînin.