spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkoşîna PKK’ê hêzê dide jinên neteweyên cuda

Rojnameger Kawe Fatêhî bal kişand ser têkoşîna li Rojhilat û Îranê tê meşandin û wiha got: “Jinên PKK’yî çawa bandor li jinên bakur, rojava û başûrê Kurdistanê kirin, bandorê li Rojhilat jî dikin. Ev bandor her ku diçe li Îranê jî berbelav dibe.”

Pirsgirêkên ku bi salan in ji ber pêkanînên rejîma Îranê di nav civaka Îranê de rû didin bi kuştina Jîna Emînî ya di 16’ê îlona 2022’yan de xwe bi çalakiyan da der. Çalakiyên ku li bajarê Saqizê yê rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin li hemû bajarên Îranê belav bûn. Çalakî hê jî bi awayên cuda berdewam dikin. Bi çalakiyên Jin Jiyan Azadî re fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di nav civakê de belavtir bûn.

Em der barê bandora serhildana Jin Jiyan Azadî, bandora fikrên Abdullah Ocalan, nerazîbûnên civakê bi rojnameger Kawe Fatêhî re axivîn.

Rojnameger Kawe Fatêhî di destpêka axaftina xwe de destpêkirina serhildana Jin Jiyan Azadî bi bîr xist û wiha got: “Piştî kuştina Jîna Emînî çalakiyên ku li bajarê Seqizê dest pê kirin xwe bi felsefeya dirûşma Jin Jiyan Azadî ya Rêber Apo li kolanan birêxistin kir. Di serhildana pêşengiya jinan de bi sedan kes hatin kuştin bi hezaran kes hatin girtin. Cara yekemîn di vê serhildanê de gelên cuda xwestin felsefeya vê dirûşmê fêm bikin. Ji ber vê yekê li ser nêrîn û pirtûkên Rêber Apo xebat hatin meşandin dirûşma Jin Jiyan Azadî wergerê farsî hat kirin (Zen Zendegî Azadî).”

Kawe Fatêhî da zanîn ku potansiyela serhildana Jin Jiyan Azadî ya di nav civakê de hê jî zindî ye lê rejîm hewl dide bi tundiyê serhildanê wek ku qediya be nîşan bide û ev tişt anî ziman: “Rejîm çi qas bixwaze vê serhildanê biqedîne jî di çirûskekî de çalakî dîsa gur dibin. Çalakiyên li ser torên civakî hê jî didomin. Her wiha sloganên ku li ser dîwaran hatine nivîsîn bîra gel zindî dihêlin.”

Bandora Abdullah Ocalan û PKK’ê

Fatêhî got ku tundiya rejîma Îranê ya li ser neteweyan bi taybet jî li ser jinên neteweyên cuda zêdetir e û wiha got: “Jin hem ji ber jinbûna xwe hem ji ber neteweyên xwe hedef tên girtin. Ji ber vê tundiya ku li ser wan tê kirin navenda vê serhildanê jin bûn. Pan-îranîst di destpêka serhildanê de xwestin dirûşma Jin Jiyan Azadî ya ku bû sembola vê serhildanê ji rastiya wî dûr bixin. Hin hîzbên cuda jî piştgirî dan vê hewldanê. Lê civak bixwe di wê ferqê de bû ku ev dirûşm encama fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê ye. Her wiha keda jinan a di vê felsefeyê de jî tê zanîn. Tê zanîn ku jinên wek Sakîne Cansiz û Nagihan Akarsel ji ber parastina vê felsefeyê ji aliyê dewleta tirk ve hatine terorkirin.”

Hewldana berovajîkirinê

Kawe Fatêhî bal kişand ser dijberiya hişmendiya mêrperest a li dijî serhildanê û wiha pêde çû: “Pan-îranîst felsefeya dirûşma Jin Jiyan Azadî napejirînin. Ji bo wan ne neteweyên cuda ne jî mafên jinan ne girîng in. Ji ber vê dijberiya xwe dirûşma ‘Zilam, Niştiman, Avakirin’(peyva avakirin ji bo domandin û xurtkirina rejîma Îranê tê bikaranîn) ku xwe dispêre hişmendiya mêrperest berz kirin. Lê ev hişmendî heta niha jî nikare li hemberî Jin Jiyan Azadî bi ser bikeve.”

Konfederalîzma Demokratîk

Rojnemager Kawe Fatêhî ji bo rewşa rojhilatê Kurdistanê û fikra konfederalîzmê ev tişt anî ziman: “Kurdistan ji destpêka avakirina rejîma Îranê ve heta niha tim wek tehdît dihat dîtin. Lê piştî serhildanê tirsa rejîmê ya ji rojhilatê Kurdistan zêdetir bû. Niha Tirkiye çawa Bakur wek xetere dibîne bi heman awayî rejîm jî li Rojhilat wisa dinêre. Konfederalîzma Demokratîk a ku encama xebatên dûv û dirêj e heta niha li Îran û rojhilatê Kurdistan zêde nedihat nasîn. Lê bi serhildana Jin Jiyan Azadî re ev fikir jî belavtir bû. Niha li gor serdemên berê tevlibûna jinan a di siyasetê de xurtir e. Her wiha têkiliyên di navbera jinan de li goîr berê xurtir e. Mînak jinên belûc û yên kurd her ku diçin pêwendiyên xwe zêdetir dikin. Di dema serhildanê de jinên azerî digotin Kurdistan Azerbaycan e, Azerbaycan Kurdistan e. Ev hatina gel hev a neteweyên cuda bi saya serhildanê pêk hat. Di hevgirtina neteweyan de bi taybet jî piştî serhildanê asteke baş hat bidestxistin lê ji bo pêşxistina fikra Neteweya Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk pêwistî bi xebateke mezin heye.”

Rewşa jinan û têkoşîna PKK’ê

Fatêhî got ku hêzên pan-îranîst bi tu awayî di nav gel de wekheviyê qebûl nakin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hewl didin serweriya nêrîn û fikrên xwe ya mêrperest di nav civakê de biparêzin. Hikûmeta niha jî di hemû qanûnên xwe de dijberî jinan e. Jin dema li Tehranê porê xwe vebikin dibe pirsgirêk lê ev bertekên van pirsgirêkan li bajarên kurdan ango li bajarên ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatine dagirkirin tundtir in. Mînak jineke fars dema porê xwe vebike dikeve girtîgehê li bajarên bindest tê kuştin. Bi astengiyên ku rejîm derdixe re kesên xwediyê hişmendiya mêrperest jî ji xebatên jinan re dibin asteng. Lê têkoşîna jinên PKK’yî çawa bandor li jinên bakur, rojava û başûrê Kurdistanê kir wiha bandor li Rojhilat jî kir. Ev bandor her ku diçe li nav Îranê jî berbelav dibe. Serhildana Jin Jiyan Azadî bandoreke girîng li ser hişmendiya mêrperest kir. Em nikarin bibêjin ku ev bandor ji sedî sed hişmendiya mêrperest guhert lê bandora wê ya erênî heye. Mînaka vê yekê ya herî berbiçav li goristanên şehîdan derdikevin holê. Li Bokanê baveke ku kurê wî şehîd ketibû di merasîmê de got; ‘Berê ji bo yên wêrek digotin tu divê mêr e lê niha em dizanin ew wêrek jin in’. Ev helwest asta guherîna di hişmendiya mêran de dide nîşandin. Li dijî vê guherînê rejîm jî tundiya xwe zêdetir dike. Çend meh berê endama KJAR’ê Werîşe Mûradî ji aliyê rejîmê ve hat girtin û hê jî di bin çavan de ye. Mûradî di xebatên xwe yên jinan de pir çalak û serkeftî bû. Têkiliyên wê bi jinên neteweyên din re gelek xurt bûn. Ji ber vê yekê hat hedef girtin.”

Bertekên li dijî olperestan

Rojnameger Kawe Fatêhî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser yek ji mijara nerazîbûnên di nav civaka Îranê de û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Îranê bandoreke zêde ya rejîma Îranê nemaye. Komara Îslamî ya Îranê li Lubnanê pitgiriya Hizbûlah li Filîstînê piştgiriya Hemasê dike. Civaka Îranê ji ber ku Hemas û Hizbûlahê wek Rejîma Îranê dibîne çawa li dijî rejîmê derdikeve bi heman hişmendiyê li dijî van rêxistinan jî derdikeve. Pasdarên Îranê çawa ji aliyê civakê ve wek terorîst tên dîtin, endamên Hemas û Hizbûlahê jî wek terorîst tên dîtin. Ji ber kiryarên rejîmê di nav civaka Îranê de dijberiya îslamê di nav gel de her ku diçe zêde dibe. Tişta ku Îran-Hemas-Hizbûlahê tîne gel hev jî îslam e. Ji ber bêbawerbûna gel a ji îslamê civak bi tundî li dijî alîkariyên bi van rêxistina derdikeve.”