6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MKGP û DFG’ê Denîz Firat bi bîr anîn

Bi munasebeta salvegera 9'emîn a kuştina wê DFG û MKGP’ê rojnameger Denîz Firat li ser gora wê ya li Wanê bi bîr anîn.

Rojnameger Denîz Firat (Leyla Yildiztan) di 8’ê Tebaxa 2014’an de dema êrişên DAIŞ’ê yên li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê jiyana xwe ji dest da. Rojnameger Firat di 9’emîn salvegera kuştina xwe de li Taxa Xecxatûn a navçeya Ebexê ya Wanê ji aliyê Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ve li ser gora xwe hat bibîranîn. Malbat û hevalên rojnameger ên Denîz di bibîranînê de amade bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê endama MKGP’ê û nûçegîhana JINNEWS’ê Rojda Aydin axivî. Aydin, anî ziman ku Denîz Firat ji bo çapemeniya azad bûye sembol û mînakek. Aydin, destnîşan kir ku Denîz Firat ligel êrîşê DAÎŞ’ê jî dev ji qada xwe û nivîsandina nûçeyan bernedaye û gotina wê ya “Hûn herin ez ê bi qemeraya xwe şer bikim” bi bîr xist û wiha got: “Em ê heta dawiyê xwedî vê mîrateyê derbikevin. Wek çapemeniya azad û jinên kurd em ê li ser şopa wê bin.”

‘Tarîtî derxist ronahiyê’

Piştre Hevserokê DFG’ê Serdar Altan axivî û diyar kir ku bi ser qetilkirina Denîz Firat de 9 sal derbas bûye û got ew têkoşerên wê demê bi bîr tînin.  Altan, destnîşan kir ku ew wê demê wek ji tarîtiyê derketinê pênase dikin û wiha domand: “Denîz Firat jî ji wan kesan yek bû ku tarîtî ber bi ronahiyê ve bir. Her wiha rojên ku em li ser vê axê behsa doza xwe bikin wan afirand. Denîz Firat her çiqasî têkoşerek çapemeniyê bû, her wiha girêdayî doz û gelê xwe bû jî. Têkoşînek bi vî rengî dimeşand. Di wan rojên tarî de got ‘ez dev ji qemeraya xwe bernadim’ û dev ji qemereya xwe berneda. Di nav şerê cîhanê de dema mirov lê dinêre gelek rojnameger di dema şopandina nûçeyan de hatin qetilkirin. Lê şopandina nûçeyan a Denîz Firat tiştekî cuda bû. Ji bo tevahiya çapemeniya cîhanê û çapemeniya kurd mînak bû. Di nava qadê de kedek mezin da. Gelek cangorî di vê oxirê de ji bo tarîtiyê derbixin ronahiyê xwe feda kirin. Bi tevahî têkoşînek mezin nîşanê me dide”

‘Denîz tu carî serê xwe netewand’

Herî dawî birayê Firat Seyat Yildiztan axivî û got ji ber çapemeniya azad xwedî li Denîz derdikeve ji bo wan gelek girîng e û wiha pê de çû: “Têkoşîna wê her tim serê me bilind girt. Piştî ku Denîz şehîd ket pênûsa wê li erdê nema. Xwişk û hevalên wê ev rê meşandin. Em wek malbat xwedî li têkoşîna ku Denîz daye derdikevin. Denîz tu carî serî netewand û em ê jî tu carî serî netewînin.”

Piştî axaftinan beşdarên merasîmê qurnefîl danîn ser gora Denîz Firat.