4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî zextên fermandarên xwe mirî hat dîtin

Ciwanê bi navê Yûsûf Yildirim (20) ku bi darê zorê leşkerî dikir bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.

Welatiyê bi navê Yûsûf Yildirim (20) ku 3 meh bûn li Fermandariya Qada Hewayî ya Çardak a Denîzliyê leşkeriya mecbûrî dikir, bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Yûsûf Yildirim duh bi şev saet derdora 22.00’an li klûbeya ku tê de nobet digirt daliqandî hate dîtin.

Li gorî nûçeya ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) der barê mirina Yildirim de daye, Yildirim beriya niha bi hevalên xwe re axivîye û ji wan re aniye ziman ku fermandarên wî zextê lê dikin.

Malbata Yildirim ji bo cenazeyê Yildirim bigire ji navçeya Serêkaniyê kete rê û çûn Denîzliyê. Malbat dê piştî karûbarên otopsiye cenazeyê Yildirim bîne Rihayê û li Goristan Esrî ya Serêkaniyê veşêre.