6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo rastiyê bigîhe cîhanê canê xwe da

Rojnameger Jiyan Pîran, bal kişand ser qetilkirina rojnameger Denîz Firat û got: “Ji ber Denîz û rojnamegerên jin ên hatin qetilkirin rastiya heyî bi raya giştî û cîhanê re parve kirin hatin qetilkirin.”  

Rojnameger Jiyan Pîran bi minasebeta salvegera Rojnamevan Denîz Firat, li ser rojnamegeriya Firat nirxandinên girîng kir. Pîran, anî ziman ku Denîz Firat, di hemû qadê jiyanê de pêşengî kir û rêgezên rojnamegeriyek azad li pey xwe hişt.

Rojnameger Jiyan Pîran di serî de Denîz Firat û hemû şehîdên çapemeniyê bibîr anî û wiha got:” Ne tenê Denîz, gelek rojnamegerên kurd û rojnamegerên jin ji bo têkoşîna azadiya kurd bê dîtin bedel dan. Denîz jî yek ji van kesayetiyan bû. Di temenekî biçûk di nava têkoşîna azadiyê de cih girt. Di hemû qadên têkoşînê de cih girt. Xwest ji têkoşînê re bibe bersîv. Hemû jiyana xwe xist xizmeta têkoşîn û birdoziya azadiyê.  Mexmûr jî parçeyekî vê dozê ye. Li vir zêdeyî 30 sal in ev têkoşîn heye. Ji bo bibe bersîva têkoşîna 30 sal an li vir xebatên çapemeniyê kir. Denîz di xebatên çapemeniyê de rengekî cudatir dida wargeha Mexmûrê.  Bi kesayetî, jiyan û nerînên xwe mirovek dil nizm bû.  Ji karê xwe û xebatên çapemeniyê pir hez dikir.”

Hem rojname çap dikir, hem jî belav dikir

Jiyan Pîran, anî ziman ku niha ew li Mexmûrê rojnameya Rojev Mexmûr çap dikin û wiha got: “Ev Rojname di dema Denîz de hat avakirin. Nûçeyên wê ji aliyê heval Denîz ve dihatin komkirin û xwendin. Li wargehê hem nûçe kom dikir, hem jî rojname belav dikir.  Dema em jî vê xebatê dikin, em li ser vê giraniyê tev digerin. Em helw didin ji ked û xebata heval Denîz re bibin bersîv.”

Ji bo wêne û dîmenê vê rastiyê bigîne cîhanê canê xwe da

Jiyan Pîran, destnîşan kir ku Denîz ji bo rastiya Mexmûrê, pirsgirêk û êşa Mexmûrê bê dîtin, çi ji destê wê dihat bi raya giştî re parve dikir û wiha axivî: “Wê dixwest xwe bigîne hemû dayikan. Dixwest bibe dengê hemû kesên ku di vê rêwîtiyê de êş kişandiye. Dixwest rastiya heyû bi raya giştî û cîhanê re parve bike. Hewl dida, bi nûçeyekê, bi wêne û dîmenekî vê rastiyê parve bike. Ji bo wêne û dîmenekî bigîne cîhanê canê xwe da. Bi fedekariyek mezin di nava xebatên çapemeniyê de cih digirt.”

Rojnameger Jiyan Pîran da zanîn ku Denîz Firat pîvanên rojnamegeriya gerdûnî û çapemeniya azad di kesayetiya xwe de bi cih kiribû û wiha got: “Bi estekîk û pîvan rojnamegerî di jiyana xwe de bi cih kiribû. Di aliyê têkoşîna çapemenî, civakî û azadiyê de xwedî rêgez û estetîk bû. Li Mexmûrê li gorî reng, pîvan û sincê civakê jiya û ev bo xwe kir armanc. Her tim xwest êş, têkoşîn, berxwedan û geşedanên li Mexmûrê kêlî bi kêlî bi raya giştî û cîhanê re parve bike.”

Têkoşîna gelê wargehê mayînde kir

Jiyan Pîran, bal kişand ser armanca êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî Mexmûr û Şengalê jî û wiha berdewam kir: “Dema em li êrîşên DAIŞ’ê yên di tebaxa 2014’an de li ser Mexmûr û Şengalê binirxînin, DAIŞ’ê xwest gelê kurd û êzidî qir bike. Ji bo vê yekê berê xwe da Mexmûrê. Mexmûr di hemû pêvajoyan de bûye hedef û armanca dewletên ku dixwazin gelê kurd qir bike. Di êrîşa DAIŞ’ê de jî xebatên ku heval Denîz kir îro em wekî arşîv bikar tînin. Hişek li pey xwe hişt. Têkoşîna gelê Wargehê ya li dijî DAIŞ’ê bi qeyd û nûçeyên xwe mayinde kiriye. Di dema êrîşên DAIŞ’ê de li eniya pêş cih girt. Bi pênûs, kamera, nûçe û dîmenên xwe li qada pêş cih girt.  Îro di qada çapemeniyê de xet û têkoşîna ku tê xwestin xet û têkoşîna heval Denîz Firat e. Em jî wekî rojnamevan em ê li vê xetê xwedî derkevin û parastina vê xetê bikin. Bi taybet divê her hevalek jin a rojnamevan li vê xetê xwedî derkeve. Ji ber ku li çar parçeyên Kurdistanê û seranserî cîhanê êrîş herî zêde li ser xet û fikra jinê heye. Li ser beden û vîna jinê heye. Ji bo em bikaribin xwe ji van êrîşan biparêzin, divê em bi ruhê Denîz Firat, Gurbetelî Ersoz û ruhê Heval Şevîn têbikoşina xwe bêtir bilind bikin.”

Nasnameya parastina jina azad e

Pîran, bilêv kir ku dibe ku desthilat ango pergala qirker,  ji bo hêza xwe li cîhanê bide sepandin, şekl û şemayê jinê bide guherandin û got: “Lê bi têkoşîna azadiya Kurdistanê û avabûna PKK’ê re, rengê jina kurd, bi taybet li Botanê rengê jina kurd hat guhertin.  Jina kurd diyar kir ku ev pêvajo û ev têkoşîn dê bi rengê têkoşîna jinê mîsoger bibe. Îro jinên kurd bi vê zanebûnê têkoşîna xwe didomînin.  Denîz jî bi vê hişmendiyê ji bo têkoşîna azadiya jinê gav avêt. Ne ji bo şexsê xwe, ji bo azadiya jinê têkoşiya. Denîz nasnameya parastina jina azad e. Ji ber vê yekê divê her jinek kurd jî di her qadên jiyanê de bi ruhê Denîz têbikoşin. Denîz bûye nasnameya jina têkoşer û berxwedêr. Bûye nasnameya têkoşînê ya bi kamera û pênûsa xwe li dijî hemû êrîşên qirker raweste. Têkoşîn û sekna jina berxwedêr û xwezayî bi pênûs dîmenê xwe bi cîhanê re parve kir. Deniz nîşan da ku jinek çawa kare têbikoşe û çawa rojnamegeriyê bike. Bi zanîn, wêrekî û biryara xwe ev yek nîşanî me da.”

Divê em rastiya dijminê xwe bizanibin

Rojnameger Jiyan Pîran, herî dawî bal kişand ser hedefgirtina rojnamegerên jin û wiha bi dawî kir: “Ji bo deng, reng  û vîna jinê neyê dîtin,  ji bo têkoşîna jinan a li çar parçeyên Kurdistanê neyê dîtin û bi  raya giştî û cîhanê re neyê parvekirin, jinên rojnameger dikin hedef. Minaka vê yekê jî li Mexmûrê heval Denîz, li Şengalê Heval Nûjiyan Erhan û li Silêmaniyê jî heval Zîlan kirin hedef. Em dibînin ku êrîşek berfireh li ser jina ku dikare dîrokê binivîsîne heye. Yên ku dibin deng û rengê jinan li dijî wan bi rê û rêbazên cuda êrîşek fireh heye. Hêzên desthilatdar ji bo karibe pergala xwe bimeşîne jinên pêşeng û rojnameger dike hedef. Ev hêz li Kurdistanê serî li hemû rê û rêbazan dide. Bi taybet ji bo rastî bi deng, reng û rojnamegeriya jinê neyê ragihandin, jinên rojnameger dike hedef. Di pêvajoya 9 salan de gelek hevalên jin ên di nava çapemeniyê de bûn hedef û hatin qetilkirin. Ev êrîş, rastî û hovîtiya dijminê li Kurdistanê hîn zêde zelaltir dike. Divê me jî wekî jin li gorî ve rastiyê hîn zêdetir têkoşîna xwe mezintir û bilintir bikin. Divê em rastiya dijminê xwe zanibin û vê rastiyê bi raya giştî re parve bikin. Qetilkirin û hedefgirtina  jinan, yek ji armanca pergala serdest û sermayedar a sereke ye. Lazim e li gorî vê yekê em têbikoşin. Em karibin parastina nirxên jinê bikin. Em ne xerîbê van êrîşên li dijî rojnamegerên jin in. Ji destpêkê de jinên rojnameger rastî hemû êrîşan hatine. Hêzên serdest ji ber ku naxwazin jin bi reng û vîna xwe bijîn dê van êrîşên xwe berdewam jî bikin.”