5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Moskova: Kê rê li ber hinartina genimê Ukraynayê girtiye!

Bandora şerê Rûsyayê yê li dijî Ukraynayê li ser gelek welatan bû û li gorî welatên Rojava û DYA’yê sedemê kêmbûna hinartina genimê Ukraynayê astengiyên Rûsyayê ye. Rûsyayê vê tewanbariyê qebûl nake û berevajî wê yekê sedema kêmbûna hinartina genimê Ukraynayê bi ambargoyên welatên Rojava ên li dijî Rûsyayê ve girê dide. Berdevkê Kremlinê Dmitri Peskov der barê vê mijarê de bersiva rojnamevanan da û wiha got: “Em bi tu awayî van tewanbariyan qebûl nakin, berevjî tiştên dibêjin berpirs ne Rûsya lê welatên Rojava û encamên ambargoyên wan e”

Dmitri Peskov bang li welatên Rojava kir ku ambargoyên xwe yên derhiqûqî ji ser Rûsyayê hilînin. Her wiha peyamek ji Kievê re şand û wiha got: “Moskovayê li hêviya wê yekê ye ku Kiev daxwazên Rûsyayê qebûl bike û rewşa rasteqînî bipejrîne.”

Doh seroka Komisyona Ewropayê Ursula Vonderleyn di daxuyaniyeke xwe de gotibû ku Rûsyayê hinartina madeyên xurek jî wekî çekekê li dijî Ukraynayê bikar tîne. Beriya wê jî Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Antony Blinken der barê vê mijarê de bang li welatên cîhanê kiribû ku li dijî Rûsyayê bikevin nava tevgerê û wiha gotibû: “Rûsyayê bûye sedem ku li seranserê cîhanê krîza xurekan derkeve holê”