27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MSD: Em tevli vê hilbijartinê nabin

Hilbijartinên serokomariyê yê Sûriyeyê ku dê di 26 gulanê de pêk werin ji gelek aliyan ve rastî nerazîbûnan hat. Nerazîbûnên li dijî van hilbijartinan hem ji qada navneteweyî hem jî ji alî hêzên cuda ên Sûriyeyê ve hatin kirin. Yek ji nerazîbûnên li dijî şêwe û rewşa van hilbijartinan ji alî Meclisa Sûriye ya Demokratîk ve hate kirin. Meclisa Sûriye ya Demokratîk (MSD) bi daxuyaniyekê ev hilbijartin û israra rejîma Sûriye di rê û rêbazên xwe yên berê de rexne kir û got ku ew dê li dverên di bin kontrola xwe de tevli van hilbijartinan nebin.

Daxuyaniya MSD`ê  derbarê hilbijartinên serokatiyê yê Sûriyeyê de wiha ye: “Meclisa Sûriya Demokratîk gelek caran ragihand ku hilbijartinên ne li gorî armancên gelê Sûriyê bin û maf û hebûna wan a siyasî temsîl nekin, ew hilbijartinên wiha wan têkildar nakin û ew dê rê nedin xebatên wan hilbijartinên ku li dijî biryara navneteweyî ya 2254’an e”.

Daxuyanî wiha berdewam dike û tê de tê gotin: “Tevî ku me gelek caran hewl da ji bo pêkanîna pêşketineke siyasî bi hikumeta Şamê re dan û standinan bikin jî, lê ew yek pêk nehat. Desthilata Şamê hemû lihevkirin û hevdîtin asteng kirin û armanca wê ferzkirina nêrîna xwe bû bêyî ku mafên mirovan di ber çavan re bigire”.

Berpirsên sûc in

Di daxuyaniyê de li ser hewldanên MSD’ê hatiye rawestandin, hewldanên ji bo çareseriyê û astengiyên ku rejîmê û muxalefetê didan pêşiya çareseriyê wiha tê got: “Li ser vê yekê, rejîm û opozîsyon berpirsên hemû sûcên li dijî gelê Sûriyê û berpirsên astengkirina dan û standinên ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ya li gorî biryara 2254`an in. Li gorî wê biryarê divê desteyeke hikumeta demkî bê avakirin, atmosfereke ewle bê peydakirin û destûreke nû bê sazkirin ku li gorî wê hilbijartinên durist ên bi çavdêriya navneteweyî pêk bên, da ku alozî bi dawî bibe”.

Tevli hilbijartinan nabin

MSD’ê di daxuya daxuyaniya xwe de helwesta xwe ya li dijî van hilbijartinan wiha aniye ziman: “Wek MSD em teqez dikin ku em ê nebin parçeyekî hilbijartinên serokatiyê û em beşdar nabin. Helwesta me nayê guhertin. Emê tevli tu hilbijartinan nebin heta ku çareseriyeke siyasî li gorî biryarên navneteweyî neyê dîtin, girtiyên siyasî neyên berdan, penaber venegerin, heta ku danîna bingehên nû yên siyasî yên dûrî zordariyê û serweriya hêzeke siyasî ya bi tenê neyên pêkanîn û heta ku atmosfereke demokratîk neyên peydakirin ku mafên hemû pêkhateyên Sûriyê dipejirîne û wekheviyê bêyî cudakarî pêk neyê em ê tevli tu hilbijartinan nebin.”