26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Navê Hevrîn Xelef li qadekî Fransayê kirin

Li Fransayê Şaredariya Lyonê, navê siyasetmedara kurd Hevrîn Xelef ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê komên girêdayî Tirkiyeyê ve hatibû qetilkirin, li qadekê danî. Di 21’ê îlonê de şaredariyê ji bo vekirina qadê merasîmekê li dar xist. Serokê Şaredariya Herêma 7’an a Lyonê Fany Dubot û alîkara têkiliyên navneteweyî ya Serokê Şaredariya Lyonê Sonîa Zdorovtzoff tevlî merasîmê bûn. Li ser tabeleya qadê ev tişt hat nivîsandin: “Qada Hevrîn Xelef, 1984-2019, Jina Kurd a Siyasetmedar û Femînîst”.

Alîkara Têkiliyên Navneteweyî ya Serokê Şaredariya Lyonê Sonîa Zdorovtzoff diyar kir ku bi vê hewldana şaredariyê re têkoşîna gelê kurd a li dijî DAÎŞ’ê silav dike, dixwazin hemû hewldanên azadî û demokrasiyê yên jin û mêrên li Sûriyeyê pîroz dikin. Seroka Komeleya Dostên Kurd a Lyonê Thîerry Lamberthod jî spasdariya xwe ya ji bo biryarê nîşan da û got: “Eger ji bo kurd û ji bo Rojhilata Navîn dengek ê aştiyê hebe, li wir û li vir wê şopdarê wê bin.”

Hevrîn Xelef di 15’ê mijdara 1984’an de hate dinê, 12’ê cotmeha 2019’an li nêzî Girê Spî ji aliyê komên çeteyên dewleta tirk ve bi hovane hat qetilkirin. Xelef, endamê Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk û di heman demê de Sekretera Giştî ya Partiya Pêşverû ya Sûriyeyê bû.