28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Navenda Kurdî ya Lêkolînan (NKL) dest bi servîsa kurdî kir

Li rojavayê Kurdistanê zimanê kurdî asta xwendin û nivîsandinê derbas kir û bi rêya hînkirinê bû zimanê jiyan û zanistê û bi sedhezaran zarok her sibe berê xwe didin dibistanên bi kurdî. Êdî xewna Celadet Bedirxan û tevahî rewşenbîr û tekoşerên kurd pêk hat û vê yekê bandoreke mezin li gelê kurd ê li her çar parçeyên Kurdistanê kir.

Navenda Kurdî ya Lêkolînan(NKL) jî hewl dide bi rêya lêkolînên xwe yên dewlemend xwe bigihîne hemû kurdan. Di vê çarçoveyê de, piştî kedeke mezin ku ev çend meh in dewam dike, NKL’ê bi dehan lêkolîn û gotarên giring ên der barê Kurdistanê û tevahiya cîhanê de amade kir û êdî li ber destê xwendevanên kurdan in.

Ji vê kêliyê de, NKL’ê dest bi servîsa kurdî kir û wê hemû lêkolînên giring ên der barê rewşa dawî ya herêmê û nexasim a rojavayê Kurdistanê bi awayekî zanistî, bi kurdî amade bike.

Hûn dikarin malpera NKL`ê bi riya van linkan bişopînin.

Malpera kurdî:  https://nlka.net/ku/

Facebook: https://www.facebook.com/Navenda-Kurd%C3%AE-ya-L%C3%AAkol%C3%AEnan-101483982652022

Twitter: https://twitter.com/nlkurdi