13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nehêlin zarok bên kuştin

Xelîlê Zînê

Li Kurdistanê şerek heye. Lê dewleta tirk ku şerê li Kurdistanê dimeşîne wekî şer bi nav nake. Ji ber ku dema navê şer lê bike divê li gorî pîvan û rêgezên şer tev bigere. Divê li gor pîvan û zagonên navdewletî tev bigere. Her çend dewleta tirk navê şer li van kuştin û êrîşan neke jî di encamê de zarok, jin, kal û pîrên kurd tên kuştin. Çiyayên Kurdistanê têne bombebarankirin. Çekên kîmyewî li ser kurdan tên barandin. Herî zêde zarok tên kuştin. Zarokên ku tên kuştin jî tev li nava bajaran tên kuştin. Polîs û leşker zarokên kurdan di bin tekerên maşîneyên zirxî de dipelçiqînin û dikujin. Li gor dane û raporan di 15 salên dawî de zêdetirî 50’î kes ku ji wan 20 zarok bûn bi maşîneyên zirxî hatin kuştin.

Heta niha polîs û çawişên pispor li gorî edaletê nehatin cezakirin. Wekî sûcdar nehatin dîtin û hatin parastin. Delîl hatin windakirin. Der barê lêpirsîna polis û leşkerên kujer de biryara neşopandinê hat dayîn. Her çend doz hatin vekirin û danişîn tên dîtin jî polîs û leşkerên kujer beşdarî danişînan nabin. Serbest digerin. Hem serbest digerin û hem jî dîsa li ser peywira xwe ne. Dema polîsên tev li danişîna dozê dibin jî tevî çeka xwe tev li danişînê dibin. Lê rojnamegerên ku dixwazin dozê bişopînin nikarin tevî wênekêşa xwe derbasî salonê bibin. Ev jî nîşan dide ku dadger û dozger an ji polîsan ditirsin an jî polîs û leşkeran diparêzen. Dozgerên ku divê li gorî edaletê lêkolîn û lêpirsînê bikin, em dibînin ku yan delîlan kom nakin an jî delîlan vedişêrin û rastiyan bincil dikin.

Gelek mînakên vê yekê yên şênber hene. Di kuştina Fûrkan Yildirim ê 6 salî û birayê wî Muhamed Yildirim ê 7 salî de hat dîtin. Di kuştina Efe Tektekîn ê 6 salî de hat dîtin. Di kuştina Kemal Kurkut ê 23 salî de hat dîtin. Dema em li pêvajoya lêpirsîn û darizandinan dinêrin, em dibînin ku zarok û ciwanên kurdan li ber çavan û li pêş kamerayan tên kuştin. Em dibînin ku leşker û polîs bi qusûr û sûcdar in. Lê ji ber ku delîl nayên komkirin û delîlên heyî jî tên windakirin, polîs serbest tên berdan. Ên tên darizandin jî piştî demekê beraet dikin.

Herî dawî polîsê ku Efe Tektekîn bi maşîneya zirxî qetil kir, beraet kir. Bi taybetî piştî Meclîsa Tirkiyeyê bi qanûnên derxist û destûr dide ku polîs û leşker mirovan bikujin, kuştin zêde bû. Ev aşkera dide xuyakirin ku polîs û leşker li ser daxwaz û fermana Wezareta Karên Hundir û desthilatdariya AKP-MHP’ê tev digere. Feraset û nêzîkatiya hikûmetê ya li dijî kurdan diyar e. Lê divê kurd, parazvanên mafên mirovan, hiqûqnas û parazvanên mafên zarokan li hemberî vê yekê bêdeng nemîne. Bi qasî polîs û leşker bi qusûr in, yên bêdeng dimînin û temaşe dikin jî bi qusûr in. Divê êdî her kes li dijî van kuştinan dengê xwe bilind bike û li dijî kuştinê rabe.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê