5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di êzdîtiyê de kiras guherandin

Di êzdîtiyê de, dema ku mirovek ji vê cîhanê koç dike. Koça dawî dike û jiyana xwe ji dest dide, nabêjin mir! Dibêjin “Kiras guherî”. Bi wê wateyê, diyar dikin ku ji vê cîhanê çû û gihîşte cîhana Ezda-Xwedayî. Ev taybetmendî di baweriyên yarsanî, kakayî, riya heq (elewîtî) de jî heye. Her wiha di serî de, di zerdeştiyê û hinek ol û baweriyên din de jî heye.
Di êzdîtiyê de eger mirî kesekî baş û durust be, ruhê wî derbasî zarokekê/î dibe. Ji ber vê jî bi giranî navên kesên mirî li zarokên nû ji dayikbûnê dikin. Ji ber vê yekê di ola êzidîtiyê de peyv an jî têgeha “mirî” nayê gotin.

Di êzdîtiyê de derew wek gunehekî mezin tê dîtin. Lewra jî kesê ku vî gunehî dike pak namîne. Di encamê de dema ku dimire ruhê wî derbasî zarokan nabe û hebûna xwe nadomîne. Di baweriya êzdîtiyê de tu hebûn tune nabe.

Gerdûn hertim di nava werçerxanê de ye. Ango di ola êzdîtiyê de derewkirin wek dawîanîna jiyanê tê pênasekirin. Ev tê gotin: “Gotinên herî baş guhdar bike, xwedî têgihiştineke ronak be, bi vî şêwazî mirov dikare xwe zane bike.”

Di êzdîtiyê de razdarî, parastina nirxên civakê tiştên pîroz in. Xwebûn, şaşî û kêmasî di nava xwe da tên çareserkirin. Destûr nayê dayîn ku neyar û dijminê wî pê bihese. Kî raz neparêze wek kesê ji rê derketî, wek dijminê xwedê tê binavkirin. Di êzdîtiyê de nezewicîn guneh e. Dema ku keç û xortek digihîjin (mezin dibin), zewac ferz e. Lê divê êzdî bi yekî/ê biyanî re nezewice, yan na ev wek derketina ji olê tê dîtin. Ev mijar hem ji bo jinan hem jî ji bo mêran derbasdar e. Zewaca bi zorê di êzdîtiyê de guneh e. Eger kesek zordariyê, tehdayî li jinan bike civak kom dibe û destûr nade ku ev yek bidome. Dema dibînin ku jiyana wan a bi hev re tenê nakokî, pevçûn, zordariyê ji wan re tîne, biryara devjihev berdanê tê dayîn…

Di êzdîtiyê de zimanê kurdî (kurmancî) pîroz e. Ji ber ku ew zimanê xwedê ye. Hemû dua-dirozge, gotin-vegotin û livandinên êzdîtiya resen bi kurdî ne…
Melekê Tawis (Melekê Tav û Siyê) parazvanê jiyanê û perwerdekar e. Her wiha, êzidî jê re dibêjin `Nûra Xwedê`. `Stêrka berbangê`, ango ‘Stêrka Gelawêjê’ mala wî ye.
Di roja îro de bi destê neyarê gelê kurd rastiya me parçe parçe bûye. Ji ber ku nirxên civakê, pîvanên exlaqê civakê di cîhanê de hevpar in. Dibe ku cudahiyên şêwazî, yên zimanî, yan jî navkirinê hebin. Lê ev yek hevpariya nirx û exlaqê civakê ji holê ranake. Wek mînak; têgehên helal û heram, guneh û qencî, xirabî, namûs û mirovhezî di hemû olan de tên bikaranîn, têgehên mirovahiyê ne.

Lewra jî di piraniya olên cîhanê de pênaseya guneh û qencî, helalî û heramî, namûsî û bênamûsî, destavêtin, destdirêjî û dizî bi giranî wek hev in. Ola êzdîtiyê xwedî bingeheke 3000-4000 salî ye û wek Yezdan, Ezda û Êzdî hatiye navkirin, demeke dirêj bûye bingeha olên Mezopotamyayê, hê jî pîvanên exlaqî yên êzdîtiyê di olên din de bi şêwazekê dijîn.

Niha pirs ev e gelo neyarên kurd, neyarên ola êzdîtiyê çima bi israr dixwazin şopdêrên wê ola kevnar ji Mezopotamyayê dûr bixin û êzdîtiyê li herêmê tune bikin. Ji milekî ve jî di têgîna “Ez êzdî me!” Ji cîhanê îzole dikin? Bêguman êzdîtî oleke kurdî ya kevnar e. Lê êzdîtî derveyî Kurdistanê nîne. Lewra jî êzdî bêyî Kurdistanê nikarin hebûna xwe biparêzin. Kurdistan jî bê êzdîtiyê wê bibe çoleke çandî. Divê gotina pêşiyan neyê jibîrkirin ku dibêje: “Her darek li ser koka xwe şîn dibe!” Hiştina Kurdistanê û reva ber bi Ewropayê ve êzdîtiyê bîrindar dike û dibe ku pêncî sal jî nebihure, mirovê di metropolên Ewropayê de nifşên nû yên êzidiyan nebîne.

Qedrê zêr zêrker dizane. Qedrê mirov jî di nava axa xwe de watedar e. Bi taybetî jî çandeke bi hezaran salan xwe parastiye hatiye îro. Pêwîst e her kurdekî welatparêz destûrê nede ku ev çanda olî-neteweyî winda bibe. Ji ber ku çanda êzdîtiyê nirxê Mezopotamyayê ye. Nirxê mirovahî û yê hemû kurdan e.

Divê em ji ewropiyan û neyarên êzdiyan re nebin alîkar ku ew di bin navê “Pereyan û mafê penabertiyê” de ruhê me û kirasê me biguherînin. Divê baş bê zanîn û li gor rastiya civaka êzdiyan û pîroziyên êzdîtiya resen, ên ku di zindîtiya xwe de bi vî şêwazî kirasê xwe diguherin û yên ku di vî karê xetere de bi wan re dibin “alîkar”, dê Dergehê Mala Ezdanê Pak ê Dilovan li ber ruh û rewanê wan girtî be…