spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Neqşeke wateyî: Tarîkoj

Yaşar Aslan

Tarîkoj pirtûkeke biçûk lê bi naveroka xwe tijî wate ye. Her çiqas weşanxaneyê ev pirtûk wekî pirtûka felsefeyê bi nav kiribe jî ev cure aforîzma ye (bi fransî) an jî wecîz e (bi erebî) ku tê wateya gotina cewherî û xweş; ango dîtinekê, ramanakê, hestekê, riknekê bi gotinên kurt û vebirî derpêş û pêzanîn dike.

Di ‘Tarîkoj’ê de nivîskar-helbestkar Hecî Nehsan li ser jiyan, şer, bîrdozî, huner, helbest, wêje, evîn, bêrîkirin û hwd. dîtinên kurt vedibêje. Ji sala 2012’an heya 2017’an fikrên xwe bi kurtasî nîşe kirine, komî ser hev kirine û navê pirtûka xwe kiriye kojtina tariyê.

Vêna jî bi wecîzeyekê di serê pirtûkê de nivîsiye:

“Carina peyvek têra wateyekê nake
Carina jî du wate têra peyvekê nakin
Carina divê wate ji bo peyvê were xeritandin
Carina jî divê mezinahiya peyvê ji wateyê re bimîne”

Hecî Nehsan nivîskar-helbestkarekî berhemdar e. Ji sala 1997’an ve di girtîgehê de ye. Ew di sala 1974’an de li gundê Korikê ku girêdayî Kobaniyê ye (bi gotina wî Kobanîka) hatiye dinyayê. Nivîsên wî di kovaran de, karîkatûr û wêneyên ku wî çêkirine di çapemeniya azad de derdikevin. Digel ku di mercên dijwar ên girtîgehê de ye jî ew her dinivîsîne. Heta niha deh pirtûkên wî hatine çapkirin. Pirtûkên wî ji hêçan, helbest û çîrokan pêk tên. Tarîkoj wekî pirtûka yekemîn a aforîzma ye ku bi kurdî hatiye nivîsandin (heger berê hebin jî min nebihîstiye. Hebin jî pir kêm in).
Nivîskar dîtinên xwe bi gotinên kurt û cewherî di her warî de anîne ziman. Çend aforîzmayên wî:

Helbest êşeke estetîk e.
*
Xêlî ji bo bûkê kefenê dilxweşiyê ye.
*
Ku mirin tunebûya dê mirov tiştekî ji mirinê xerabtir peyda bikira.
*
Raza jiyanê di nav jiyînê de ye, ne di nav xeyalkirina jiyanê de ye.
*
Pirs ji peyvan peyva herî serhildêr e.
*
Gilîkirina ji jiyanê gazîkirina mirinê ye.

Bi vî awayî wecîzeyên bi kurt û kurmancî di pirtûkê de cih digirin. Nivîskar xwestiye bi vê hewla xwe asoya xwe û xwîner fireh bike. Bi cuda cuda lênêrînan, tîr û rim di hin têgîn û qaliban de rakiriye. Gava êrîşî qaliban kiriye, hevsengiyeke diyalektîkî ya rast di navbera kes û civakê de ava kiriye.

Ev pirtûk yek ji dewlemendiya berhemdariya kurdî ye, li benda xwendina me ye.

Navê pirtûkê: TARÎKOJ
Nivîskar: Hecî NEHSAN
Cure: Aforîzma/Wecîze
Weşanxane: Aryen
Çapa yekem: Enqere – Hezîran – 2018
Rûpel:71