7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nerazîbûnên li dijî serdana Ibrahîm Reîsî ya New Yorkê

Senatorên Amerîkayê hêrsa xwe li hemberî serdana Serokomarê Îranê Îbrahîm Raîsî ya New Yorkê û beşdariya di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de nîşan dan. Der barê mijarê de senatorê amerîkî Ted Cruz nerazîbûna xwe ji vê serdanê anî ziman û wiha got: “ destûrdayîna ji bo serdana Reîsî şaştiyeke mezin e, Biden dikaribû vê serdanê asteng bike.” Cruz îşaret bi kuştina jina ciwan Jîna Emînî (Mehsa Emînî) kiribû û wiha gotibû ku gerek Joe Biden destûra derbasbûna wî ya Amerîkayê nedabûya ji ber ku “Resîsî kujer e.”

Helwesta Senatorê Komarî, Joni Earnest, jî ji ya Cruz ne cuda bû û teqezî li ser wê yekê kiribû ku diyviyabû Îbrahîm Raîsî ne li New Yorkê ba.

Her wiha Senator Lindsey Graham jî bal kişand ser wê yekê ku rejîma Îranê rêkxistineke terorîstî ye û tekez kir ku ew di civaka navdewletî de nayê qebûlkirin û divê li gorî wê yekê helwest were nîşandan.

Hêjayî gotinê ye ku beriya demekê hejmarek senatorên Amerîkayê bi nameyekê ji serokê Amerîkayê Joe Biden xwestibûn ku destûrê nede serokkomarê Îranê ku were New Yorkê û beşdarî civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bibe.