6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa tirk êrîşî Eyn Îsayê kir

Li gorî  agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, Tirkiyeyê doh bi şev bi balafireke bêmirov bombe li gundekî Eyn Îsayê barand.

Bombabaran li xaniyekî gundê Siwêdiyê hat kirin. Hat zanîn ku di encamê de ji gundiyan Xalid Henîfe û Beşar Berekat jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha Sebrî Seydo (20), Ezîz Zêdan (32) û Reşîd Zêdan (42) birîndar bûn.

Dewleta tirk di van çend rojên derbasbûyî de êrîşên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin,  taxên rojhilat ên Kobanê bombebaran kirin û her wiha Eyn Îsa, Şehba û gundewarên başûrê Efrînê jî topbaran kirin.