spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Newroz ji bo kurdan çi îfade dike?

Gulan Fehîm

Newroz xwedî dîrokeke gelek kevnare. Em hîna ji dema li baweriya Zerduştî meyîze dikin, em pîroz bûna agir dibînin. Di baweriya Zerduşt de, agir ku bi navê Ahûra Mazda tê pênase kirin. Îfadeya başî, ronahî, edalet, xweşî, wekhev, hevgirtin, yekîtî û hwd ye. Ev jî tê wateya ku agir sembola şerê bi xirabiyê re ye. Tekoşîn û berxwedana li bermberî hemû helwestên li dijî nêrxên mirovahî û civakbûnê ye. Gelê kurd jî her dem bi vê baweriyê re, bi salan jiyan kiriye. Her çend desthilatdaran xwestibin vê baweriyê di nava gel de bê bandor û bê reng jî bikin. Lê heya niha em dibînin ku gelê kurd bi heman sembol, ji bu hemanan tekoşîn didin meşandin.

Di çîroka Kawayê Hesinkar de jî, em heman tiştî dibînin. Ji ber ku Kawa zilma qiral Dehaq qebûl nake û serî li hemberî wî radike. Wiha û bi agirê Newrozê vê serkeftinê pîroz dike. Gelê kurd heya niha bi her rêbazê, agirê Newrozê geş hiştiye. Cihê ku zaliman destûra pîrozkirinê nedabin û qet derfetek ji bo pîroz kirinê nehiştibin jî, gelê kurd bi agirê bedena xwe cejna xwe pîroz kirine. Ev baweriya gelê me ye ku, heya agirê Newrozê hebe wê deshilatdar nikaribin bi ser bikavin.

Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî agir wekî sembola berxwedan û tekoşînê tê pênase kirin. Ji ber vê yekê jî desthilatdaran her dem ji bo ku vê berxwedanê têk bidin, destûr nadin ku gel agirê Newrozê bi çanda xwe geş bikin û Newroz pîroz bikin. Rejîma desthilatdar a Îranê, hewl dide ku Newroz bi şêwazekî biçûk bixe. Dixwaze ku vê çandê ji holê rake, ji ber vê yekê jî destûr nade ku pîrozbahiya Newrozê bi girseyî were pîroz kirin. Çanda gelên Îranê, bi vê şewazî dixwazin ku ji holê rakin û pîrozbahiya Newrozê û her wiha kombûna gelan, di hundirê malan de bigrin. Ligel ku Newroz li Îranê fermiye û serê salê îfade dike, lê rejîma desthilatdar a Îranê bi qedexeyên nû re dixwaze ku, ev çanda kevnar ya Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji holê rake. Li vê derê pirsek derdikeve pêşiya me ku em dikarin bêjin bi hatina Îbrahîm Reîsî re, rewşa jinan û çanda gelan roj bi roj gelo xirabtir dibe?

Em dibînîn ku berê çiqas zext jî hebûn, lê dîsa jî rojên wisa wekî Newroz dihat pîroz kirin. Lê belê Îbrahîm Reîsî, li vê derê, tenê kujerê gelan nîne bi vî şêwazî dibe kujerê çandan jî. Pêwîste ku helwestên gel li beramberî van qirkirinan çi bibe? Kawayê Hesinkar, çawa ku li hemberî zilma Dehakan serî hilda, gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî wekî Kawayê Hesinkar, bibin Kawayê gelan û li hemberî wan Dehakan serî rakin. Rejîma Îran bi salane her hewil da ku pêşiya pîrozkirina Newrozê bibe asteng lê nekarî vê yekê ser bêxîne. Vê carê ji bo ku bê bandor bike îsal got gel dikare Newroz pîroz bike û bi teybet bajarê sine wek navenda pîroz kirina cejna Newrozê destnîşan kir. Ji bo Newroz rengê xwe ya siyasî dernexîne holê û wek helwest li beramberî dewletê dernekeve vê yekê kir. Ji xwe ji bo pîrozbahiyê şert daniye. Rejîma Îran bi şertên ku  rengê netewî,  helwestê siyasî, rengê kesk, sor û zer bi kar neyê îzna pîroz kirina Newrozê serbest dike. Lê ji her salê zêdetir îsal gel bi coş û kelecaneke mezin deng û rengê xwe nîşan da. Ji ber ji herdemê zêdetir gel îsal di ferqa siyaseta qirker ya Rejîma Îranê da ye û çavê xwe ji vê ra nagire û serî natewî ne. Ji ber vê rastiya em dikarin bêjin ku Newroza Rojhilat hem çandî û hem siyasiye.

Li çar beşên Kurdistanê jî ji bo berdewamkirin vê çandê, mirovan bedana xwe dan ber agir. Îro jin li her qadê bi deng û rengê xwe vê rojê pîroz dikin. Li Rojhilatê Kurdistanê keçên heft salî heta heftê salê jî, ji bo parastina vê çandê, li hemberî vê feraseta desthilatdariyê tekoşînek bê hempa didin meşandin.

Wê demê, dema ku were pirsîn ku, Newroz ji bo kurdan çi îfade dike an go tê çi wateyê? Em dikarin bibêjin ku Newroz ji bo kurdan çandeke. Ev jî çanda li beramberî hemû xirabî û neheqiyan tekoşîn dayîna meşandin e. Ji ber ku gelê kurd bi xwe geleke ku, welatê wî/ê hatiye dagirkirin û bi xwe jî her mehkûmî jêrdestiyê maye. Ji ber vê yekê bi her cûre neheqiyan re rû bi rû maye û hê jî tên. Newroz ji bo gelê kurd, li beramberî zilm û zilmkaran seknandine û li beramberî radest bûnê, berxwedane. Tekoşîna ji bo azadî û wekheviyê mezin kirine. Sembola hevgirtin û yekîtiyê ye. Di dilê her kurdek û bi taybet yên ku li zindan, meydan û kolanan de li ser piyane ev rastî heye. Li beramberî zilm, zordarî û koledariyê seknandin, hêza cewherî pêwîste. Gelê kurd jî, xwedî cewhereke wiha ye û ji bo ku vê cewherê ji dest nede, heya niha bi her awayî li berxwedaye. Ji bo jiyaneke wekhev û kesayetiyek azad, her dem tekoşiya ye. Di heman demê de ji bo ku parçe bûyîna ku, bi aqlê dijmin çêbûye bizîvirîne yekbûnê, gelek bedel hatine dayîn. Rastiya dijmin li ser me vê ferz dike ku, çiqasî pêwîst bike em bedel bidin. Dibe ku me gelek bedel dabin, hîna jî pêwîst bike di oxira jiyaneke bi wate de, em gelek bedelên giratir jî bidin. Ji ber ku tu serkeftin bê bedel nabe. Em neçarin bedel bigrin ber çavan. Gelek wiha xwedî îrade, bi biryar û bi cesaret û qehreman, tu caran serî ji zilmkaran re natewîne.

Ev 50 salin, tevgera Apoyî di bin her şert û mercan de ji bo ku bikare daxwez, hesret û pêwîstiyên gel pêk bîne, tekoşîn dide meşandin. Bi vê yekê ve girêdayî, Rêber Apo ev 24 salin di şert û mercên herî zehmet û giran de berxwedan û tekoşîn dike. Li qadên çiya, berxwedanek ku nimûneya wê nîne hate meşandin. Di nava wan 50 saliya tevgera APO yî sekna pîroz kirina Newrozê li ser Rojhilatê Kurdistanê pir cidî bandor kir. Çawa ku bi rihê pêşengê PKK ê heval Mezlum dogan bi agirê bedena xwe li beramberî dehaqên sedsalê tekoşîn kir û ev rih li her parçeyê kurdistanê bu seknek ji bo Rojhilat jî wiha bu. Berê bi gurup û bi şeklê pîrozbahî bu lêbelê naha bi girseyî û helwestê siyasî tê pîroz kirin. Dîsa berê tenê di milê kurdan da dihate pîroz kirin lêbelê bi pirojeya serokatiya ya konfedralîzma demokratîk hemu gel jî bi rihê pîroz dikin. kesayetên şoreşger ên Fars, Ereb, Tirk, Azer û h.w.d, di hemû milan de ji bo ku gelê Kurd bibe xwedî sitatû dostantî kirin. Her wiha li bermaberî dijimin bi awayek hevbeş tekoşîn dan meşandin. Gelê ku hatiye perçiqandin û jêr deste, herî zêde li ser rêka ku Rêber Apo ava kiriye û nîşan daye, xwestin xebat bimeşînin. Bi vî rihî dost û dijmin jî pêwîste ku bizanin, em bi duruşmeya (Newroz hîmaya yekîtî, azadî û bi hev ra jiyane) Emê bi ser bixin û serkeftin ya me ye. Li şûna ku em wek kole jiyan bikin, wek şervanên azadiyê bedel bidin. Ev jî ji her tiştî binirxtir e. Wek encamê zêdetirî çil saliya tevgera Apoyî Diyariya herî mezin ku Rebertî ji bo gelê Kurd û hemû netewan daye, pergala demokratîk a konfedralîzma demokratîk e. Li îran û Rojhilat jî potansiyela xwe bi rêve birin li pêşe. Ji bo vê yekê careke dîtir  em îsal dibînin ku gel çawa bi avayeke giseyî newroz pîroz kirin û careke dîtir temsîla îrada xwe ya siyasî kirin. Teybet gelê Rojhilat bi rihê ku newroz pîroz kirin em baver dikin ku ji bo hemu gelan di her mijareke tekoşînê da bibe hêvî.