5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nivîskar Mehmet Saît Uçlu hat bibîranîn

Malbat û hezkiriyên Nivîskarê kurd Mehmet Saît Uçlu yê ku li Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê di 29’ê Adara 2021’an de ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da, di salvegera wî de ew bi bîr anîn. Malbata Uçlu, li restouranttek bajêr bi mewlûdekê Uçlu bibîr anîn. Endamên malbatê û gelek hezkiriyên Uçlu beşdarî mewlûdê bûn. Bîranînê bi rêzgirinê dest pê kir û dua hatin xwendin.

Mehmet Saît Uçlu kî ye?

Nivîskar, helbestvan dîrokzan û  şoreşger Mehmet Saît Uçlu, di sala 1956’an de li navçeya Hîlwanê ya Rihayê ji dayik bû. 45 salan bê navber ji bo azadiya gelê kurd têkoşiya. Ji gundê Mişmişî yê Hîlwanê bû. Dibistana seretayî û navîn li Mişmişî û Hilwanê xwend. Li Dîlokê Lîseya Bazirganiyê xwend. Di sala 1977’an de Zangoya Îktîsatê ya Zanîngeha Ege xwend. Dema di pola 4’an de dixwend, berê xwe da çiyê. Di 1981’an de li navçeya Sîwegerê di şer de birîndar bû. Hat girtin û li Zindana Amedê bi îşkenceya herî giran re rû bi rû ma. 20 salan girtî ma. Hem li girtîgehê û he li derve gelek gotar û pirtûk nivîsîn. Mehmet Saît Uçlu, di sala 2001’an de serbest hat berdan û dîsa di nava xebatên têkoşîna azadiya kurd de cih girt. Uçlu, di 29’ê Adara 2021’an de li Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê bi nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.