Rojnameya Heftane

Nivîskarî hem kul û derd e, hem jî azadî ye

Di van demên dawîn de hin tişt wek însan, wekî nivîskar û hem jî wekî xwînerekî min aciz dikin. Hinek kes, bi taybetî nivîskar wekî şûrkêşên siyasetê bela xwe li her derê didin, li nivîskarên din didin... Bi wê jî nayên ser bela xwe li xwînerên kurdî didin. Ev yek mirov diêşîne

Rizoyê Xerzî

Mêvanê me yê vê hejmarê nivîskar, çîroknivîs û wergêr Sîdar Jîr e. Me navê wî destpêkê bi hin kovarên wêjeyî û paşê jî bi çîrok, gotar û carna jî bi pêşkêşkirina bernameyekê bihîst. Nivîskar Jîr pirsên me yên der barê nivîskarî û jiyana xwe de bersivandin.

Sîdar Jîr di nava evqas karên cuda  de, xwe li ku dibîne, ji vana kîjan bêtir dilê wî xweş dike û bêhna wî fireh dike?

Bêguman di nav van de yê ku ez wekî karê xwe yê sereke dibînim, nivîsandina berhemên min bixwe ye. Lê ji nivîsandina ceribîn, gotar û nirxandinên di rojname û malperan de diweşin jî gelekî hez dikim. Nivîsandina pirtûkekê hesteke gelekî xweş û balkêş li mirov peyda dike. Piştî ku pirtûk an jî nivîs diqede û çap dibe, nivîskar wekî çavdêrekî/ê li têkilîya di navbera xwîneran û berhema xwe, lehengên xwe de dinêre… Heger ew têkilî baş û xweş be wê demê bêhna min jî fireh dibe.

Gotineke pêşiyan heye dibêje, ‘xwediyê heft karan bê kar e û deriyê xeratan şikestî ye.’ Gelo ji bo wêjeyê jî ev yek derbasbar e? Bi gotineke din di ber çîroknivîsiyê/roamanûsîyê re, tu ji bo debara xwe karekî dikî, wergerê dikî, gotaran dinivîsî û te demekê kovargerî û pêşkêşvaniya bernameyeke televizyonê jî kiriye; tu dikarî di nav evqas kar de aghengekê saz bikî yan jî karek li ser kîsê karekî din bi pêş dikeve?

Ev “kar”ên ku te jimartin hemû bi nivîs û hunerê re têkildar in. Wekî her kesî ez jî naxwazim hêlek min kor bibe û tenê li ser cureyekê bijîm û binivîsim. Belê wekî nivîs, ji bo min a sereke nivîsandina pirtûkên min e lê ji wergerê, nivîsandina gotaran, kovargerî û bernameyên hunerî/edebî yên TV’yê hez dikim. Di talîyê de ez bi qasî zanîn û tecrubeyên nivîskariya xwe di kovar, gotar û bernameyan, bi xwîner û bîneran re fikir û ramanên xwe parve dikim. Lewma jî aheng û sazkirina vê yekê ne zehmet e. Kovargerî û bernamekarî jî bi naveroka xwe ne dûrî hev in. Yekê wekî metbax û ya din wekî şaneşînekê bifikire. Hemû têkildarî hev in. Wekî mînak nivîsên min ên di rojname û malperan de nirxandinên min ên piştî xwendin û tecrubeyekê ne. Divê em bikaribin bi awayekî fikrî ango teorîk der barê karê ku em dikin de hin tiştan bibêjin û binivîsin. Nivîsandina wan nivîsan ji bo min jî, ji bo xwînerên wan nivîsan jî çirûskek e, germahîyek e, bawerîyek e, xwenasînek e… Belkî ji bo xwîneran ew nivîs dibin sedema xwendina berhemên der barê wan de dinivîsim. Ev tiştekî xweş e…

Em dizanin te bi nivîsandina kurteçîrokan dest bi edebîyatê kir. Beriya tu dest bi nivîsandina kurteçîrokan bikî bandora kê li ser te çêbû û çîroka te ya yekemîn kîjan bû?

Belê li gorî hevçaxên xwe yên wêjekar min zû dest pê kiribû. Hê nûciwanek bûm. Sala 1996’an min çîroka xwe ya pêşîn nivîsand, navê wê “Zeytûnfiroş” e. Ew çîrok di pirtûka min a pêşîn (Arîya Giyanên Stewr-2004) de derket. Çîroknûsê fransî Guy de Maupassant wê demê zêde tesîr li min kiribû. Hê jî gelekî ji çîrokên wî hez dikim. Lê bi demê re, piştî xwendinên mirov gelek tişt diguherin û tesîra yek kesî/ê ya li ser mirov kêm dibe. Ji ber ku tu êdî gelek kesan nas dikî, gelek kûr bi nav de diçî û piştî qonaxekê êdî tu dikemilî û fikrên te yên resen derdikevin pêş. Wê demê pênûsa te ji xwe re cihoyeke taybet çêdike. Êdî tu bêhtir dibî “xwe.” Tu dest bi afirandin û berhemdarîyê dikî. Xebatên te dikevin pêşîya gelek tiştan. Piştî qonaxekê nivîskar berê xwe dide asoyên dîtir. Dide pey rê û dirbeke din. Di dawîya dawîn de jî rêya xwe dibîne û êdî wekî avekê bi wê rêyê de diherike.

Te zimanên din kurteçîrok jî wergerandine kurdî, gelo ji aliyê şêwe û astê ve dema mirov wan û kurteçîrokên kurdî dide ber hev, encameke çawa bi dest dikeve?

Hemû berhemên zimanên em jê wergerê dikin ne xurt in. Li hemû cîhanê wergêr wan hildibijêrin, li gorî pêdivîyên ziman û edebîyata xwe yên baş werdigerînin. Di her zimanî de berhemên xurt ên edebî hene, bêguman di wê çarçoveyê de asta çîrokên kurdî jî ne xerab e. Nimûneyên xurt ên çîroka kurdî jî hene û ne ji yên cîhanê kêmtir in. Di çîrokan de jî mîna hemû çeşnên din ên edebîyatê alîyekî xurtîya te xwebûna te ye. Tu çiqasî xwe bî tu ewqasî bi ser dikevî û derdikevî ser dika cîhanê.

Tu asta çîrokên bi kurdî hatine nivîsandin çawa dibînî, bi taybetî li Bakur û herî zêde çîrokên kîjan nivîskarî bala te dikişînin?

Bersiva vê pirsê pir hindik min li jorê da. Bêguman di tu zimanan de û di edebîyata tu neteweyan de hemû çîrokên ku hatine nivîsandin ne di asta jor de ne. Lê di her qonaxekê de hin nav û hin çîrok derketine pêş û serkeftî ne. Çîrok û çîroknûsîya kurdî ya îro jî wisa ne û nimûneyên gelekî serkeftî hene. Wekî nav û berhem dikarim bêjim pirtûka bi navê “Korerê” ya Brahîm Ronîzer gelekî bala min kişand.

Di kurdî de bi rêk û pêk te bi awayekî cuda çîrok nivîsandin û te di talîyê de navek lê kir; Zincîreçîrok. Bi taybetî “Dozdeh Çirk” û “Handa”, qey çîrok û kurteçîrokê têr nekir?

Belê, nav û awa/cureyê çîrokan tercîhek e. Lê ew yek jixwe li dinyayê heye, du pirtûkên min jî wekî zincîreçîrok in. Hemû çîrok bi hev ve girêdayî ne lê di talîyê de hemû çîrok bi hev re dibin yek çîrok. Her çîrokek serbixwe çîrokek e û hemû çîrok digihîjin hev û di encamê de dibin yek çîrok. Li ser navê “zincîreçîrok”ê bi weşanger, edîtor û gelek hevalên xwe re me nîqaş kir û paşê wekî zincîreçîrok hatin çapkirin. Çîroka zincîreçîrokê jî ev e.

Bi taybetî her du pirtûkên te yên dawîyê “Dozdeh Çirk” û “Handa”yê bala xwîneran kişand. Û li ser “Dozdeh Çirk”ê tez hatibû nivîsandin. Tu dikarî hinekî qal bikî?

Belkî jî ji ber zincîreçîrokîyê bal kişandin. Di nav xwîneran de jî nîqaşek hebû ku ew ne çîrok in û her du jî roman in. Wê nîqaşê jî kêfa min anî, tê wê maneyê ku têkilîya berheman û xwîneran ne xerab e. Xwîner çi navî lê bike li gorî wan ew e. Çîrok, zincîreçîrok an jî roman… Piştî ku berhem ji dest nivîskar derket û ket destê xwîneran êdî ew pirtûk ne ya nivîskar e yan xwîner bixwe ye.

Meseleya tezê ya der barê “Dozdeh Çirk”ê de jî, bawer im sala 2012’an bû, li Zanîngeha Selahedîn li Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ji aliyê Evdilselam Yildirim ve wekî teza qedandinê hatibû nivîsandin. Ew jî hesteke gelekî xweş bû. Tiştên bi vî rengî bêguman nivîskaran motîve dike û li karê wan germ dike.

Nivîskar Sîdar Jîr herî zêde ji kîjan cure nivîsan ditirse yan jî çi çavên wî ditirsîne?

Wekî nivîskarekî hemû nivîs min ditirsînin. Ji destpêka nivîsandina min heta roja îro ev her dem wisa ye. Lê herî zêde nivîsên min ên rojnameyan min ditirsînin. Bi taybetî nirxandinên min ên der barê pirtûkan de. Ji ber ku divê tu bi qitûtî tevbigerî, divê tu pirtûkê baş baş bixwînî, nivîskar baş nas bikî û dahûrandineke xurt bikî. Bi van hemûyan re divê tu wekî şairan hay ji hemû gotinên xwe hebî û puxteya pirtûkê bi hevokekê du hevokan vebêjî. Hewce be ji bo çîrokekê divê tu çend pirtûkan bixwînî. Ev yek di nivîsên perîyodîk de gelekî zehmet e. Piştî van hemûyan êdî ew tiştên ku tu dixwazî bibêjî divê resen bin. Ji ber ku tu ber û bala xwîneran didî ser wê berhemê. Lewma jî nivîsên bi wî rengî çavên min gelekî ditirsînin.

Em nivîskarîyê bidin hêlekê. Sîdar Jîr di jiyana rojane de çi dike, rojên wî çawa derbas dibin?

Heta ku ji destê min tê ez berê xwe didim bêdengî û aramîyê. Carinan wekî spor derdikevim, dimeşim. Lê cihê ku dimeşim jî li perê bajêr e dûrî xirecira bajêr e. Heger derfet hebe bi heval û hogiran re em li mekanekî sakîn rûdinên sohbetê dikin. Roj wisa derbas dibin.

Tu yekî xewar î, ji xewê hez dikî?

Na. Bi rastî na. Heger ez ne nexweş bim yan jî ne gelekî westîyayî bim rojê herî zêde 5-6 saetan radizêm. Gelek rojan ev dem tenê 3-4 saet e.

Tu di edebîyatê de yan jî di civata edebîyatkaran de herî zêde ji çi aciz î?

Di van demên dawîn de hin tişt wek însan, wekî nivîskar û hem jî wekî xwînerekî min aciz dikin. Hinek kes, bi taybetî nivîskar wekî şûrkêşên sîyasetê bela xwe li her derê didin, li nivîskarên din didin… Bi wê jî nayên ser bela xwe li xwînerên kurdî didin. Ev yek mirov diêşîne. Divê em li hemberî hev hinekî din henûn bin. Ji ber ku em çiqasî bikaribin ji hev hez bikin, ew nebe jî em çiqasî hev tolere bikin em ê ewqasî bextewar bibin; yan na em ê hem zirarê bidin xwe hem jî bidin metna xwe.

Gotineke te heye ji bo xwînerên kurdî?

Karê herî xweş ê wan e (dikene). Lê ez vê ji dil dibêjim; xwînerîya edebîyata kurdî bi kêmanî bi qasî nivîskariya kurdî ji dil e. Dema ku xwîner pirtûkekê bixwînin tespît, rexne û nirxandinên wan bi giştî ji ya nivîskaran a yek bi yek xurtir û duristir e. Ev li her dera dinyayê wisa ye. Û bawerîya min ew e ku girseya xwînerên kurdî – kêm be jî – gelekî xurt û jîr in. Ji ber ku xwendina wan ji dil e…

Ez ê çend gotinan bêjim û dixwazim bi kurtahî tu der barê wan gotinan de fikirên xwe bi xwendevanên me re parve bikî?

Hezkirin?

Paqijîya dil e; tehamul e; tehamula li însanan e.

Hevaltî?

 Parvekirin e; parvekirina xweşî û nexweşîyên jiyanê ye.

Welatparêzî?

Seknek û helwesteke însanî ye. Berîya her tiştî hezkirin û hurmeta “xwe” ye. Têgiheke çiqas berfireh be jî ji bo min seknek û helwesteke însanî ye. Parastina hebûn û xwebûna xwe ya însanî ye…

Azadî?

Kenê ji dil û ruh xwe digihîne çavên însên.

Nivîskarî?

Nivîskarîya edebî hem kul û derd e, hem jî azadî ye. Ya kurdî du caran li vê ye…

Nivîskar û çîroknivîs Sîdar Jîr di sala 1980’yî de li Şemrexa Mêrdînê hatiye dinê. Li Zanîngeha Dîcle Fakulteya Perwerdehiyê xwendiye, li Zanîhgeha Anadolu Fakulteya Îqtîsadî Beşa têkiliyên Navneteweyî û li Zanîgeha Stenbolê Beşa Felsefeyê xwendiye. Wî li Akademiya Cegerxwîn di Beşa Ziman û Wêjeyê de dersên çîrok, werger û Dîroka Wêjeya Cîhanê da. Herî dawîn heta televîzyon hat girtin wî di Jiyan TV’yê de bernameya “Lênûsk” amade û pêşkêş kir.