spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kapîtalîzma nû ya îslamî

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Tirkiye û Îran di warê leşkerî-polîtîk de li dijî kurdan xetek nû ava dikin. Bi vê xeta ku mîna emperyalîzma nû ya îslamî tê pênasekirin ve, tê armanckirin ku li herêmê gelê kurd bi temamî bêstatû bê hiştin.

Ev demek dirêj e, di polîtikayên derve yên Rojhilata Navîn de di hedefa Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê de Tevgera Azadiya Kurdistanê heye. Di warê pratîkî de Tirkiye û Îran pêşengiya vê siyaseta li dijî kurdan, bi teorî û êrîşên nû ve dane ser milê xwe.

Bi şerê li ser petrolê, Rojhilata Navîn bûye navenda şer û polîtîkayê. Ev şerê ku bi îslama radîkal û komên terorîst ve girêdayî tê meşandin li ser aramî û pêşeroja herêmê bandorek neyînî dike. Hêzên dixwazin ji vê rewşa aloz sûd bigirin, bi pêşxistina komên terorîst ve li herêmê meyl û lêgerînên cuda bi pêş dixin. Ev lêgerîna nû jî wek emperyalîzma îslamî bi nav dikin. Di 15’ê hezîranê de li Stenbolê di navbera wezîrê karê derve yê Tirkiye û Îranê de li ser vê mijarê hevdîtinek pêk hat. Di heman rojê de derket holê ku di navbera van her du dewletan de peymanên veşarî jî hatine îmzekirin. Bi vê hevdîtin û peymanên veşarî ve girêdayî li ser xeta sînorê rojava û başûrê Kurdistanê gelek cihên kesên sivîl ji hêla artêşa tirk ve hat bombebarankin. Her çiqas faîlê van êrîşan dewleta tirk be jî gelek ji van êrîşan, ji axa Îranê çêbûn. Yanî mirov dikare bêje Îran li gor daxwaza dewleta tirk êrîşî xeta ser sînor dike. Dewleta tirk jî bi van êrîşan dixwaze ji xwe re li herêmên parastina medyayê derfetên darbeyan li hêzê gerîla bixe ava bike.

Li hemberî êrîşên dewleta tirk û Îranê yên li ser gelê kurd raya giştî ya cîhanê bêdengiya xwe diparêze. Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî jî van pevçûn û êrîşên dagirker nabîne ango jinedîtî ve tê lê ev operasyonên ji hêla dewleta tirk û Îranê ve wisa bi israr tên meşandin çi armanc dikin, ango ev tê çi wateyê?

Tê zanîn ku di Sûriyeyê de polîtîkaya dewleta tirk û Îranê li dijî hev e. Îran dixawze bi desthilatdariya Esad ve hebûna elewiyan û desthilata rejîma Baas bê parastin. Dewleta tirk jî ji Idlibê heya Serêkaniyê (Ras El-Ayn) bi komên terorîst ve di nav tekîliyê de û wan diparêze. Di pirsgirêka Sûriyeyê de du hêzên wisa armancên wan durî hev di mijara kurdan de bi hev re tevdigerin. Ev jî bi xwe re derdixe holê ku lîstikên li ser hebûna kurdan tên lîstin pir berfireh û xeter in.

Em ji bîr nekin ku dewleta tirk wek endamekî NATO û endamê koalîsyona navneteweyî neçar e di polîtîkaya Sûriyeyê de li gorî xeta dewletên rojavayî û Amerîkayê tevbigere. Lê dewleta tirk di vê mijarê de gelek peymanên navneteweyî binpê kirin û di xeta xwe ya parastina komên çete de israr kir. Li gel vê ambargoya li dijî Îranê ya Amerîkayê bi hêzên navneteweyî re kiribû biryar jî pêk neanî.

Li ruxmî van hemûyan dewleta tirk bi Îranê re polîtîkayên hevbeş bi pêş dixe! Li ruxmî nakokiyên Sûriyeyê di vê de israr dike. Ev jî derdixe holê ku yekane mijara dewleta tirk û Îranê li ser li hev dikin mijara dijîtiya kurdan e. Ev her du dewlet di polîtîkayên li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê de di heman xetê de ne. Tevgera Azadiya Kurdistanê û îdeolijiya wê di Rojhilata Navîn de ji bo planên pergala kapîtalîst negihêjin armanca xwe astengiya herî mezin e. Tevgera kurd û rêxisnên nêzî wê li herêmê di eniyekê de tevdigerin û di xeta Konfederalîzma Demokratîk de jiyana civakî rêxistin dikin.

Armanca hêzên rojavayî ew e ku şerê bi hevalbendên xwe re dimeşînin li gor berjewenyên xwe kontrol bikin û ji vî şerî sûd bigirin. Her wiha dixwazin di serî de çavkaniyên petrolê û dewlemendiya herêmê têxin bin kontrola xwe. Ji bo bigihêjin armanca xwe jî peymanên navneteweyî binpê dikin û hêzên derkevin pêşberî wan jî bi awayekî yekser dikevin nav lîsteya terorîstan ango lîsteya pêwîst e bên tunekirin.

Dema mirov xeta li dijî kurd a leşkerî-polîtîk a dewleta tirk û Îranê mêze dike, bi awayekî aşkara mirov dikare bêje di bingehê de emperyalîzma nû ya îslamî heye.

Pêwîst e em diyar bikin ku di vê demê de li herêmê hêza herî zêde li dijî belavbûn û mezinbûna emperyalîzma nû ya îslamî sekiniye Tevgera Azadiya Kurdistanê ye. Yekane hêza ku nehiştiye emperyalîzma nû ya îslamî di warê jeopolîtîkayê de xwe li herêmê ji nû ve ava bike, rêxistiniya xwe xurt bike û çavkaniyên xwezayî bi dest bixe hêza îradeya kurdî ya azad e.

Li dijî modernîteya kapîtalîst û doktrînên polîtikaya derve yên Tirkiye, Îran, Sûriye, Iraq û hêzên cîhanî jî di nav de, ji bo herêmê pergala herî îdeal û pêkan xeta îdeolojiya Tevgera Azadiya Kurdistanê ye. Em ji bîr nekin ku ev hêz hemû di jêrzemîna Rojhilata Navîn de li gor pergala modernîteya kapîtalîst li gor berjewendiyên xwe tevdigerin.