28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nobeda Azadiya Ocalan bi koma Baselê didome

‘Nobeda Azadiyê’ ku li Strasbourgê dewam dike, kete hefteya 495’an. ‘Nobeda Azadiyê’ ku ji aliyê Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re di 25’ê Hezîrana 2012’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate destpêkirin, 10 sal in dewam dike. Çalakiya li bajarê Strasbourg ê Fransayê ya li qadeke ku hemû saziyên Ewropayê lê ne, di hefteya 495’an de didome. Her hefte komek ji kurd û dostên wan ên Ewropayê nobedê digirin. Hefteya nû jî bi koma ji bajarê Baselê yê Swîsreyê dest pê kir. Kom ji endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Baselê Mehmet Taş, Selman Orge û Mazlûm Kocakaya pêk tê. Berdevkê komê Mehmet Taş diyar kir, ku gelê kurd 10 sal in ji bo xwedîderketina li rêber û nirxên xwe li ber saziyên Ewropayê bi biryardarî çalakiya nobedê li dar dixe.

Taş diyar kir ku gelê kurd bi rêya çalakiya nobedê bang li Ewropayê dike ku destûra xwe ya bingehîn a ku xwe dispêre mafên mirovan û demokrasiyê bi cih bîne û zextê li Tirkiyeyê bike ku li gorî qanûnan tevbigere. Taş wiha got: “Heta ku Rêberê me azad nebe, em gelê kurd azad nabin.”