27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Diyaloga bi Îranê re dîsa bê encam ma

Piştî civîna dawî ya Viyanayê ya ji bo vegera li peymana nukleerî ya bi Îranê re bê encam ma; aliyên diyalogê daxuyanî dan. Der barê mijarê de Wezarê Karên Derve yê Îranê diyar kir ku peymana baş ew e ku alî li peymana berê ya sala 2015’an vegerin û ambargoyên li ser Îranê werin rakirin.

Ji aliyekî din ve dîplomatên ewropî jî yên (Fransa, Ingilîstan û Almanyayê) daxuyaniyeke hevbeş weşandin. Di daxuyaniya dîplomatên Ewropayê de, der barê diyaloga bi Îranê re wiha tê gotin: “Heta niha em nikaribûn derbasî diyalogeke rasteqîn bibin. Heke pêşketinek di vê diyalogê de çênebe dê bernameya nukleera Îranê gelekî bipêş bikeve û ev peyman bê wate bimîne”

Wekî tê zanîn di sala 2018’an de serokê Amerîkayê Donald Trump DYA ji peymana nukleerî ya bi Îranê re vekişandibû. Gelek dane û ambargo li ser wê ferz kiribûn, lewre Îranê jî êdî li gorî wê peymanê nema tevgeriya bû û dîsa lez dabû xebatên xwe yên pêşxistina bernameya nukleerî.