30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kesên di qedexeya li Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn

HDP li Cizirê ji bo salvegera qedexeya derketina derve ya di sala 2016’an de hatibû îlankirin, li ber avahiya xwe daxuyanî da. Malbatên kesên di qedexeyan de jiyana xwe ji dest dabûn, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên HDP’ê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, rêveberên MEBYA-DER’ê û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankartan “Em ê qet dorpêça 14’ê qanûnê ya Cizîrê ji bîr nekin” hat vekirin.

Di daxuyaniyê de Hevserka HDP’a Cizîrê Zîlan Ecevît axivî û diyar kir ku qedexeya derketina derve weke neheqiya herî mezin, binpêkirinên mafan û tabloya wehşetê ya vê xakê derbasî dîroka mirovahiyê bûye û wiha got: “Piştî vê êrişkarî û pêkanîna faşîzane navçeyên mîna Silopiya, Hezex, Dêril, Nisêbîn, Gever, Gumgum, Farqîn û Sûrê jî di nav de li gelek deveran qedexeyên derketina derve hatine îlankirin û hilweşandineke kûr a mirovî û civakî pêk hatiye. Dema dorpêçên bajaran di navbera milyonek û 500 hezar û milyonek û 800 hezar kes destpêkê mafên xwe yên azadî, ewlehî û jiyanê ji gelek mafên xwe yên bingehîn bêpar hatine hiştin.”

Di berdewamê de Ecevît da zanîn ku jin, zarok, kal û pîr jî di nav de nêzî 300 kesî dema qedexeyên derketina derve yên li Cizîrê jiyana xwe ji dest daye û ev tişt anîn ziman: “Ji aliyekê ve polîtîkaya dijminahiya kurdan bû sedema kuştinan ji aliyekî ve jî bû sedema şewitandin û hilweşandinê. Koçberî li gel hatiye ferzkirin. Malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane bi rojan xwe negihandine cenazeyan. Bi dehan cenaze bêyî malbatên xwe li goristanên bêkesan hatine veşartin. Dîsa bi dehan cenaze bi hinceta mînakên DNA’yan bi mehan li morgan hatine hiştin. Bi vê êşên nû li êşên malbatan hatine zêdekirin. Em careke din dibêijin, heta îro gelê kurd ji ber tu zextî serî netewandiye û wê ji niha şûn ve jî netewîne.”

Daxuyanî bi dûrişmeyên “Şehît namirin” û “Zext nikarin me têk bibin” bi dawî bû.