spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nûjiyan têkoşera heqiqetê bû

Hempîşeyên rojnamevan Nûjiyan Erhan bi boneya 6’emîn salvegera qetilkirina wê hestên xwe parve kirin û gotin: “Nûjiyan li pey heqîqetê bû û ji bo rêya me ya têkoşînê xwe kir ronahî. Em ê li ser şopa wê ya heqîqetê bin.”

Nûjiyan Erhan dema ku li bajarokê Xanesora li ser bi bajarê Şengalê nûçe dişopand, di 3’yê Adara 2017’an de hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrişî wê kirin û birîndar kirin. Piştî 21 rojan têkoşîna jiyanê da ango beriya 6 salan di şeva 22’yê Adarê bi 23’yê Adarê ve girê dide de jiyana xwe ji dest da. Nûjiyan Erhan di salên 2005’an de, dest bi karê çapemeniyê kir. Di ajansên Nuçeyan a Jinê û (JINHA) û rojnameya Şûjinê ku bi biryara KHK’ yê hatine girtin de nûçegihanî kir. Her wiha Nûjiyanê di Çira TV’yê de jî bername pêşkêş dikir. Nûjiyana ku li her qadê xwe gihand jinan û bû dengê wan herî dawî li Şengalê xebitî. Ji bo li dijî zilma DAIŞ’ê têkoşîna jinên êdzidî ji cîhanê re vebêje li wir cih girt.

Bi wesîleya 6’emîn salvegea qetlilkirina Nûjiyan Erhan JINNEWS’ê bi hempîşeyên wê nûçegihana JINNEWS’ê Sema Çaglak û nûçegihana MA’yê Ceylan Şahînlî re axivîn.

‘Peywira jinên rojnamevan mezin e’

Sema Çaglak diyar kir ku dema Nûjiyan Erhan tê gotin, têkoşîna jinên rojnamevan di hişê wê de zindî dibe û wiha got: “Nujiyan bi têkoşîna xwe re hertim bû şoreşvanek heqîqetê. Nujiyan di vê lêgerîna xwe ya heqîqtê de, di heman demê de bû dengê jinê û herî dawî jî ji bo bibe dengê jinên Êzidî çû Şengalê. Nûjiyan û rêhevalên xwe qetlîam û fermana bi ser Şengalê de hatiye rê hemû cîhanê da. Em ji vir jî hîn dibin ku jinên rojnamevan xwedî peywirek mezin û girîng in. Niha jî bi sedan jin li ser şopa Gurbetelî Ersoz û Nûjiyan Erhanan têkoşîna heqîqetê didin.”

‘Em ê dev ji nivîsandinê bernedin’

Çaglak, bi bîr xist ku qada çapemeniyê yek ji qadên herî girîng a têkoşînê ye û wiha got: “Di vê esasê de jî jinên rojnamevan ji nivîsandina heqîqetê paşde gav navêjin. Ji ber vê sedemê ye ku hertim rastî êriş û gefan tên. Ger em salên 90’î bi bîr bixin gelek rojnamevan hatin qetilkirin, hatin revandin, girtin û rastî îşkence û gefan hatin. Sedema vê yê sereke jî îfşakirina heqîqetê bû. Lewra her çiqas êriş zêde bibin têkoşîn jî ewqas mezin dibe. Gelê kurd bi salane rastî êrişan tê û ji van êrişan jî cardin rojnamevan para xwe digirin. Ji ber vê sedemê jî em pênûsa wan nûçegihanan dewr digirin û ji bo nivîsandina heqîqetê têdikoşin. Em ê dev ji nivîsandina heqîqetê ji bernedin.”

 ‘Em ji hev hêzê digirin’

Ceylan Şahînlî jî diyar kir ku jin li her qadê têkoşînê didin û wiha axivî: “Her ku têkoşîn û serhildana jinan mezin dibe êrişên li dijî wan jî bi wê re zêde dibe. Ger em bi taybetî li ser Kurdistanê biaxivin divê em qala êrişên li ser nasnameya kurdan tê meşandin jî bikin. Ango ev jin jî di navbera van şeran de weke mertal têne bikaranîn. Jin tim di hedefa wê hişmendiya baviksalarî de ye. Dixwazin wan biçewisînin û qada wan teng bikin. Jinan tucarî paşde gav neavêtin. Em bi xwe jî dibin şahidê vê. Li qadên em nûçeyan lê çêdikin em hêzê ji hevdu digirin.”

 ‘Nûjiyan ji bo rêya me bû ronahî’

Ceylan Şahînlî da zanîn qada çapemeniyê parçeyekî mezin ê têkoşînê ye û wiha berdewam kir: “Ev parçe jî mîrateyek mezin a têkoşînê ye. Em xwedî li wê mîrateyê derdikevin û têkoşîna ku wan daye bi hemû lebatên xwe dibihîsin. Nûjiyan jî hem hempîşe û hem jî hevzayendê me yê ku rêya me ronî dike ye. Em jî hewl didin ku polîtîkayên dixwazin heqîqetê ji holê rakin îfşa bikin. Ji ber wê em jî di hedefa wan de ne. Qetilkirina Nûjiyan yek ji mînakên vê yeke ne. Nûjiyan hem li dijî hişmendiya baviksalarî hem jî li dijî hişmenidya desthilatdariyê têdikoşe. Em jî weke jinên kurd ên rojnamevan em ê li ser şopa wan ji bo nivîsandina heqîqetê têbikoşin.”