10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nûnerê Sûriye yê NY’ê: Hikûmeta tirk piştgiriya terorîstan dike

Nûnerê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Qusey El Dehak di civîna Neteweyên yekbûyî de Tirkiye bi piştgiriya terorîstan tewanbar kir û got ku binesaziya bakur û rojhilatê Sûriyeyê xera dike

Nûnerê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Qusay El Dehaq El Dehaq got, “Tirkiye him alîkariya terorîstan dike û him jî binesaziyên sivîlan dike armanc.”

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî civîna xwe ya mehane ya li ser Sûriyeyê li bajarê New Yorkê li dar xist.

“Êrîşî binesaziya sivîlan dike”

Nûnerê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Qusay El Dehaq got: “Em bangî rejîma Tirkiyeyê û rejîma Erdogan dikin ku bila li bakurrojavayê Sûriyeyê piştgiriyê nede terorîzmê û bila êrişên xwe yên li ser binesaziyên sivîlan rawestîne.

Her wiha di axaftina xwe de behsa girtina ava Elokê jî kir û got bila Tirkiye avê li ser sivîlan nebire ji ber ku zêdeyî milyonek kes  sûdê ji wî avê digirin.

Li aliyê din jî di civînê de Nûnerê Teybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Geir Pedersen rapora xwe ya mehane parve kir.

Pedersen ragihand ku pêvajoya muzakereyên Sûriyeyê qet bi pêş ve naçin û hê jî her meh ew heman pevçûnan careke din di raporen xwe de dibînin.