9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêxistinên civakî: Tecrîda li Îmraliyê rakin

Partiyên siyasî û rêxistinên civakî polîtîkayên tecrîdê ya li ser girtîgahan şermezar kirin û gotin: “Tecrîda li Îmraliyê rakin, çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd pêk bînin.”

Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku dernakevin hevdîtinên telefonê û hevdîtinên malbatan berdewam dike. Girtiyên siyasî yên li Îzmirê jî bi heman rengî çalakiya xwe berdewam dikin. Girtiyên siyasî yên di Girtîgeha Jinan a Şakrana Îzmîrê girtî ne jî bi heman armancê dernakevin hevdîtinan.

Piştî çalakiyê rayedarên girtîgehê der barê girtiyên çalakiyê li dar dixin de lêpirsîn dan destpêkirin û cezayê hucreyê dan girtiyan. Partiyên siyasî û rêxistinên hiqûq û cavakî yên Îzmirê li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û polîtîkayên tecrîdê li pêşiya Kampûsa Girtîgeha Alîaga ya Îzmîrê daxuyanî dan. Komê daxuyaniyê de pankarta “Têkoşîna azadiyê ya li dijî tecrîdê nayê astengkirin. Dawî li hiqûqa dijminane bînin” hate vekirin û gelek caran diruşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Ji jinên di zindanê de li ber xwe didin hezar silav” berzkirin. Li ser navê girseyê Aynûr Gezîcî daxuyanî xwend.

‘Girtî têdikoşin’

Gezîcî bi bîr xist ku girtî di 27’ê mijdara 2023’yan de bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” dest bi greva birçîbûnê kirin û wiha axivî: “Girtiyên siyasî bi daxuyaniya 4’ê nîsanê, diyar kirin ku ew çalakiya xwe vediguheranin boykotkirina dadgeh, telefon û hevdîtina malbatan. Girtiyên siyasî ji bo tecrîda ser birêz Abdullah Ocalan dawî bibe, azadiya wî ya fizîkî pêk were û  pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk were çareserkirin têdikoşin.”

Tecrîdê kûr dikin

Gezîcî anî ziman ku polîtîkayên tecrîdê yên hatine kûrkirin civak bê bêhn hiştiye û got: “Makbûle Ozer (82) ji sedî 61 astengdar e, Hatîce Yildiz (75), Besra Erol (65) û Hanîfe Arslan (76) tevî temenên xwe yên mezin û nexweşiyên xwe yên heyî, di bin tecrîdê de tên girtin.”

Gezîcî bi bîr xist ku girtiyên siyasî dê tevî hemû zext û zoriyan çalakiyên xwe bidomînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yên ku dixwazin çalakiya jinên di Girtîgha Jinan a Şakranê de tên ragirtin asteng bikin bi cezayên disîplînê û hucreyê di nava tecrîdê de hevalên me tecrîd dikin. Hemû sepanên faşîzane yên li Girtîgeha Jinan a Şakranê ji bo şikandina têkoşîna wan û çewisandina jinan e.”

Gezîcî da zanîn ku ew ê êrişan qebûl nekin û wiha pê de çû: “Em ê di girtîgehan de jî li pêşiya deriyên girtîgehan de jî şert û merc çi bin bila bibin dê têbikoşin. Cezayên hucreyê yên girtiyan demildest rakin, dawî li van sepanên xwe bînin, tecrîda li Îmraliyê rakin pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk çareser bikin. Daxwazên girtiyên siyasî daxwaza milyonan e. “

Saziyên ku daxuyanî dan wiha ne:

Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Dayikên Aştiyê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Îzmîrê, JinArt û Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER).