26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nûnerên Amedê wê di 4’ê Îlonê de li pêş AZC’ê be

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, xwestin di 4’ê îlonê de bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Qada Îstasyonê “Mitînga Aştiyê” li dar bixin. Walîtiya Amedê destûr neda mitîngê. Platformê têkildarî biryara qedexekirina mitîngê li avahiya Egîtîm Sena Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Platformê li salonê bi kurmancî û kirmanckî panktarta “Dem dema qêrîna aştiyê ye” daliqandin. Sekretera Şaxa Odeya Endezyarên Makîneyê (MMO) ya Amedê Arîn Zumrut li ser navê komîteyê axivî.

Zumrut, têkildarî qedexeyê axivî û wiha got: “Mîtînga me bi awayekî aşkera ji ewlehiya bajêr re nabe asteng. Lê dîsa walîtiyê betalkir. Biryara têkildarî mitîngê jî di 31’ê tebaxê de aşkera kirin. Ev jî me dixe nav fikaran. Ev biryar senaryoyeke ku mitînga me asteng bike ye. Em weke Platforma Ked û Demokrasiyê û pêkhateyên bajar dê di 4’ê îlonê de banga aştiyê dubare bikin.”

Endamê Komîteya Amedekar Mehmet Ceylan jî bi dirûşmeya “Dem dema qêrîna aştiyê ye” bang li hemû gelê Amedê kir û xwest di 4’ê îlonê saet li16:00’an de li ber Plazaya AZC’ê kom bibin û tevlî daxuyaniyê bibin.”