spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nûrî El Malikî: Dewleta tirk kurdan dijmin dibîne

Serokwezîrê Iraqê yê berê Nûrî El Malikî têkildarî êrişa Tirkiyeyê ya bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Federal a Kurdistanê hatine destpêkirin diyar kir ku dewleta tirk hemû kurdan weke dijminê xwe dibîne.

Tirkiyeyê di 17’ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê şerek daye destpêkirin. Serokwezîrê Iraqê yê berê Nûrî El Malikî têkildarî êrişên li ser Herêma Federal a Kurdistanê li ser hesaba xwe ya twîtterê peyamek parve kir û wiha got: “Dewleta tirk hemû kurdan weke dijminê xwe dibîne. Tirkiye bi tu awayî cudahiyê naxe navbera kurdan.  Divê gelê kurd êdî vê rastiyê fêm bike.”

Malikî anî ziman ku dewleta tirk ji aloziya siyasî ya Iraqê sûdê digire û wiha got: “Tirkiye ji vê aloziya siyasî sûd digire û êrişî xaka Iraqê dike.”

Malikî, diyar kir ku Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê li dijî êrişan helwestekî pêwîst nîşan nade û wiha bi dawî kir: “Hêzên li Herêma Federal a Kurdistanê li dijî êrişên dewleta tirk nasekinin. Pirsgirêkên di navbera partiyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê de pirsgirêkên şexsî ne. Pirsgirêkên polîtîk û neteweyî nînin.”