spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzer dê 300 pirsan ji kujerê Denîz Poyrazê bipirsin

Li Tirkiyeyê bi hikûmeta AKP-MHP’ê re hema bêje di her qadeke jiyanê de qeyran heye. Hikûmeta ku pişta xwe daye dijmirovî, neheqî, şer û tundiyê her diçe qeyranan mezintir dike. Polîtîkayên tundî û tunehesibandinê, dijminatiya herî mezin li ser jinan dike. Kujeran, tacîz û tecavûzkaran ji bo bikaranîna polîtîkayên xwe diparêze û wan bi bêcazabûnê pîroz dike. Di mijara Denîz Poyrazê de ev hişmendiya vê hikûmeta kujerparêz bi awayekî beloqî derdikeve holê.

Denîz Poyraz di 17’ê hezirana 2021’ê de ji aliyê kujer Onur Gencerê ku bi çekan avête ser HDP a Îzmîrê û bi awayekî hovane ve hat qetilkirin. Danişîna 3’emîn a doza kujer Onur Gencer wê di 29’ê nîsanê de li Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê ya 6’emîn bê lidarxistin.

Parêzerên dozê diyar kirin ku bûyer ji destpêkê ve hatiye organîzekirin, lêpirsîn û darizandina dozgeriyê berovajî vê yekê didome. Di qonaxa ewil a lêpirsînê de parêzeran îtîraz kirin ku polîsan tu delîlên sûc nedîtine û dozger jî di vî warî de biryar daye. Dadgeha Cezayê Sulhê ya Îzmîrê hefteya borî ev îtîraz red kiribû. Parêzerên dozê xwe amade dikin têkildarî mijarê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin.

Di vê danişînê de bersûcê kujer Onur Gencer dê bi awayekî çeperast bê lêpirsînkirin. Parêzerên dozê dê zêdetirî 300 pirsên di encama lêkolînên berfireh de hatine amadekirin ji Onur Gencer bikin. Dîsa parêzerên ku dixwazin bûyer bi berfirehî bê aşkerekirin, dê di vê danişînê de jî ji şahidên ku dê bên guhdarkirin pirsan bikin.

Tê payîn ku gelek parlamenter, gelek kesayet, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl, rêxistin û saziyên jinan û girseyek qelebalix tev li danişînê bibin û xwedî li dozê derkevin.