spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zagon destûrê dide lê dozger destûrê nade

Biryara ji bo 6 mehan a “qedexeya hevdîtina bi parêzeran re” a bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re xelas bû. Lê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê serlêdanên parêzeran a ji bo hevdîtinê red kir.

Ji 25’ê adara 2021’ê heta niha bi tu awayî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agahî nayên girtin. Ocalan, herî dawî di 7’ê tebaxa 2019’an de bi parêzerên xwe re hevdîtin kiribû. Di 25’ê adara 2021’e de jî bi telefonê bi Mehmet Ocalan re axivî bû.

Serdozgeriyê hemû serlêdan û daxwazên hevdîtinan ên parêzer û malbatan an bê bersîv hişt an jî bi hinceta cezayê dîsîplînê red kir. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 22’yê mijdara 2021’an de bi daxwaza “hevdîtina lezgîn” a bi Ocalan, Omer Hayrî Konak, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Di serlêdana xwe de parêzeran xwestin ku ev rewşa agahî jê negirtinê bi dawî bibe û bi miwekîlên xwe re rû bi rû hevdîtinê bikin.

Lê dadgeriyê ev serlêdana parêzeran red kir û biryara qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan ku di 12’ê cotmehê de hatibû dayîn weke hincet nîşan da. Qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ku di 12’ê cotmehê de hatibû dayîn, di 22’yê nîsanê de bi dawî bû. Biryara “qedexeyê” ku weke hinceta “qedexeya hevdîtinê” dihat nîşandan bi dawî bû. Lê dîsa dozgeriyê nehiştin ku parêzer bi Ocalan re hevdîtinê bikin. Parêzeran di 26’ê nîsanê de ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin. Lê erênî yan jî neyînî tu bersivek jê re nehat dayîn.

Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtina bi miwekîlên xwe re îro dê dîsa serî li Serdozgariya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê bidin.