spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

OHD: Şeredarî û AFAD’ê tevî hişyariyan jî tevdîr negirtin

Şaxa OHD a Rihayê rapora xwe ya têkildarî lehiya 15’ê adarê ya li Riha û Semsûrê aşkera kir û got ku tevî hişyariyan jî şaredarî û AFAD’ê tevdîr negirtin û rê li ber karesateke mezin vekirin.

Komîsyona Ekolojiyê ya Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê rapora xwe ya têkildarî lehiyên di 15’ê adarê li Riha û Semsûrê aşkera kir. Daxuyanî li avahiya komeleyê hate dayîn û endam û rêveberên OHD’ê tev lê bûn. Rapor ji aliye Berdevka Komîsyonê Ayşe Şehrîban Demîrel ve hate xwendin.

Demîrel bi bîr xist ku di encama lehiye de li Semsûr û Rihayê 21 kesan jiyana xwe ji dest da. Demîrel, got ku di 27’ê adarê de dîsa lehî rabûn û bûne sedema ziyanên madî. Bi domdarî Demîrel bal kişand ser rapora Kêmkirina Rîska Karesatê (IRAP) ya 2021’î û wiha domand: “Di raporê de ji bo çeman hişyarî dihat kirin. Çemên Cavşak Karakoyun, Akpinar Mance û Sirrin di baranê de rabûn. Şaredarî û AFAD’ê tevî hişyariyan jî tu tevdîr negirtin. Guh nedan raporan û ji ber bêtevdîriya wan, barana zêde veguherî karesatê.”

Bi domdarî Demîrel ji bo rewşên wiha dîsa neqewimin ev pêşniyar kir:

*Ji bo tevdîrên pêwîst û bicihanîna pêdiviyan, divê di rewşên wiha de demildest herêm yekser weke ‘herêma afetê’ were ragihandin.

* Divê dest ji polîtîkayên destûra îmarê ku rê li ber islehkirina rûbaran, guhertina rêgeha rûbaran, tijekirina qadan û bajarvaniya çelexwarî vedike were berdan. Divê xebatên heyî jî bên sekinandin.

*Li dijî nexweşiyên epîdemî û enfeksiyonê yên piştî lehiyê derdikevin, divê sîteya tenduristiyê bê avakirin û ceyran, av, telefon û xizmetên tenduristiyê bê pere bên dayîn.

* Ji ber îxtîmala ku dîsa lehî rabin, divê xebatên tespîtkirin û veguhestinê bên kirin û ziyanên welatiyên jiyana xwe ji dest dane ji hêla saziyên cemaweriyê ve bên tenzîmkirin.

* Divê ji xwediyên milk û kirêdarên ku piştî lehiyê xaniyên wan ‘xisar gihiştiyê’ derfetên vehewînê bên afirandin û alîkariya mal û kirêyan pê re bê kirin.

*Rêveberiya ku di warê birêvebirina krîzê de ji pêdiviyên gel dûr e, divê li gorî nêrînên saziyên pîşeyî, zanyar û platformên sivîl ên pispor ên di mijarê de tevdîrên pêwîst bigire.

* Divê xemsariya beriya lehiyê û piştî karesata lehiyê bê tespîtkirin û der barê kes û rayedarên saziyan de serlêdana sûc bê kirin.

* Ji bo tespîtkirina berpirsyartiya îdareyê û pêşwazîkirina zirara welatiyan, divê pêvajoya doza îdarî were destpêkirin.

* Divê qirêjiya ku piştî lehiyê li gol û rûbaran çêdibe were tespîtkirin û bandora qirêjiya ya li ser zindiyên avê were ragihandin.

*Divê envantera ajalên ku piştî lehiyê jiyana xwe ji dest dane bê girtin û aqûbeta ajalên bêxwedî bê lêkolînkirin.

*Tê payîn ku li herêmên erdhejê baraneke zêde bibare, ji bo pêşîlêgirtina ziyanan divê tavilê tevdîr werin girtin û pirsgirêka xaniyên jêbawer were çareserkirin.

*Ji bo parastina Golamasiyan û deverên din ên çandî ku ji lehiyê bandor bûbûn, hewceye tevdîrên pêwîst bên girtin.

*Divê zeviyên çandiniyê, dexlûdan û darên ji lehiyê ziyan dîtin bên tespîtkirin û ji bo tenzîmkirina ziyanan xebat bên destpêkirin.”