4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sekreterê Komîteya Azadiya Ocalan bû parlamenter

Li Kantona Ticino ya Swîsreyê, Berdevkê Komîteya Azadî ji Abdullah Ocalan re Dr. Josef Beppe Savary bû parlamenter.

Dawiya hefteyê, li kantona Ticino ya Swîsreyê, hilbijartin pêk hatin. Bi giştî14 lîste tev li hilbijartinê bûn. Di hilbijartinê de lîsteya hevpar a Partiya Sosyalîst (SP) û Forûma Alternatîf (Forûm Alternatîvo) ji sedî 27’ê dengan wergirt û 12 parlamenter şand Parlamentoya Ticinoyê. Yek ji van 12 kesên hatine hilbijartin Dr. Josef Beppe Savary ê nêzî kurdan e.

Swîsre xwe bi rengê federal bi rêxistin kiriye. Ji bilî parlamentoya federal her wiha her kantonek xwedî meclîsekê ye. Li kantona Ticinoyê di 2’ê nîsanê de hilbijartin pêk hatin. Meclîsa kantona Ticino ji 90 parlamenteran pêk tê.

Dr. Josef Beppe Savary ku di hilbijartinê hat hilbijartin Sekreterê Komîteya Azadî ji Abdullah Ocalan re ye. Savary di heman demê de berpirsyarê Swîsreyê yê Doktorên Navneteweyî yên ji bo Pêşîgirtina li Şerê Nukleerî (IPPNW) ye. Savary di lîsteya Forûma Alternatîf de hate hilbijartin. Her wiha dosta Kurdan Lîsa Boscolo jî hate hilbijartin.