28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Oluç: Em di nav tu bazariyan de nîn in

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç diyar kir ku di hevkêşeyeke bêyî HDP’ê de riya demokrasiyê venabe û wiha got: “Em ne partiyeke wisa ne ku li pey kursiya wezîrtiyê bikevin û bazariya wan bikin. Me heta niha bazariyên wiha nekir û dê sibe jî nekin.”

Serokwekîlê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Olûç têkildarî gotinên Seroka Giştî ya Partiya Îyîyê Meral Akşener a, “Em bi HDP’ê re nayên ser heman maseyê û qebûl nakin ku bi wan re bazariya wezîrtiyê bê kirin”, vexwendina Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar a ji bo Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) û meyla partiyê ya ji bo namzetiya serokkomariyê bi nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê re axivî. Olûç got: “Em ne partiyeke wisa ne ku li pey kursiya wezîrtiyê bikevin û bazariya wan bikin. Me heta niha bazariyên wiha nekirin û em dê sibe jî nekin.” Her wiha Olûç bal kişand ser Belgeya Helwestê ya di 27’ê îlona 2022’yan de hatiye weşandin.

Vexwendina Kiliçdaroglû

Olûç, vexwendina Kiliçdaroglû wiha nirxand: “Me têkildarî namzetiya serokkomariyê di 27’ê îlona 2021’an de Belgeya Helwestê parve kiribû û her tim me bal kişand ser wê. Me her tim got ku hevdîtina hemû namzetên serokkomariyê girîn ge. Kiliçdaroglû jî di wê çarçoveyê de hate vexwendin. Bê guman êdî biryar a birêz Kiliçdaroglû ye lê heke dengê hilbijêrên HDP’î bixwaze, heke bixwaze bê ka HDP ji bo pêvajoya pêş çi difikire, hatina wî tiştekî xwezayî dibe. Hevserokê me jî di vê çarçoveyê de vexwend. Dê di rojên pêş de diyar bibe bê ka dê çi bikin.”

‘Em guh nadin Akşênerê’

Bi domdarî Olûç bal kişand ser gotinên Akşenerê û ev tişt anî ziman: “Her kes xwe çawa bizane dibêje qey hemû kes wisa ne. Me heta îro jî bi tu kesan re bazarî nekiriye. Derdê me ne meqam û kursî ne. Em dibêjin ku rêvebiriya yekzilam li Tirkiyeyê heye ku demokrasî, hiqûq, destûra bingehîn û her tiştek ji holê rakiriye. Em qala bêhiqûqî, zext û zilmê dikin. Tirkiye ji her aliyî ve krîzên piralî dijî. Dijminatiya li dijî kurdan di dema vê îktîdarê de derketiye lûtkeyê. Derdê me ew e ku di sedsala duyemîn a komarê de serdemeke nû dest pê bike, komar bê demokratîkkirin û di qadên din guherîn çêbibin. Em ne partiyeke wisa ne ku li pey bazariya wezaret û kursiyan bikevin. Heta niha wisa nebû û dê ji vir û şûnde jî wisa nebe. Tekane derdê me ew e ku ji vê rejîma yekzilam xilas bibin û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd zemîneke demokratîk û aştiyane ava bikin. Em zêde guh nadin wan gotinên Meral Akşener. Bila her kes li karê xwe binêre, em bazariyan nakin û di çarçoveya rêgezan de daixivin.”

HDP Partiyeke cidî ye

Olûç, diyar kir ku hevkêşeyeke bêyî HDP’ê mimkun nîn e û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “HDP partiyeke ji rêzê nîn e. Zêdetirî 7 milyon hilbijêrên wê hene. Li rexekî nûnertiya kurdan û li rexa din jî nûnertiya hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê dike. Ya din jî HDP sêyemîn mezintirîn partî ye. Heke ev welat bixwaze xwedî demokrasiyeke piranîparêz be, bê guman divê li fikr, polîtîka û pêşniyarên HDP’ê guhdar be. Lewma bêyî HDP’ê demokrasî nabe. Piştî erdhejê Tirkiye kete pêvajoyeke nû. Di civîna Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê ku me piştî erdhejê de li dar xist, ev mijar dîsa hat nirxandin. Em ê fikrên xwe di rojên pêş de bi Tifaqa Ked û Azadiyê re parve bikin. Ji ber ku dê me namzetê tifaqê derbixista. Li wir kîjan fikra hevpar derkeve, em ê wê ragihînin. Dê di çendek rojên pêş de gav bên avêtin. Em di mijara avakirina Riya Sêyemîn de bi israr in. Em ê helwesta xwe ya têkildarî hilbijartina serokkomariyê jî bi hev re aşkere bikin.”