18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Omer: DAÎŞ ambargoyê wek fersendekê dibîne

Hevserokê Rêveberiya Karê Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Evdilkerîm Omer têkildarî ambargoya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û diyar kir ku rejîma Şamê deriyê sînor tenê ji saziyên navneteweyî re vedike, lê ji herêmê re derî girtî ne.

Evdilkerîm Omer di axaftina bal kişand ser Qanûna Sezar a ji aliye Amerîkayê ve li tevahiya Sûriyeyê di meriyetê de û wiha got: “Ji ber vê qanûnê ziyan li me dibin. Ji ber ku li herêma me lîreyê Sûriyeyê derbas dibe. Qanûna Sezar jiyana civakê xirab dike. Her wiha ji ber şere 10 salan aboriya herêmê hilweşiya ye. Dema ku ev hemû têne ser hev rewş li me giran dibe.”

Omer di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku girtina Deriyê Sînor ê Til Koçerê nahêle ku ew zêdetir projeyên aborî geş bikin û destûr nayê dayîn ku alîkariya navneteweyî bigihije herêma wan û ev tişt got: “Raya giştî ya navnetewî divê alîkariya aborî bi herêmê re bike. Divê Qanûna Sezar ji ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rabe. Raya giştî ya navneteweyî divê ji bo alîkariya li herêmê, alternatîfan li ber xwe deyne. Koalîsyona Navnetewî û raya giştî ya navnetewî hewce bike ji Sêmalka an jî bi rêyên din, bikaribin alîkariyê bigihînin. Heke ev alîkarî nebe demên bê wê rewşa aborî ya herêmê girantir bibe.”

Omer da zanîn ku duh bi şandeyeke Karê Derve ya Amerîkayê re rûniştine û di vê hevdîtinê de qala bandora rewşa aborî ya li ser çeteyên DAÎŞ’ê jî kirine û wiha got: ”Dema ku li van herêman problemên aborî dertên DAÎŞ vê ji bo xwe weke fersanda rêxistiniyê dibîne û endamên xwe yên veşartî tevdigerînin. Ev hemû problemên giran in. DAÎŞ wê vê weke fersendê bibîne û dîsa bikeve van herêman. Di hemû hevdîtinên dîplomatîk de em vê dibêjin.”

Derheqê nêzîkatiya rejîma Şamê de jî Omer destnîşan kir ku rejîma Şamê ji bo li ber Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê astengiyan derîne û zextê bike deriyê sînoran girtine. Rejîm navbera gel û Rêveberiya Xweser xera dike, ji bo nakokiyan çêbike çi destê wê tê dike. Me ev yek di dema êrîşên li ser girtîgeha Hesekê jî dît. Rejîmê xwest ji van êrîşan sûd werbigre. Omer wiha domand: “Bi ambargoya aborî dixwazin li ber Rêveberiya Xweser astengiyan çêbikin. ”

Hevserokê Rêveberiya Karê Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Evdilkerîm Omer di dawiya axaftina xwe de hişyarî da û ev tişt anî ziman: “Raya giştî ya navnetewî bilez divê biryara girtina Deriyê Sînor ê Til Koçerê bifikire ku bi vetoya NY û Çînê hatiye girtin. Divê derî were vekirin û alîkarî derbas bibin. Hewceye rêyên alternatif jî bên dîtin. Heke rewş wiha bidome dê rewşa gel kambaxtir bibe û mixabin dê rê li ber DAÎŞ’ê  veke.”